Çîrokek a koçberiyê: Wan bîranînên min û zaroktiya min bi gundê min re şewitandin

Herdem Tantek ku piştî gundê wan ê li Pasûrê hat şewitandin neçar bû bi zarokên xwe re koçî navenda bajêr bike got; "Wan bîranînên min û zaroktiya min bi gundê min re şewitandin. Ev surgûn di dilê min de bû birînek mezin. 27 sal derbas bû lê êşa wê rojê û bêhna şewatê mîna duh hê jî di hişê min de ye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Ji ber ferzkirina cerdevaniyê û zilm û zordariyê, di salên 90'î de bi hezaran mirov ji cihê xwe koçber bûn. Welatiyên ku ji gundên xwe hatin sirgûnkirin li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê ji hêla leşkeran ve hatin şewitandin neçar man koçî bajarên mezin bikin. Bi sedan cih wargeh ku hejmara wan bi zelalî di raporan de tune ye, hatin wêrankirin û mirovên ku li gund dijiyan rastî kiryarên nebaş û îşkenceyê hatin. Her çendî ku sal derbas bûne jî jin, gundên xwe yên ku ji wan hatine sirgûnkirin û bîranînên xwe ji bîr nakin.
"Di rojekê de mala me hat rûxandin" 
Herdem Tantek ku piştî gundê wan hat şewitandin li navenda bajêr dest bi jiyanê kir, hê jî wan rojan wekî duh bi bîr tîne. Herdem di sala 1994’an de digel malbata xwe li gundê Guleç ê Pasûra Amedê dijiya, got ku bi serdegirtina leşkeran di nava rojekê de, di nava qîrîn û hawarê de û li ber dengê çekan  hem malên xwe û hem jî heywanên xwe winda kirine.
"Dayika min ji derenceyan avêtin”
Herdema diyar dike ku roja gundê wan hatiye şewitandin, ew û malbata wê ji mirinê filitîne, qîrîna 6 zarokên wê û dayika wê hîn jî di guhên wê de ye. Herdem bi van gotinan zilma ku dîtine tîne ziman: “Wê demê ez zewicandî bûm, 6 zarokên min hebûn. Leşkeran avêtin ser gund, di mala bavê min de çi hebû hemû avêtin derve û şewitandin. Eşyayên tevahî malên gund derxistin û şewitandin. Sewalên me jî kuştin. Wê demê leşkeran hemû zilamên li gund kom kirin û birin goristanê. Me got qey wê hemûyan bikujin. Roja ku gund şewitandin, ji ber ku dayika min bi Kurdî diaxivî wê di derenceyan de avêtin. Bi gefxwarinê, xaniyên me li ber çavên me şewitandin û bi îşkenceyê me ji gund derxistin.”
"Li bajêr nizanibûm riya mala xwe bibînim" 
Herdem diyar kir piştî ji gund hatine navenda bajêr, bi salan nikaribûne xwe fêrî tiştan bikin û gelek zehmetî kişandine. Herdem diyar dike ku birayê wê ji ber sirgûnê nexweşiya penceşêrê girt û jiyana xwe ji dest da. Herdem destnîşan kir ku ew neçar man li cihekî nenas bijîn û wiha berdewam dike: “Piştî ku me ji gund derxistin, em hatin bajêr. Li gund her kes neçar ma ku koç bike û li vir bi cih bibe. Bajêr ji me re biyanî bû. Dema ku em hatin vir, ji me re pir zor bû em hînî bajêr nedibûn. Dema ku ez ji malê derdiketim, min riya xwe winda dikir. Min bi alîkariya mirovan mala xwe didît. Dê û bavê min bi salan bi hesreta gundê xwe jiyan."
"Sirgûnê birînek kûr di dile min de hişt" 
Herdem diyar kir ku 27 sal berê ji ber ku ew Kurd bûn û bi Kurdî diaxivîn zilma wan kişandiye îro jî berdewam dike û destnîşan dike ku piştî gundê wan hat şewitandin, zarokatî û bîranînên wan jî hatin dizîn. Herdem bi van gotinên xwe êşa ku bi salan di dilê xwe de jiyaye vedibejê: “Wê rojê îşkenceya ku me nedît û nejiya nema. Ji bo ku em bi Kurdî diaxivîn û Kurd bûn tiştek nema ku nekirin. Dayika min heya nefesa xwe ya dawî qala jiyana xwe ya li gund dikir. Jiyana gund pir cuda bû, li wir zarokatiya me, jiyana me hebû. Piştî ku em ji gundê xwe hatin sirgûnkirin, jiyana me qet neket rêya xwe lê me ji bo zarokên xwe sebir kir. Ev sirgûn di dilê min de bû birînek mezin û ma. 27 sal derbas bû lê êşa wê rojê û bêhna şewatê hê wekî di hişê min de ye. Yên ku we îşkenceyê li me kirin bila şerm bikin.”