Çîroka min Çiyayên Şengalê ye –6

“Axa me her tiştê me ye” Maşo Xidir a di fermanê de zarokek xwe windakirî û neçarî koçberiyê bûyî dubare vegera ser gundê xwe wiha tîne ziman: “Dema ku gundê me hat rizgarkirin ger rê vekirîbûna, ez ê hema di wê rojê de vegeriyaba gundê xwe. Wê roja ku Til Izêr hat rizgarkirin, me dixwest em li warê xwe bûna. Tiştek wek axa mirov nîn e, çiqas mirov li ser axa hinekên din bijî, nabe axa mirovan. Dema ez vegeriyam mala xwe, ez gelekî kêfxweş bûm. Di zilaman de fikra jin namûs û şeref ê heye lê ew ne rast e ax û war şerf û namûs e ji ber ku ger axa te û warê te hebe wê demê dayik, xuşk, hevjîn û malbata te heye. Axa te tunebe tiştek din tune ye. Vaye me di fermanê de dît ji ber bêwariyê bi hezaran keç hatin kuştin û firotin.”

“Axa me her tiştê me ye”

Maşo Xidir a di fermanê de zarokek xwe windakirî û neçarî koçberiyê bûyî dubare vegera ser gundê xwe wiha tîne ziman: “Dema ku gundê me hat rizgarkirin ger rê vekirîbûna, ez ê hema di wê rojê de vegeriyaba gundê xwe. Wê roja ku Til Izêr hat rizgarkirin, me dixwest em li warê xwe bûna. Tiştek wek axa mirov nîn e, çiqas mirov li ser axa hinekên din bijî, nabe axa mirovan. Dema ez vegeriyam mala xwe, ez gelekî kêfxweş bûm. Di zilaman de fikra jin namûs û şeref ê heye lê ew ne rast e ax û war şerf û namûs e ji ber ku ger axa te û warê te hebe wê demê dayik, xuşk, hevjîn û malbata te heye. Axa te tunebe tiştek din tune ye. Vaye me di fermanê de dît ji ber bêwariyê bi hezaran keç hatin kuştin û firotin.”
EVÎN ZENDA
Şengal – Maşo Xidir a di fermanê de zarokek xwe ku dayik bi gotina parçeyek kezebê qala wan dike winda kirî bi dildarî daxwaza me ya guhdarkirina çîroka xwe pejirand. Dibe ku li bendê ye hinek li dorê rune û ew êşên 7 salin hindirê wê birîn dike û pêre jî agir ser kezeba wê dixe guhdarî bike. Ji ber gotin piçek jî be hindirê mirovan rehet dike. Em jî bê ku xwe bilivînin li Maşoyê guhdarî dikin û her liv û tevgerên wê hem bi xwe dibînin hem jî ji bo we temaşevanan dixin bin qeyîdên kamereyê.
Ji tîna hew dikaribû…
Gelo kê hewl daye li cihê peyv û hevokan êş û elemên xwe bi rondikan vebêje? Me di Maşo de ew dît tu dibêjî qey piştî fermanê û heya niha qet negiriyaye. Tu dibêjî qey tu caran wê ji der û cîranan re ji dost û hevalan re qala fermanê nekiriye û îro bi kelegirî ji me re cara yekê ye qal dike. 
Kêliya herî bi êş û zor tê diyar e, wê Maşo li du van gotinan qala Dildarê xwe bike. Henaseyeke ji kûrahî ve dikşîne û dibêje: “Ji têhna hew karibû” û bi dilê şewitî, çavên tijî rondik qala wan kêliyên ku bi xweziyan jî vegera wê nîn e kir: “Êdî zarokan hew dikaribû, em pir nemeşiyan ji zarokên min ên cêwî Dildar mir. Ji têhna êdî hew dikaribû li ber xwe bide di nava destên min de mir. Ez cemidîm. Hevjînê min ji min re got; “Belê ew jî weke van tevan e.” Min nikaribû tiştek bibêjim, ji ber ku li derdora me kelek kes hebûn, tev ji destên DAIŞ’ê rizgar bûbûn lê vê carê ji tînan miribûn. Wan deran bi bedenên mirî yên bêxwedî, zarok, jin, pîr, kal û  ciwan hebûn. Dayikeke ciwan hat gel min ji min re got: “Binêre ev jî zaroka min e ji bêxwariniyê şîr di sîngên min de tunebû bidimê ji bo wê ew jî mir. Rabe ser xwe ji bo zarokên xwe yên mayî.” Di pey re min bi destên xwe hinek ax veda ser bedana wî ya biçûk. Wê dayikê jî zarokê xwe li ba Dildarê min veşat. Ger nîv demjimêrek din em çûbûna wê dildarê min niha li gel min bûya ji ber hevalan gel bi wesayîdên xwe xelas dikirin û av nan ji me re anîbûn. Lê qeder heya wê derê bû.”
“Ya ku pêşmergeyan kir ji DAIŞ’ê xerabtir e”
Tevahî gelê Şengalê ji fermanê pêşmergeyên PDK’ê sûcdar dibînin. Neheq jî nîn in. Ji ber pêşmergeyan ruxmê dizanibûn wê nikaribin parastina vî gelî bikin, nehiştin ku gel jî xwe rizgar bike. Gel dibêje ger hiştibûna em biçin, wê evqas kes di fermanê de nehatana kuştin û girtin. Maşo jî piştî her gotina xwe xiyaneta pêşmergeyan tîne ziman û dibêje ger hiştibûna me bi xwe wê şerê xwe bikira. Maşo kiryara pêşmergeyên PDK’ê wiha pênase dike: “Vêca em ê çawa revê ji bîr bikin em ê çawa xiyaneta peşmergeyan ji bîr bikin. Heya dinya heye, heya zarokên me werin bîra me em wê xiyanetê ji bîr nakin. Ya peşmergeyan kir ji DAIŞ’ê xerabtir e ji ber ku DAIŞ jixwe dijmin e lê ew di dilê xwe de bi salan e bi me re dijiyan, parastina me dikirin. Me dixwest em birevin lê nedihiştin digotin wê hêz bi hewara we ve bê heya kêliyên dawiyê gel xapandin. Dûre ew reviyan me jî di nava lepên dijmin de hiştin. Me bi çavên xwe dît ku pêşmergeyan cilên jinan li xwe dikirin û direviyan. Ciwanên me ji wan çek dixwestin digotin: “Madem hûn ê me bihêlin û birevin çekên xwe bidin me” nedan û di ser de gule li ciwanên me reşandin û çar ciwanên me şehid xistin. Lê mixabin hê gelê me yê kampan di nava lepên wan de ye divê ji xwe re vê yekê nepejirînin divê werin ser erdên xwe.”
“Ger ne jî wan bûya yek ji me rizgar nedibû”
Piştî meşa 7 saetan em gihîştin rojava li wir gel, YPG û YPJ ji me re bûn alîkar em parastin pêdiviyên me tev pêk anîn em tu caran qenciya wan ji bîr nakin. Ger ne ji wan bûya yek ji me xelas nedibû. Divê em bi wijdan nêz bibin û divê em tev qenciya hevalan ji bîr nekin divê em xiyaneta pêşmergeyan jî tu carî ji bîr nekin ji ber ew sedema fermanê ne. Tiştê me dît divê em ji bîr nekin divê em wê dayika ku DAIŞ’ê goştê kurê wê kelandî û dayê ji bîr nekin. Ê ji bîr neke divê bê ser erdê xwe, nava gelê xwe.
 “Axa mirov şeref û namûs e”
Dema ku warê me hat rizgarkirin ger warê me paqijkirî bûya û rê vekirîbûna, em ê vegeriyana warê xwe. Wê roja ku Til Izêr hat rizgarkirin, me dixwest em li warê xwe bûna. Tiştek wek axa mirov nîn e, çiqas mirov li ser axa hinekên din bijî, nabe axa mirovan. Dema ez vegeriyam mala xwe, ez gelekî kêfxweş bûm. Di zilaman de fikra jin namûs û şeref ê heye lê ew ne rast e ax û war şerf û namûs e ji ber ku ger axa te û warê te hebe wê demê dayik, xuşk, hevjîn û malbata te heye. Axa te tunebe tiştek din tune ye. Vaye me di fermanê de dît ji ber bêwariyê bi hezaran keç hatin kuştin û firotin.
Beriya fermanê jiyana me xweş bû lê em bê perwerde û bê rêxistin bûn. Ji bo wê xweşiya me bi fermanê re cihê xwe da êş û azaran. Lê bi saya gerîlayên azadiyê piştî fermanê me xwe birêxistin kir me xwe perwerde kir me hêzên xwe yên ewlehiyê ava kir. Niha baweriya me bi hêzên me heye û em ne li benda kesek in ku bên me biparêzin. Ji xwe piştî vê saetê em êdî bi tu kesê bawer nakin ji derveyî YBŞ, YJŞ û asayişa me. Em dizanin ew zarokên vî gelî ne ew ê ji bo me her tiştî bikin em ê heya dawiyê li pişta wan bin. Ev tev keda hevalan e heval jî ji bi me çi bixwazin em ê bikin ji ber ku wan ji bo me tax bi tax kolan bi kolan şer kirin û şehîd dan em ê her tim bi wan re bin.”
Qediya…