Çîrokek ji Enfalê: Rana, Nesrîn, Celal, Abdullah, Eta, Perwîn, Şilêr...

Di nav rastiya Kurdistanê de her jin û dayikek xwedî çîrokek tijî bi têkoşîn û bi êş e ku di nav çîroka xwe de dîroka tevahiya welatê xwe yê ku bi destên faşîstan hatiye dagirkirin vedibêje.

BÊRÎTAN ZINAR

Navenda Nûçeyan – Enfal weke peyveke Erebî tê wateya parvekirina xenîmet û talanê yên ku di çaxê şer de misilman ji kafiran distînin. Enfala ku di heman demê de navê heştemîn sûreya Quranê ye, navê tevkûjiya di navbera salên 1986-1989’an de li ser gelê Kurd hatiye pêkanîn e jî. Ango mirov dikare bibêje faşîzma li ser Kurdistanê, bi tevkujiya bi navê Enfalê, qirkirina li ser gelê Kurd ji xwe re weke ‘xenîmet’ dîtine! Di encama operasyona Enfalê ya hatiye pêkanîn de ji girtin, îşkence û tunekirinê heya bikaranîna çekên kîmyewî hemû cureyên dermirovî li ser Kurdan hatin bikaranîn. Di encama vê tevkujiya ku ji bo mirovahiyê rûreşiyek mezin bû, 180 hezar kes hatin windakirin. Qedera wan û der barê windabûna wan de, piştî 34 salan jî tu agahî nehatiye girtin.

Yek ji wan çîrokên ku jiyana xwe bi şer derbas kiriye û li ser tevahî malbata wê tevkujî hatiye pêkanîn Rana Ferec Hesen e ku di pêvajoyên tevkujiya Enfalê de tevî Şilêra 10 salî 7 endamên ji malbata wê bi destên rejîma Baasê hatine qetilkirin.

Jineke çeleng a ji Rojhilatê Kurdistanê

Rana Ferec Hesen a dayika Nesrîn Abdullah di sala 1945’an de li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û xwedî yek xwişk û du birayan e. Ji ber ku zarokek keç bû neçû dibistanê û di temenê zarokatî de ji xwendinê bêpar dimîne. Dema ku temenê wê dibe 18-19 salî bi Abdullah Mihemed Salih re dizewice. Rana û Abdullah piştî ku dizewicin niştecihê bajarê Silêmaniyê dibin. Zaroka wan a destpêkê keç e û navê wê dikin Nesrîn. Nesrîn di sala 1959’an li taxa Xebat a bajarê Silêmaniyê çavên xwe li dinyayê vedike. Piştî Nesrînê sê kur û sê keçên wan ên bi navê Celal, Eta, Perwîn, Emer, Şilêr û Rengîn çêdibin.

Rana weke jineke ji Rojhilatê Kurdistanê dema ku jiyana hevbeş pêk tîne diçe Başûrê Kurdistanê li her du beşên Kurdistanê rastî dagirkeriyê tê û dizane çiqas jiyan zehmet e. Ev yek wisa dike ku bibe jinek welatparêz û zarokên xwe jî bi heman welatparêziyê mezin dike. Rana jineke civakî bû, her dem mala wan cihê kombûnê bû. Li dijî zilm û zardariyê zarokên xwe fêrî têkoşînê dike.

Dema temenê Nesrîn digihîje xwendinê, dixwîne û li dibistanê dibe xwendevanek jîr. Hemû xwendina xwe bi serkeftî temam dike. Di dema kampanyaya nehiştina xwendinê li Iraqê, dayê Rana dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandinê dike, Nesrîn jî xwişk û birayên xwe perwerde dike.

Bi xwendekarên xwe re dibe heval

Nesrîn di sala 1978’an de refa şeşan a amadeyî temam dike û di sala 1979’an de li koleja zanistê dest bi beşa kîmyayê li zanîngeha Silêmaniyê dike. Piştî guherîna zanîngeha Silêmaniyê li Hewlêrê û guherîna navê zanîngehê bû zanîngeha Sellahedîn, di sala 1981’ê de Nesrîn xwendina du salan li Hewlêrê temam dike. Nesrîn di sala 1983’an de weke mamoste tayînê dibistana navîn a Derbendîxanê ya keçan dibe û li gel mamosteyên din li Derbendîxanê dimîne. Dema wane dide her dem dilsoz e, her dem girîngî dide fikir û ramanê. Nesrîn dibe sedema pêşketîna welatparêziya xwendekarên xwe, her dem piştgiriya xwendekarên ku pêwîstiya wan heye dike. Hewl dide bi xwendekarên xwe re bibe heval, ji ber ku xwendekarên wê hemû ciwan bûn, di her du dibistanên navîn ên keçan ya Derbendîxanê û ya navîn a kuran de, zêdetir dixwest bi awayê perwerdeyî xwendekaran fêr bike û bide nîşan ka bepirsyariya wan ya li hemberî welatê wan çi ye.

Nesrîn jineke têkoşer bû, her dem têdikoşiya, armanca mamoste Nesrîn mezinkirina fikrên xwendekaran bû.

Rana, Nesrîn û Celal ji dayik, keç û bira wêdetir dibin rêhevalên hev ên heman dozê

Di dema şerê Iraq û Îranê de daxwaz ji mamosteyên Derbendîxanê tê kirin ku di malên dewlemend ên Derbendîxanê de xwarinê ji leşkerên Baasê re amade bikin lê belê Nesrîn vê yekê red dike, piştre daxwazê jê dikin bibe Baasî, carek din li dijî xwesteka Baasiyan derdikeve. Piştî ku her du tiştan jî red dike, Nesrîn dibe hedefa Baasê û dikeve bin şopandinê. Mamosta Nesrîn xwendekaran ji bo pêşerojê amade dike, dema ku Nesrîn pê dihese tê şopandin, daxwaz dike ku tayîna xwe bibe Silêmaniyê.

Nesrîn bi riya birayê xwe Celal têkiliyê bi rêxistina Şehîd Sinewbe re çêdike. Dayê Rana bi kurê xwe Celal û keça xwe Nesrîn re dixebite û ji hev bi bandor dibin.   

Di 11’ê Tebaxa sala 1987’an de Celalê kurê dayê Rana carek din tê girtin, dayê Rana weke dayikên din her dem ji bo rizgarkirina zarokên xwe têdikoşe. Piştre dayê Rana xewnek dibîne û bêhêvî dibe, di girtîgehê de Celalê ku bi navê Hacî dihat nasîn nameyek dişîne û malbatê agahadar dike dibêje ku dê ew jî werin girtin.

Pereyê guleya ku li ser bedena Celal tê reşandin, ji malbata wî digrin

Di 24’ê Cotmeha sala 1987’an de rejîma Baasê guleyan li ser Celal û çar hevalên wî dibarîne û dibin şehîdên welatê xwe. Rejîma Baasê pareyê wan guleyan ji malbatên wan digre û li ser bedena zarokên wana dibarîne. Ew malên ku zarokên wan tê de mezin bûne ji aliyê rejîma Baasê tên rûxandin. Ji ber ku tirsa rejîma Baasê ne tenê ji mirovên qehreman bû, ji dar û dîwarên malên wan jî ditirsiyan.

Tevî Şilêra 10 salî, 6 kesên ji malbatê tên girtin

Ji mamoste Nesrîn daxwaz dikin ku malê vala bikin lê belê Nesrîn qebûl nake. Di êvara 28’ê Îlona sala 1987’an pismamek mamoste tê mala wan û Rengînê li gel xwe dibe. Di şeva 28’ê Îlona sala 1987’an de ji derveyî Omer hemû endamên din ên malbatê di xew de tên girtin. Ji heman malbatê dayika wan Rana, bavê wan Abdullah, mamoste Nesrîn, Eta, Perwîn û Şilêra bi temen 10 salî ji aliyê rejîma faşîst a Baasê dîl tên girtin. Her wiha li gel wan 4 malbatên din jî tên girtin.

Omer Abdullah ê kurê Rana Ferec wiha behsa wê şevê dike: “Birayê min Celal di nameyê de nivîsîbû ku metirsiya girtinê li ser hemû malbatê heye û ji me xwest ku em li malê nemînin, cihê xwe biguherînin, peyam gihîşt me lê me tiştek nekir. Dayik û bavê min li xwarê li hewşê nivistibûn, ez û endamên din ên malê li serban razayîbûn wê şevê dengê wesayîdên zirxî û çekan dihat min dizanibû dengek tê lê min fam nedikir xwişk û birayên min dizanibûn gotin, di serban de here ez jî bi teqleyan çûm ew şeva dawî bû. 

Heta saet 5 û nîv li dora 6’an zivirîm malê ez rastî trajediyekê hatim, firinek rastî mala me hebû xwediyê wê ji min re got tu li vê derê çi dikî leşker hemû li pey te ne. Careke din vegeriyam çûm mala mamê xwe. Hemû tiştên weke wêne û yên girîng talan kiribûn, tiştek nehiştibûn. Dema bavê min name şand ji mamê min re got êdî pirsa me nekin û bi tu riyan xwe negihîjînin me. Di nameyên xwe de her dem peyama bêhêvîbûnê didan.”

“Taxa me hemû vala bû”

Keça Rana Ferec Rengîn Abdullah beriya şeva êrîşê ne li malê ye. Lewre jî tevî birayê xwe Omer Abdullah a di şeva êrîşê de xwe xilas dike, her du tenê ji vê komkujiya bi êş a ku 9 kesên ji heman malbatê tên qetilkirin, rizgar dibin. Rengîn Abdulah wiha qal dike: “Kamuranê kurê mamê min hat mala me min derî jê re vekir, piştî çay vexwarinê wê demê mala mamê min li Şanedarî bûn, ez li pey wan giriyam min got ez ê îşev biçim mala mamê xwe ji ber ku ez zaroka herî biçûk a herdu malan bûm herçendî dayika min got neçe, dûre dema tu bigrî kesek tune ye te bîne û mala wan dûr e min guhê xwe neda dayika xwe ez çûm min ji dolabê çend parçe cilên xwe girt wê şevê ez li gel Kamêran çûm mala wan. Kesên ku hatin girtin her yek ji wan bi şêwazek cuda hatibûn girtin. Şeva ku ez çûm mala mamê xwe gelek digiriyam min digot ez biçim gel dayika xwe û min nehişt kes razê. Siharê zû Kamuranê pismamê min ez zû anîm min li derî da lê belê kes li malê tunebû. Taxa me hemû vala bû. Dûre me bihîst çi bûye. Dema ku di girtîgehê de bûn, bi riya dost û nasan û pere û kesan em dikaribûn xeberek ji girtîgehê bigrin. Nameyek bavê min nivîsand, yek şehîd Nesrîn, yek jî Şilêr nivîsand.”

Careke din tu agahî ji malbatê nehat girtin

Ev pênc malbat ji du mehan zêdetir li emnî ya Silêmaniyê girtî dimînin. Di meha 12’an wê salê de rewanî emnî giştî ya Bexdayê tên kirin. Di girtîgehê de dayika Rana xwedî hêzek mezin e, di emniya giştî ya Bexda de çavên wê li riya hemûyan in. Piştî du şevan dema li emnî giştî ya Bexdayê dimînin wan dibin Kerkûkê. Piştî çûyîna wan a Kerkûkê êdî tu agahî nayê girtin û mîna 180 hezar kesên ku bi giştî di tevkujiya Enfalê de tên windakirin êdî çarenûsa wan jî ne diyar dibin.

Di roja 7’ê Adara sala 1991’ê de dema xelkê Silêmaniyê li dijî rejîma Baasê rabûn ser piyan ji bo Rengîn û Omer dibe hêviyek lê belê serhildan jî ji bo vegera xwişk û bira nabe hêvî.

Di sala 2003’yan de piştî rûxandina rejîma Baasê li Iraqê, cara duyem dosyayek digihîje Rengîn û Omer, tê de tê gotin ku di 23’ê Kanûna yekem a sala 1987’an de li Kerkûkê bi sezayê milperandinê dawî li jiyana hersê malbatan anîne.

Di wê tewanê de Ranyaya bi temen 42 salî, Abdullahê bi temen 55 salî, Nesrîna bi temen 28 salî, Etayê bi temen 20 salî, Perwîna bi temen 18 salî û Şilêra bi temen 10 sal dibin şehîdên azadiya welatê xwe. Di nava malbatek 9 kesî de tenê Rengîn û Omer rizgar bûn.