"Çavên me li rêyan westiyan"

Jina bi navê Şahîbe Henîf ku yek ji şahidên şerê Kobanê ye, wiha behsa hovîtiya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê dike: "Bi êrîşên dewleta tirk re gelê Kobanê rastî hovîtiyek hat lewre ne zarok û ne kesên temenê wan mezin nas dikirin."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di 15'ê Îlona 2014'an de şer di navbera şervanan û çeteyên dewleta tirk de dijwar bû. Bi vî şerî re bi hezaran şêniyên kantona Kobanê neçarî koçberiyê bûn, gel berê xwe da sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de. Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê zarok pêxas ji malên xwe derketin, pîr û kal li ser pişta zarokên xwe gihîştin ser sînor, gel bi perîşanî derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo gel dûrî mal û milkên xwe nekevin li ser sînor jiyana xwe domandin, her çiqas çeteyan hewl didan êrîşî wan bikin jî gel li ber xwe dida. Ji ber sedema mayinan lingên zarokan dihatin qutkirin, an zarok bê dayik diman an jî dayik bê zarok diman, qirîna zarokan erd dihijand, nalenale dayikan bû. Ji bilî şer jî gelek kes ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin girtin û heya niha jî çarenûsa gelek kesan ne diyar e ka dijîn an mirî ne. Her roj zarok an jî dayik sibehê zû radibin û çavên wan yekser li riya bav, bira an jî hevjînan e, hêviyên xwe ji wan riyan qut nakin.
Têkildarî mijarê jina bi navê Şahîbe Henîf ku ji gundê Minazê yê Rojavayê Kobanê ye, di şerê Kobanê de du zarokên birayên wê hatine girtin û heye niha jî tu agahî ji wan tune ye, ji ajansa me re axivî. 
"Di koçberiyê de em perîşan bûn"
Şahîbe di nava axaftinên xwe de behsa koçberiyê kir û wiha got: "Dema ku şer û pevçûn giran bû, hevjînê min agahî da min ku divê ez û zarokên xwe ji gund dernekevin. Piştî ku êdî çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin û ji aliyê sînor ve jî dewleta tirk alîkarî da çeteyên xwe, hevjînê min hat malê û got divê tu zarokan xilas bikî û ber bi sînor ve biçî. Got divê em jî parastina gund û bajar bikin, tirsa wan ew bû ku hovîtiya wekî Şengalê bînin serê me. Em ji ber neçariyê koçberî ser sînor bûn. Li ser sînor qerebalix zêde bibû, zarokan dayikên xwe winda kiribûn. Mirov dikare bibêje ku roja qiyametê bû ew roj, here û venegere. Dema ku em ji mal derketin, çeteyan agir berda mala min û şewitandin, ji ber ku wêneyên Rêber Apo, şehîdan û zarokên min daliqandibûn. Dema min sînor derbas kir, agahî hat ku zarokên birayê min hatine girtin. Dema zarokên birayên min vedigerin gund ji bo ka û ceh ji lawirên xwe re bînin tên girtin. Lê wan nedizanî ku çeteyan gund dagir kirine. Koçberî gelekî zor e Xwedê neyne serê tu kesê lê wek li me hat wê bi serê Erdogan jî Xwedê heyfa me jê hilîne."
"Ew koçberî tu carî nayê jibîrkirin"
Şahîbe di berdewamiya axaftina xwe de got ku heya roja îro jî tu agahî ji girtiyên wan tune ye û wiha domand: "Ji bilî kuştin, komkujî bi sedan zarokên me hatin girtin, ji wan sedan yek hat berdan. Li gorî ku hat gotin çeteyên DAIŞ'ê gelek îşkence li wan kiribûn, dema ku li Cerablûsê şer dijwar dibe, girtî hewl didin xwe ji girtîgehê rizgar bikin, ji wan yek xwe davêje deverekê û hewl dide xwe bigihîjîne mala xwe. Ew kes derbasî maleke ji malan dibe, paşê jê re dibin alîkar û ew derbasî aliyê Kobanê dibe, ew piştî salên dirêj ji girtîgehê direve. Dema hat dest û lingîn wî nedigirtin. Nikaribû biaxive, heya nikaribû xwarinê bixwe, her tim tirs di hundirê wî de hebû. Li gorî agahiyên ku me girtin hin ji wan dibêjin jiyana xwe ji dest dane û hin jî dibêjin hîna sax in di girtîgehan de ne. Destpêkê dewleta tirk bi riya çeteyên xwe êrîşî Kobanê kir, piştî ku ew di Kobanê de şikest êdî vê carê rûyê xwe aşkere kir û bi xwe êrîşî Kobanê dike. Em dizanin ku Erdogan êrîşî me dike û dixwaze wek Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li me bike lê wê ev yek pêk neyê. Em ê her tim parastina vê axê bikin heya ku zarokên me hebin em ê parastina welat bikin." 
"Hovîtiya DAIŞ’ê û dewleta tirk"
Şahîbe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî heya ji me bê em ê li ber xwe bidin û terka welatê xwe nekin û wiha pêde çû: "Me rûyê dijminê xwe nas kir, heya ku Erdogan sax be wê her tim êrîşê welatê me bike. Ji bo vê jî em hemû bi yek destî divê parastina welatê xwe bikin da ku ev welat bi destên hovan neyê dagirkirin. Lewre em dibînin çi li herêmên dagirkirî dibe. Gel ji ber çeteyên dewleta tirk perîşan bûye. Ev hovîtiya ku li herêmên dagirkirî tê kirin tu exlaq û zagonan nas nake. Tenê kuştin, qetilkirin, destdirêjî û talankirin e. Jixwe armanca wan ew e ku gelê Kurd bi taybetî qir bikin. Lê em tu carî ji qîr nakin, heya em hebin û şervanên me hebin wê tu kes axa me dagir neke. Ji bo parastina welat em ê ji zarokên 7 salî heya kesên 70'ê salî li ber xwe bidin û nehêlin axa me were dagirkirin. Ax ji her tiştî şîrîntir û bi nirxtir e. Em hêviyên xwe ji girtiyên xwe jî qut nakin, wê rojek bê û girtiyên me vegerin.