134 rojên berxwedanê: Bihustek jî ax bimîne em ê Kobanê bernedin

1, 2, 3, 4...132, 133, 134… ev ne tenê hejmarek e. Hejmarek wiha ye ku di hemu kêliyên her rojê, hemu deqe û saniyeyên di nav wê rojê de bi bûyerên ku li Kobanê diqewimî, berxwedana ku li wir dihat meşandin qedera gelekî diyar dikir.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê xwe bi rengekî fermî di Nîsana 2013`an de hebûna xwe li Sûriye û Iraqê ragihandin, êdî rewşa herdû welatan jî ber bi pêvajoyeke xeter û xwînmij ve çû. Ji ber vê bajarên ku di salên 2014-2019`an de ketin destên DAIŞ`ê, bi kiryarên herî hov re rû bi rû man. Çeteyan alozî û nakokiyên navxweyî weke derfet bi kar anîn, ji lewre hejmareke mezin ji bajaran weke Mûsil, Reqa, Dêrezor, Minbic, Tekrît, Feluce û hwd. dagir kirin. Li aliyekî din jî bi hezaran çete ji 110 welatên cuda yên cîhanê ji sînorên dewleta tirk derbasî axa Sûriye û Iraqê bûn.   

Planên çeteyên DAIŞ`ê yên herî mezin girtina bajarê Şamê û Iraqê bû, ev yek jî xwe dispêre bicihanîna navê wan ê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Ev plan bi ferman û perspektîfên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan hatin guhertin û berê çeteyan da herêmên ku Kurd lê dijîn.

Di 15`ê Îlona 2014`an de planên hevpar ên dewleta tirk û DAIŞ’ê têk çûn

Di 15`ê Îlona 2014`an de bi hezaran çeteyên ku xwe li tevahî cîhanê birêxistin kiribûn, ji aliyên Rojhilat, Rojava û Başûr ve bi çekên giran, tang û panzêran êrîşî bajarê Kobanê kirin. Di encama êrîşa dijwar a çeteyan de piraniya gund û beşek mezin ji navenda bajarê Kobanê hatin dagirkirin. Ji ber vê beşeke mezin ji şêniyên Kobanê neçarî koçberiya li Bakurê Kurdistanê bûn.

Li dijî van êrîşan şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di salên 2011-2012`an hatin damezrandin, berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Berxwedana bêhempa ku bû rojeva herêmî û raya giştî, deng veda û bandoreke mezin li seranserê Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Ji lewra dilê her Kurdek li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Awropayê her wiha ji 93 welatên cîhanê ji bo Kobanê lêda. Ji ber vê xwedî derketinek mezin ji bo destana Kobanê çêbû, welatparêzan sînor derbas kirin û xwe gihandin seferberiya ji bo Kobanê. Di encama hembêzkirina berxwedana Kobanê de ji bo şerê mayîn û nemanê ku li Kobanê dihat meşandin, dilê şervanan, Kurdên li Amedê, Mihebad, Hewlêr, Awropa û dostên Kurdan ên ji 93 welatên cîhanê lêda. Berxwedana Kobanê piştî 134 rojan di 26`ê Çileya 2015`an de bi ser ket.

Bi munasebeta 8`emîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê, rojnameger û nûçegîhana ajansa Hawar Dicle Ehmed ku tevahî kêlî û rojên şerê Kobanê jiyankiriye ji ajansa me re parve kir.

*Weke rojnameger beşdarbûna we ya berxwedana Kobanê çawa bû?

“Min ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê cihê xwe di qada çapemeniyê de girt, di nava van salên dirêj de ez rastî gelek bûyeran jî hatim lê herî zêde ez ji berxwedana Kobanê bi bandor bûm ku vê yekê rengê xwe da rojnamegeriya min. Bûyer û rêbazeke nû ya êrîşan bû her wiha di warê berxwedanî û têkoşîna li dijî êrîşan de jî şêwazeke cuda bû, ne tenê ji bo min ji bo gel û şervanan jî heman tişt bû. Bi gelemperî şerê Kobanê ji hemû aliyan ve tecrubeyeke nû bû, pir cuda bû. Ji bo me weke ragihandin tecrubeya yekemîn bû, ji ber vê bêguman tirs hebû. Lê dema ku me didît şervanek bi kilêşê li hemberî tangê şer dike, me tirs û heyecana xwe ji bîr dikir û zêdetir giraniya xwe dida erka xwe ya diyarkirin û parvekirina wê berxwedanê.

*Beriya êrîşên 15`ê Îlonê, li herêma we atmosfereke çawa hebû?

Beriya êrîşên di 15`ê Îlonê de, sê êrîşên mezin ji aliyê Cebhet El-Nusra ve hatin kirin. Êrîşa destpêkê di 20`ê TÎrmeha 2013`an de li ser kantona Girê Spî pêk hat. Ev şer ji meha Tîrmehê heta Îlonê bi xwe re gelek êrîşên din jî anîn, ji ber vê êdî Kobanê diket çemberê. Li Rojhilatê Kobanê ji aliyê Girê Spî, ji Rojavayê Kobanê ji aliyê Cerablûs û ji aliyê bajarokê Sirînê ve êrîşeke sêalî dest pê kir. Ev êrîş ji aliyê Cebhet El-Nusra ve hatin kirin, piştre jî tenê navê wan hat guhertin, bû DAIŞ. Di destpêkê de hemû êrîş ji aliyê şervanên YPJ`ê, YPG`ê û Odeya Operasyona Volkana Firatê ve ku gelek hêzên weke Şems El-Şemal, Siwarên Reqa, Cebhet El-Ekrad û hwd. di nav de cih digirtin, dihatin şikandin. Beriya ku êrîş bigihîjin Kobanê gelek êrîşên cuda yên DAIŞ`ê hatin kirin. Di êrîşa li ser Şengal, Mûsil û Lîwaya 93 a artêşa Sûriyeyê ya navçeya Eyn Îsayê de DAIŞ’ê komkujî pêk anî. Ji ber ku li Mûsil û Eyn Îsa jî berxwedanî tune bû û çeteyan yekser her du herêm serwer kirin, hemû  cebilxane, çek û tangên herî pêşketî desteser kirin. Heta ku çekên giran û pêşketî di destên çeteyan de tunebûn, şervanan tevahî êrîş dişikandin. Lê bi girtina van çekên giran ên cur be cur, çeteyan plana xwe guhertin ku êrîşî Kobanê bikin, di nava çend rojan de bigrin û nimêja cejnê lê bikin. Ev plan yekser bi perespektîfa dewleta tirk pêk hat. Dewleta tirk ji aliyê Girê Spî, Cerablûs û gundên Rojhilatê Kobanê ve sînorên xwe ji çeteyan re vekir û ji aliyê lojîstîk, çekan û madeyên hişbir ve destekê da çeteyan.

*Destpêka êrîşan tabloyeke çawa ava kir?

“Ciwanan kilêş digirtin û beşdarî şer dibûn”

Êrîşên li ser Kobanê di şeva 15`ê Îlonê de li gundê Telikê yê li Rojavayê Kobanê dest pê kirin. Piştre êdî eniyên şer dorfireh bûn, rast e em her dem dibêjin çeteyan ji sê aliyan ve êrîş kir lê şer bibû 5 enî. Tê bîra min ez cara yekemîn çûm eniya şer û bi taybetî dibistana gundê Êlecaxê. Hîn rojên destpêkê yên êrîşan bûn, min dît ku çend şervan li pişt dîwarekî bi kilêş û bombeyên destan şer dikin. Min jî xwest ku ez dîmenê êrîşa çeteyan bikşînim, dema ku min çarçoveya xwe teng kir min dît ku çete bi tang û fuzeyan êrîş dikin û şervanên me jî bi kilêşan bersiv didin. Ez nêzî seatekê li wir mam, tang û gule kêliyek jî ranewestiyan, ji ber vê mirov çiqas dijwariya êrîşan bîne ziman jî kêm e. Me bi hezaran kêliyên bi êş derbas kir, yek ji wan koçberiya gel bû. Di destpêkê de şêniyên gundewaran ji malên xwe derdiketin. Zarok, jin û extiyar derfeta derketina bi wesayîdan jî tune bû, ji ber vê gelek malbat bi rojan dimeşiyan heta xwe digihîştandin cihekî bi ewle. Kobanê bibû wargeh ku her kesê xwe spartibûyê ji bo xwe ji êrîşan biparêze. Li aliyekî din me didît ciwanan kilêş digirtin û beşdarî şer dibûn, dema me tabloyeke wiha didît hestên cuda, cuda bi me re çêdibûn.

“Serkeftina berxwedana Kobanê vîna gel û şervanan bû”

Li gorî ku min dît, tişta bû sedema serkeftina berxwedana Kobanê vîna şervanan û gel bû. Vîn û îsrara serkeftinê ya di dilê wan de li ser rûyê wan jî diyar bû. Bi rojan ranedizan û xwarin jî nedixwarin, em ji vê yekê bi bandor dibûn lê dîsa jî baweriya serkeftinê bi me re ava dikir. Kesê bawer nekir ku li Kobanê berxwedaneke di vê astê de pêk were û em bigihîjin encamên wiha jî. Dewleta tirk û çeteyan jî hêvî dikirin ku ew ê di şerê gundan de bi ser kevin û di çend rojan de bigihîjin navenda bajar lê ev yek pêk nehat. Ji ber vê şikestina DAIŞ’ê ya yekemîn di dibistana gundê Serzûrî de bû. Di 24 seatan de komek şervanan bênavber şer kirin, şervanên jin digotin em qebûl nakin guliyên me bikevin nava destên DAIŞ’ê. Ji ber vê komê çalakiyên fedayî kir û heta dawiyê li ber xwe da. Bi vê gavê re hemû şervanan hêz girtin û asta berxwedanê bilind bû. Girê Dolê yê li Rojavayê Kobanê girekî bilind e ku Kobanê tev jê xuya dike. Li wir şehîd Zozan û Êrîş hebûn, digotin dema em li pişt xwe dinêrin Kobanê xuya dike, ji ber vê em ê nehêlin Kobanê ji çeteyan xuya bike û em ê bibin mayînek û di tangên çeteyan de biteqin. Ev gotina wan bi cih hat, bi pêşengiya fermandar Zozan û Êrîş tanga çeteyan di ser bedena 11 şervanan re derbas bû, dîsa jî ew enî bi pêş neket. Her wiha şehîd Rêvan û Arîn Mîrkan jî çalakiyên fedayî kirin. Bi giştî bi dehan çalakiyên fedayî hatin kirin ku mirov dikare bibêje bûn bingeha serkeftina Kobanê.

*Pêla koçberiyê çawa bû, bi taybet malbatên ku di navbera her du sînoran de man?

“Heger bihustek ax jî bimîne em ê Kobanê bernedin”

Dewleta tirk beriya êrîşan ji bo koçberan kamp amade kiribû, ev yek jî girêdayî plana wan a valakirina herêmê bû. Ji ber vê di dema pêla koçeriyê de dewleta tirk sînorên xwe ji aliyê gundê Qeremox, Til Şiîr û Kaniya Kurdan ve vekirin. Em digeriyan û me didît li her derê gel koça xwe daniye, li aliyekî êşa koçberiyê û li aliyekî fikarên wan ên li ser mal û milkên wan bû. Piraniya kesan nedixwestin ji Kobanê derkevin lê ew neçar man derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji ber ku çeteyan bi zanebûn sivîl bi tang, hawan û guleyan hedef digirtin û gelek caran jî ew weke mertalên zindî bi kar dianîn. Li rex vê yekê gelek malbatan qebûl nekir derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û li ser sînor man. Erdekî li ser sînor bû, derdora wê tev de mayîn bûn. Ev gel tevî germ, serma, berf, baran, êrîşên DAIŞ`ê û dewleta tirk jî li wir man. Em weke rojnameger em jî zarokên vî bajarî ne, ji ber vê me gelek caran hestên ku gelo em ê bimînin an nemînin jiya. Rojekê ez çûm gel fermandarekî, ken li ser rûyê wî qut nedibû. Min ji xwe re digot di nava ewqas şer û pevçûnan de ev çawa dikarin wisa bikenin. Ji ber vê min jê pirsî gelo wê Kobanê bikeve, bi rûkenî û baweriyeke mezin bersiva min da û got; “Dîcle heger bihustek ax jî bimîne em ê Kobanê bernedin.” Ev gotin têrker bû ku moral, hêvî û baweriya me ya serkeftinê teqez be.

*Di Kobanê de reng, deng û sekna jinên Kurd di asta cîhanê de diyar bû, te jî şahidiya vê yekê kir. Şervanên YPJ`ê û jinên cuda yên ku man, roleke çawa lîstin?

“Çeteyan ji tilîliyên şervanên jin ditirsiyan”

Gelek aliyên balkêş ên berxwedana jinan hebûn lê ya ku bala min dikişand  tirsa çeteyan ji tilîliyên şervanên YPJ`ê bû. Her wiha çeteyan nedixwest bi YPJ`ê re şer bikin. Ji lewre dema ku dengê tilîliyên YPJ`ê dihat, me hemûyan jî hêzeke mezin jê digirt. Ji bo vê dema ku em dibêjin berxwedana Kobanê bi pêşengiya YPJ`ê bi ser ket, em di vê wateyê de dibêjin. Li aliyekî din gelek jinan û dayikan xwe bi rêxistin kiribûn, ji şervanan re xwarin çêdikirin, alîkariya birîndar û malbatên li ser sînor dikirin. Van jinan bênavber xwe bi rêxistin dikirin, tevî ku êrîş ranediwestiyan jî ew di têkoşîna xwe de bi îsrar bûn. Me jî hewil da em vê rastiyê bi raya giştî re parve bikin û bi rastî jî bandora xwe kir.

*Piştî 8 salan li ser êrîşên DAIŞ`ê û 3 sal li ser tunekirina DAIŞ`ê re derbas bûn, hûn bi vê wesîleyê êrîşên ku roja me ya îro ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên çawa dinirxînin?

Dewleta tirk rasterast alîkariya çeteyan dikir. Di dema êrîşa li ser deriyê Murşîd Pînarê ya di 29`ê Mijdarê de, dewleta tirk deriyê xwe vekir ku panzêrên çeteyan derbasî Kobanê bibin û xwe biteqînin. Her wisa birîndarên çeteyan bi wesayîdên dewleta tirk derbasî wî alî dibûn. Bi berxwedana ku li Kobanê hat nîşandan, xeyalên dewleta tirk ên ku dixwest bi riya çeteyan bi cih bînin têk çûn. Piştî yekemîn têkçûna DAIŞ`ê li Kobanê êdî operasyonên mezin hatin destpêkirin ku li Girê Spî, Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqayê êdî hemle gihîşt Baxozê û DAIŞ`ê ji aliyê erdîngarî ve bi temamî hat tunekirin.

Tunekirina DAIŞ`ê derbeyeke mezin li dewleta tirk da, ji lewre êdî ew weke dewlet bi rengekî rasterast dest bi pêkanîna planên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di 2016`an de Bab, Ezaz û Cerablûs dagir kirin, piştre di 2018`an de Efrîn, di 2019`an de piştî serkeftina li Baxozê, Serêkanî û Girê Spî dagir kirin. Heta vê kêliyê jî êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmê tên meşandin, li aliyekî din heta niha jî destek dide şaneyên DAIŞ`ê yên razayî. Di operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku li kampa Holê hatiye destpêkirin de, rojane belgeyên di navbera DAIŞ û dewleta tirk de derdikevin. 
Dewleta tirk berxwedana gelan qebûl nake, ji ber vê bi xwe êrîş dike. Tevî vê yekê ew di tevahî êrîş û dagirkeriya xwe de rastî berxwedana şerê gelê şoreşgerî tê. Zarok, ciwan, jin û extiyarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cur be cur li dar dixin, beşdarî rewşa awarte bûne û di her derfetê de li dijî van êrîşan disekinin. Ev yek jî careke din planên dewleta tirk ên li ser van herêman vala derdixe. Êdî gelên vê herêmê di zanebûna planên dewleta tirk de ne. Ji ber vê em bi ruhê şerê Kobanê, berxwedana YPJ`ê, YPG`ê û ew şehîdên fedayî li dijî planên dewleta tirk li ber xwe didin.”