Çareseriya tûndiya li ser jinên Tûnisî çi ye?

Civakên ku bi hezaran salan di bin serweriya baviksalarî de jiyane û li ser hişmendiyekî ezezîtî serdem derbaz kirine, ne pêkan e bi têkoşînek wasad xwe azad bike, ji ber wê jî pêdivî bi tekoşîneke guherîna hîşmendî ku civakê ber bi asoyên wekheviyê bibe heye.

Civakên ku bi hezaran salan di bin serweriya baviksalarî de jiyane û li ser hişmendiyekî ezezîtî serdem derbaz kirine, ne pêkan e bi têkoşînek wasad xwe azad bike, ji ber wê jî pêdivî bi tekoşîneke guherîna hîşmendî ku civakê ber bi asoyên wekheviyê bibe heye
ZIHUR AL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Tevgera têkoşîna jinên tûnisî li gorî herêmên Ereb û Afrîqiyayê ew pêşeng e, deskeftiyên bi serxwebûnê re bidesxistine di zagonan de jî cîh girtine. Tê zanîn civaka Tûnisî  edet û çanda xwe ya rojhilatî terk nake, tûndiya li ser civakê dide meşandin jî ji pergala baviksalariyê girtî ye.
Her sal di 13’ê tebaxê salvegera weşandina koda rewşa kesan de Cejna Neteweyî ya Jinan tê pîrozkirin, ku di vê kodê de hin mafên jinan hatiye parastin. Sala 1965’an mafê jinan ê perwerdê hat nasîn, li gel wê hevberdan û qedexeya pirjiniyê jî hatibû ragihandin.
li gorî van deskeftiyan jinên Tûnisî her wext bi şidet û tûndiyê re ru bi ru dimîne, ev jî  gengişiyek û di qada siyasî, qanûnî û ragihandinê de sedemên şidetê nişan dikin.
Navenda lêkolînana hikumî û medenî teqez dike ku, şideta li dijî jinan li Tûnisê ketiye rewşek giran û jin ji mafên xwe yên aborî, civakî û çandî bê par dimînin.
Ji bo pêşxistina bendên qanûnî û têkçûyîna şidetê, di 11’ê Tebaxa 2017’an de zagunek bingehîn li dijî tûndiya li beramberî jinan hate weşandin.
Ev zagon li ser bingeha nasîna qanûnên navneteweyî ku şideta li ser jinan lihevkirin e di sala 1993’an de li komelaya Gîştî ya Neteweyên Yekbûyî hatiye pejirandin.
Li aliyekî din wezîra jinên Tûnisî Îman Howêmil di hevdîtinek rojnamegerî ya 24’ê mijdara 2020’an diyar kiribû ku zêdetirî  65 hezar gilî ji yekîtiya ewlehî re hatiye şandin ku şideta li ser jinê aşkere dike.
Li gorî lêkolînên Nivîsgeha Niştimanî ya Bajarvaniyê Malbat û Mirovan  di 10’ê mijdara 2020’an de hatiye teqez kirin, ku  li Tûnisê ji sedî 47,6 jinên temenê wan dinavbera 18-64’an de rastî şidet û tûndiyê hatine.
Her wiha li gorî têbiniyên lêkolînan, ev diyarde bi belavbûna coroneyê ku qedexeya çûnûhatinê a ji Adara 2020’an despêkirî û sê mehan dom kirî, bi xwe re du qatî şidet zêde kir. Dozgeriya lêpirsîna gîştî 4263 dozên  tûndiya ser dijî jin û zarokan girtine ser xwe, her wisa 5111 bersûc di van dozan de hatine tomar kirin. 
Li gorî rêjeya tûndiyê ku ji hêla lêkolîna neteweyî ve hatine dest nîşan kirin wiha ne, ji sedî 31,7 tûndiya laş, piskolojîk ji sedî 28,9, zayendî ji sedî 15,7, aborî ji sedî 7,1 hatiye qeyd kirin. Her wisa tîmên pispor ên girêdayî Ewlehiya Neteweyî ji bo lêkolîna  rewşa şidetê bişopînin hatine avakirin ku ji sedî 52 jin tê de cih digirin.
 Tê hewildan di şeş heyvên ewîl ên sala 2020’an de, hin tedbîrên ji bo parastina jin û zarokan girtine.
Tevî hemû tedbîr û zagonan, gelek pispor pirsên weke ev qanûnên ku ji bo parastina jinê hatin weşandin têrê dike ku tûndiyê ji holê rake dipirsin.
Tê ragihandin ku komeleyên jinan û rêxistinên sivîl ên Tûnisê dê hewidana têkoşînê li hemberî tûndiyê bidomînin, her wisa qanûan mafên wan bi cih bînin ku hemî awayên tûndiya, fîzîkî, exlaqî , zayendî, di nav de tûndûtûjiya siyasî û aborî tewandbar bikin.
Jinên Tûnisî di wê baweriyê de ne ku ji bo têkoşîna li hemberî tûndiyê hewceyî bi hewildanên mezin hene, bi alîkariya navendên girêdayî komele û wezaratê jinê li bajar û herêman hewceye kar bên kirin.
Tê teqez kirin ku jinên Tûnisî ji bûyera 2011’an a parastina deskeftiyên dewleta sivîl a modernîst a ku ji bo serxwebûna Tûnisê di sala 1956’an  de rol listiye.
Di derbarê vê mijarê de rojnameger Sewsen Al-Zgwanî, ku bi pirsgirêka jinê re eleqedar dibe ji ajansa me re nirxandin kir. Sewsen Al-Zgwanî diyar kirk u tundî û şideta li ser jinan di nava civakê de gihiştiye astek bilind, divê ne tenê bi riya qanûnê çareser bikin pêdivî bi “dadgekî mirovî " heye ku qurbaniyê şidetê biparêzin .
Sewsen wiha pêde çu: "Têkoşîna li dijî şidetê gavek ber bi ewlehiya gîştî ve dibe, di demên dawî de gelek şidetên zayendî di her çînên civakê de derketiye holê.”
Komeleya Tûnisiyan bi zagona 58 a 2017’an a li dijî şidetê hatiye tomar kirin serbilindin, lê belê, li gorî daxuyaniyên komeleyan û zagonên pêşgiriyê rêjeya tûndiyê zêde bûye.
Ji aliyê perspektîfa civaknas Samî Nasir ku şideta li dijî jinê formeke kevnare û domdar û bi rengek berbiçave. Samî Nasir bilêv dike ku Tûnis gihîştiye qonaxa bijartina şidetê wekî çand û zihniyetek serdestiya xwe li ser civakê dike û teqez dike ku hin cureyên tûndiyê hene xeterin wek, şidet û bertekên hestiyarî, derbirînî û şidetê navgînekî ji bo pêkanîna armancekê girêdayî dibîne.
Li gorî lêkolîner Samî Nasir, şideta li ser civak tûnisê bi zihniyata zilam ve girêdayê ye, ango "jin ne bi lêdanê be femnakê" û biçûkxistina wan di nav civakê de ne. 
Her wisa civanas Samî bal kişand ser role neyînî di warê zihnî û ramyarî de ku diviya bû rêveberiya civakê di warê piskolijîk û civakî de amede bikira ku aloziyên aborî û siyasî di şoreşan de rû dide, ev yek paşguh kir û dest bi hesab xwestinên siyasî û pêkanîna berjewendiyan ji bazirganên mezin kirin.
Li ser derketina  çanda ku diyardeyên pişgiriyên tundiyê dikin Samî Nasir dawiyê ev nirxandin kir: “Di salên dawî de gelek çandên neyînî ku alîgeriya tûndî û şidetê dikin derketine holê, em behsa çanda êş, têkçûn û dilşikestiyê dikin, her wisa çanda şîn, gilî, û ya gumanbariyê jî di nav de.”