Çîroka Sebha ya Ermenî: Piştî salan jî qirkirin berdewam dike
Sebha Nasir Ebas a bavê wê ji komkujiya Ermeniyan rizgar bû, diyar kir ku polîtîkayên qirkirinê bi salan jî dewam dikin û got, "Em bimirin jî em ê li ser axa xwe bimînin û mala me bi ser me de hilweşe jî em ê dev jê bernedin."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Împratoriya Osmaniyan nijdakûjiya Ermeniyan di sedsala 20'an de ango pêk anî. Di encamê de zêdetirî milyonek ermenî hatin qetilkirin. Beşek jî ber bi Sûriyê û Îraqê ve ketin rê, hin ji tî û birçîna mirin û hinek jî gihan û hin malbat jî zarokên xwe danîn cem malbatên Kurd û Ereb û wiha ew zarokên ermenî mezin bûn. Bavê Sebha Nasir Ebas a 69 salî, Nasir Ebas jî yek ji zarokên ku dayika wî ew radestî malbateke ereb kiribûn û wiha mezin bû û zewicî û pişre wefat kir.
Sebha Nasir Ebas a li gundê Qahîra yê rojavayî navçeya Til Temirê dijî wiha qala serpêhatiya xwe kir: "Bavê min yek ji zarokên ku ji komkujiya ermeniyan dikarîbû bi alîkariya dayika xwe, ligel xwûşka xwe xilas bibin. Yên ku ber bi Sûriyê û Îraqê ve hatibûn meşandin hinek mirin û hinek jî jiyankirin. Bavê min jî pir biçûk bû dema ku hatibû radestkirin û pir zêde li ser malbata xwe nediaxivî ji mere. Em dizanin ku em ji kokeke ermenî ne, lê mixabin em xizmên xwe nas nakin. Herkes ferq kiriye ku ez ne ereb im û koka min kokeke ermenî ye. Lê ya herî zêde min dişîne ew e ku em ji hev hatin veqetandin û her kes ji me li welatekî ye."
'Pir dixwazim lê emir derbas bû'
Sebha Nasir got ku ew tenê dizane ku Ermenî ye û wiha dom kir: "Ne dîrok, ne çand û ne jî ziman dizanim ji bilî ku nasnameya min Ermenî ye û ferman li ser me çêbûye tiştekî din nasnakim. Ji ber kesek ji mere negotiye û neaxivî ye û bavê min jî nediaxivî wekî ku razên wî pir kûr bûn. Me çiqasî dixwest ku bavê me behsa van mijaran bike lê nediaxivî lê ev jî sedemên wê hene. Ji bo fêrbûyîna zimanê Ermenî jî ez pir dixwazim fêr bibim û bixwînim lê belê emir çû derbas bû. Tiştekî li ser kevneşopiya netewa xwe jî nizanim tenê ez dizanim mirov ên dilnizim û tên hezkirin in."
Hêviya dîtina xizmên xwe zindî ye
Sebha Nasir bi çavên dibiriqin got ku bi xwezîyan mal ava nabe û wiha hêviyên xwe anî ziman: "Xwezî ev daxwaza min pêk were û ez malbata bavê xwe û xizmên xwe û dapîrên xwe nas bikim. Ew hesret di dilê min de ma ye ku ji bilî navê Ermeniyan ez wan bi xwe ji nêz ve nasbikim û bi wan re bijîm."
‘Komkujî heman komkujî ne’
Sebha Nasir got ku êrîş û komkujî heman komkujî ne û wiha pêl da gotina xwe: "Bi şevê giştî em ji ber topên dewleta Tirk a dagirker ranazên. Raste bavê min ji fermanê xilas bû, lê belê îro heman êrîş li ser me jî dibin û ji bilî kuştinê serjêkirinê jî dikin. Zeman zîvirî lê êrîşên qirkirinê dijwar bûn, êrîşên îro jî li ser me dibin dijwatir in. Keç û kurên min yên li welatên derve, ji dijwariya êrîşan dixwazin ez ji gund derkevim. Lê ne raste em ê li hundirê mala xwe bin û mal bi ser me de were xwarê û bimrin jî dîsa dernakevin."