Çeteyên "Tehrîr El-Şam" rê li ber dermankirina jinên nexweş digire

Jiyana gelek jinên nexweş li Idlibê di metirsiyê de ye, ji ber ku çeteyên bi navê "Heyiet Tehrîr El-Şam" rê nadin wan ji bo dermankirinê derkevin herêmên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Jiyana gelek jinên nexweş li Idlibê di metirsiyê de ye ji ber qedexeyên Heyiet Tehrîr El-Şam, ku rê nade wan ku biçin herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de ji bo dermankirina ku li herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de tune ye.

"Min hêviya dermankirinê windar kir û min xwe teslîmî nexweşiya xwe kir"

Nexweşa penceşêrê Rola El-Saîd a 35 salî diyar kir ku wê ji bo dermankirinê hewl da ku derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê de bibe lê çeteyên Heyiet Tehrîr El-Şam nehiştin ku ew derbas bibe û gef li wê xwarin û wiha got: "Ez bi nexweşiya penceşêra pêsîrê me, ya ku bi giştî tu navendên dermankirinê li vir tune ne, vê yekê ez neçar kirim ku metirsiyên qaçaxçîtiyê ji bo dermankirinê tehmûl bikim ji ber dermankirin tenê li herêmên di bin kontrola rejîmê de û li Tirkiyê heye. Dagirkeriya Tirk gelek alozî û zehmetiyan li ser nexweşên Idlibê ferz dike. Ji bo dermankirinê min berê xwe da Tirkiyê, lê aliyê tirk dosyaya min red kir. Derbasbûna xaka tirkiyê bi qaçaxî ji 1000 dolarî hewce dike, ji ber vê yekê ez nikarim bi qaçaxî jî derbasê tirkiyê bibim. Heyiet Tehrîr El-Şam jî nehişt ku ez derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê de bibim, ji ber vê yekê ji neçarî min hewl da ku ez bi qaçaxî ku bi 200 dolarî ye derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê de bibim, lê Heyiet Tehrîr El-Şam min girt û gef li min xwarin. Min hêviya dermankirinê windar kir û min xwe teslîmî nexweşiya xwe kir."

"Sozekê bi niviskî bi min dan îmzekirin ku ez nêzî herêmên rejîmê nebim"

Emîra El-Osman a 28 salî ku bi nexweşiya penceşîra kolon e anî ziman ku Heyiet Tehrîr El-Şam nehiştin ku ew dermankirina xwe li herêmên di kontrola rejîmê de bidomîne û wiha axivî: "Ji ber kêmbûna dermanên kîmawî û radyolojîk li herêmê ez neçar mam ku bi qaçaxî ji yek ji xalên pêwendiyê yên di navbera hêzên rejîmê û Heyiet Tehrîr El-Şam li rojhilatê Idlibê derbas bbim, lê Heyiet Tehrîr El-Şam min girtin û ji bo îfadeyê 48 saetan min li cem xwe hiştin. Min berdin piştî ku min sozeke nivîskî îmze kir ku ez nêzî wan deveran nebim û hewl careke din hewl nedim ku bi qaçaxî derbasî herêmên rejîmê bibim. Ez guh li tehdîdên Heyiet Tehrîr El-Şam nakimû ez dixwazim careke din biçim herêmên rejîmê da ku xwe îlac bikim."

"Divê kesên eleqedar di peydakirina rêyên alternatîf de berpirsiyariya xwe pêk bînin"

Bijîjka jinan Yasemîn El-Şêx a 45 salî tekezî li ser pêwîstiya avêtina gavan û mekanîzmekê dike ku rê bide jinên bi nexweşiyên giran biçin herêmên di bin kontrola rejîmê de ku dermankirina pêwîst tê de heye û wiha got: "Kesên eleqedar divê di peydakirina çareserî û rêyên alternatîf de ku destûrê dide hemî nexweşên ku dermankirinê dixwazin biçin her deverê ku dermankirina wan garantî dike, berpirsiyariya xwe bigirin. Rastiya bijîjkî li herêmên di bin kontrola Heyiet Tehrîr El-Şam de pir xerab e û ji van nexweşan re asta herî nizm a dermankirinê peyda nake."