Cotkarên jin ên Tûnisî: Em ji mafên xwe yên rawa dûr in

Cotkarên jin ên Tunisî gazinan dikin ku hikumetê piştgirî nade wan ji bo bikaribin pirojeyên xwe yên biçûk bidomînin lewra ew ku di bin gef û metirsiyeke giran de ne.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Cotkarên jin ên Tunisî ji ber tunebûna bazariya berhemên wan û nebûna piştgiriya hikûmetê ya ji bo hilberînê rastî zehmetiyan tên. Wezareta Çandinî, Çavkaniya Avê û Masîgiriyê ji bo di qada aborî û civakî de bihêzkirina jinan û avakirina hevgirtinê pêşangehek ji bo dû rojan lidar xist. Jinên cotkar ên bi vê pêşangehê berhemên xwe yên çandiniyê pêşkeş dikin, destnîşan kirin ku ew li hember buhabûna madeyên xav û nebûna bazariyê ya li parezgehên cûda bi tenê mane. Her wiha dan zanîn ku ev yek çavkaniya xwe ji piştgirînedayîna hikumetê digre, ji ber vê yekê pirojeyên wan kêm bûne.

Aida Trabelsî ya ku nûnertiya civaka jinan a li parêzgeha Benzert a bakûrê Tûnisê dike, girîngiyê dide berhemên daristanî û kevnepoşiyên Sijnane ya ku UNESCO weke mîrateya çandî ya kevnar binav kiriye. Aida Trabelsî diyar kir ku komaleya jinan piştgiriyê dide jinên ku hilberînê dikin û bi taybetî karkerên ku li gund pêdiviya wan bi bazarkirina berhemên xwe hene. Her wiha destnîşan kir ku ji bo vê karî pêwistiya jinan bi aboriyek mezin heye ku ew nikarin peyda bikin û bi taybetî jî krîza aborî û civakî ya ku di serî de bandorê li jinan kiriye. Aida Trabelsî da bal kişand li ser girîngiya pêşangehên bi vê rengê ji bo danasîna berhemên xwe.

Hikumet piştgirî nade cotkaran

Mounira El-Ezeb a yek ji cotkarekê ji parêzgeha Sîdî Bozîd a li Tunisê ye û di pîşesaziyên xwarinê de bi awayekê kevneşopî yê ji bo embarkirin û parastina ji derveyî demên hilberîna genim de pispor e got ku ev pêşangeh ji bo piştgirî dayîna cotkarên jin ên li gundewaran pir girîng e. Her wiha da zanîn ku ew hikumetê piştgirî nade cotkarên jin. Mounira El-Ezeb diyar kir ku pêşengehê bazartiya bê pere ji wan re peyda dike û banga zêdekirina pêşengehên bi vî rengî kir da ku bibe demsalî an salane. Mounira El-Ezeb di pîrozbahiya roja cîhanî ya jinên gundî de xemgîniya xwe ya ji ber nebûna piştgiriya wan yê ku karê wan zehmet dike nîşan da.

“Em hîn ji mafên xwe yên rawa dûr in”

Der barê komeleya jinan a Dar El-Asala ya li Girîbê ya parêzgega Siliana de Mofîda El-Sulaitî got ku  jinên gundî li Tûnisê xwedî mafên bêdestûr in û tenê ji bo xemilandina civînan û forûmên xwecihî yên ku ji aliyê pêkhateyên cuda yên fermî û nefermî ve têne lidarxistin kar dikin. Mofîda El-Sulaitî got: “Weke cotkarên jin yên gundî şiyanên ku em pê pirojeyên xwe pêşbixin û berfireh bikin tune ne ji ber ku ev pirojeyên biçûk xwarina yekem in ji bo bi hezaran malbatên ku ji alîyê jinan ve tê piştgirîkirin.” Mofîda El-Sulaitî qala zehmetiyên ku ew  dijîn kir û got: “Em hîn jî ji mafên xwe yên rewa dûr in, birastî ez diêşim ku em di vê rewşa xirab de ne.”

Berhemên xwe pêşkeş dike

Naîma El-Kahilî ya cotkareke ji parêzgeha El-Kef a bakûrê rojavayî Tûnisê ye, got ew di komkirina giyayên bijîşkî û bêhnxweş de pispor e û wê perwerdeyeke giran di vê yekê de berî destpêkirina pirojeya xwe tevî giropeke ji gundewarên herêma xwe dîtiye. Naîma El-Kahilî xuya kir ku ew ji dahata aborî ya ku di pêşengehê de bi dest xistiye û ji beşdarbûna mêvanan ku tev berhemên wê ecibandine razî ye, her wiha da zanîn ku pêşengehê derfet da wê ku bi meriv re bide û bistîne û berhemên xwe pêşkeş bike û bifiroşe.

Girîngiya pêşangehên bi vê rengê

Seroka Komaleta El-Sirs a ji bo geşepêdanê ya li parêzgeha Kefê Şadlia Belradî destnîşan kir ku ev komale di sala 2015’an de hatiye avakirin û gelek jin beşdarî komaleyê bûne, berhemên xwe pêşkeş kirine ku piraniya wan jî ji gûndewaran hatine.  Şadlia Belradî destnîşan kir ku ew zehmetiyên mezin ên di bazaiyê de dikişînin û got: “Ger pêşengehên wiha yên demsalî nebe, dê berhemên me destê me de bimînin bimînin û emê firotin bidest nexin.” 

Hêjayî gotinê ye ku weke van pêşengehan di çarçoveya hişyarî û danasîna aboriya civakî û hevgirtî yê jinên gundî ye û girîngiya wê ji bo afirandina gencîne,  kêmkirina bêkariya jinan a li gundan,  zêdekirina rêjeya jinên çalakvan, hêsankirina derbasbûna wan ji sektora nefermî û fermî û xurtkirina wan ji bo peydakirina debara domdar li ser astên herêmî de ye.