50 sal in bi keda xwe jiyana xwe didomîne
Li Rojhilata Navîn a civaka xwezayî lê tê jiyîn, gelê ku li ser vê erdnigariyê dijî xwedî li mîrateyên erdnigariyê derdikevin. Xezal Mihemed Elî ya ji Qamişlo ku 50 sal in sewalan xwedî dike got ku “Ez bi hezkirinê xwedî dikim, ew jî wiha berhemê didin.”
VIYAN AMED
Qamişlo – Erdnigariya Rojhilata NAvîn bi qasî ku xwedî dewlemendiyekê mezin e, qadên ji bo çandiniyê jî berfireh in. Gelek ji kesên vê erdnigariyê bi bi cotkariyê û bipêşxistina xwedîkirina sewalan jiyana xwe didomînin. Gelê Rojhilata Navîn a li hemberî sanayiya ku bipêş dikeve li ser axa xwe ked didin, vê yekê dizanin ku ew çiqas baş li axa ku li ser çandiniyê dikin û sewalên ku xwedî dikin mêyze bikin dê ewqasî berhem jê bigrin. Jinên ku li ser vê axa ku yekemîn car jiyana xwezayî lê vejîn bû, xwedî li vê mîrateyê derdikevin, çandinî dikin û sewalan xwedî dikin.
Di zarokatiya xwe de bi karên sewalvaniyê re mijûl bû
Yek ji wan jinên ku xwedî li mîrateya kevnar derdikeve Xezal Mihemed Elî ya ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku 50 sal in bi xwedîkirina sewalan jiyana xwe didomîne.
Xezal Mihemed Êlî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser keda mirov a di jiyanê de û wiha got: “Ez ji zaroktiya xwe ve fêrî xwedîkirina sewal, çandinî û pijandina nan bûm. Jiyan bi kedê pîroz dibe lewma mirov bi saya keda destan dikare jiyana xwe bi rê ve bibe. Dema ku mirovek bi destên xwe ked bide wê demê nirxê wê/î mirovî zêde dibe, bi vê yekê jiyan xweş û geş dibe. Di demên berê de bingeha jiyanê ked û hezkirin bû lê di roja me ya îro de her tişt bûye made û mirov nema di jiyana xwe de kedê didin. Di heman demê de mirov dixwazin ku her tişt amade bigihîje ber destên wan, ev yek dihêle ku jiyana madî û çanda kapîtalîzmê zêde bibe.
‘Mirov bi qasî hezkirina xwe berheman digre’
Xezal Mihemed Elî da zanîn ku mirov bi çi şêwazî sewalan xwedî bike, ew jî bi heman rengî berhemên baş dide û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em mirîşk, elok, bizin û çêlekan xwedî dikin û bi berhemên wan debara jiyana xwe dikin. Xwedîkirina sewalan di demsala havînê de xweş e lê di zivistanê de hin zehmetiyên wê hene. Dema ku mirov bi hezkirin sewalan xwedî bike û li wan baldar be, wê demê ew sewal jî bi heman rengî berhemên baş didin. Em niha mast, penîr û rûnê xwe bi xwe çêdikin. Berhemên ku em wan bi dest dixin ji van sewalan hemû jî bi tendirust in, di heman demê de di warê ekolojiyê de xwezayê diparêzin û nahêlin ku qirêj bibe. Her wiha ev berhem di hemû demsalan de tên xwarin bêyî ku xirab bibin.”