25 sal in ji giyayan dermanan çêdike
Çanda çêkirina dermanên xwezayî ango tiba xwezayî ku xwe dispêre îcad û afirîneriya jinan, heta roja me ya îro jî xwe diparêze. Şemsê Mislim a 70 salî yek ji jinên ku heta roja îro dermanên xwezayî bikar tîne ye.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di serdema jin-xwedawendan de peydakirin, çêkirin û afirandina hemû pêwistiyên jiyanê ji aliyê jinan ve pêkhatin, şop û kenveşopiya xwe heta roja me îro berdewam dike. Ji bo vê jî em dibînin ku heta niha bi taybetî bikaranîna Tiba Xwezayî gelek navdar e di civakê de û baweriyeke xurt pê heye.
Yek ji berhemên bi nirx û bi sûd ku xwe dispêre çanda dayîksalar, çêkirin û bikaranîna dermanên xwezayî ye. Ev çand heta roja me ya îro li pêş e ku jin xwezayê di afirîneriyên xwe de bikar tînin û weke dermanekî ruhî, derûnî û xwezayî ji bo mirovahiyê bi kar tînin.
Li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê li kantona Firatê, Şemsê Mislim a 70 salî 25 sal in jiyana xwe bi vî karî derbas û dibêje ku karekî pîroz e. Şemsê jineke xwînşêrîn, bi deq û çavkildayî ye ku ji bo gelek nexweşiyên jinan, ciwanan û zarokan derman ji giha, çîçek û madeyên xwezayî diafirîne. Ji bo ber ku ji mêj ve dermanên xwezayî çêdike û milet sûd jê digre, êdî tê nasîn û ji her derê jin berê xwe didin ba wê. Şemsê jineke wisa ye ku di tûrikên xwe de îcad, ked û afirîneriyan xwe hemû kom kiriye û bê bedel pêşkêş dike.
‘Di afirandin û dermankirina nexweşiyan de bijîjeke xwezayî ye’
Şemsê Mislim a bi eslê xwe ji gundê Qoşlî yê li Rojhilatê Kobanê ye, wiha dibêje: “Ez xwe di çêkirina derman û dermankirina gel de weke bijîşkeke tiba xwezayî dibînim. Beriya 25 salan min dest bi vî karî kir ku cîraneke me ev kar dikir û min jî xwest ez xwe fêr bikim da ku xizmetê ji bo civaka xwe pêşkêş bikim û destên min bibin derman. Ez di gelek mijaran de serwer im, dermanan ji bo ducanîbûnê, zerikê, poçik, bawesîr, qefirxan, êşa serî, navik, loran, kolon, êşa made, çong û piştê û hwd. Ji bo gelek nexweşiyan ez enerjî û baweriya xwe bi kar tînim lê zêdetir dermanan ji giha û xwezayê diafirînim. Gelek gihayan bi xwe kom dikim û yên li herêma me jî dernakevin, ji deverên din dixwazim. Di tevahiya 25 salan de, heta niha kî hatiye gel min rehet bûye û sûdê girtiye.”
‘Tiba xwezayî naskirin û famkirina xwezayê ye’
Şemsê bi van gotinan pênaseya tiba xwezayî kir: “Tiba xwezayî tê wateya naskirin û famkirina xwezayê, di serdemên berê de jinan li gorî pêdivî ango nexweşiyên ku derdiketin giha kom dikirin û derman diafirandin. Dema ku tiştek bi zarokên wan dibû, jinan berê xwe didan zozan, gelî û newalan û gihayên cur be cur kom dikirin, derman ji wan çêdikirin. Em niha heman tiştî dikin, xwezayê di dermankirina mirovan de bi kar tînin. Gelek zarok û jin piştî diçin bijîşkan û dermanên kîmyewî bikar tînin, baş nabin. Ez dibînim tên gel min û bi carekê baş dibin.”
Şemsê Mislim bal kişand ser bandora madeyên kîmyewî û got: “Ez kilê sibhanî bi destên xwe çêdikim, ev kil ji bo hesasî û nexweşiyên çavan gelek baş e û rehet dike. Em dibînin a niha kilên cur be cur hene lê ev kil bi demê re çavan xirab dikin û bijangan diweşînin. Aleternatîfa vî kilî, kilê sibhanî yê ji madeyên xwezayî çêdibe. Ez çêdikim, hem li çavên xwe didim hem yên ku ji min dixwazin didim wan.”