Roja aştî û aramiyê: Çarşema Sor

Cejna Çarşema Sor, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ya herî mezin û watedar e ji dîroka qedîm ve weke sersal tê pîrozkirin.

MEDYA HAWAR

Şengal – Cejna Çarşema Sor, bi navê din ‘Çarşema Serê Nîsanê’ li gorî bîr û baweriyên civaka Êzidî, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguherîne di wê rojê de.

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna (diyar) milyaketên Xwedê re cîhan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîrozkirin. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xweza ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, kulîlkên rengîn ji xemla Nîsanê bi her cihekî pêwist û girîng ve têne daliqandin.

Çarşema Serê Nîsanê wekî cejna Tawisî Melek û wek sersal tê pîrozkirin. Baweriya Êzdayetî him di jiyana manewî him jî maddî de ji bo Êzidîyan nirxek çandinî ya giranbuha ye. Li gorî baweriya afirandinê ya Êzidiyan gerdûn roja çarşemê yanî roja çaran hatiye afirandin. Ew roj Tawisî Melek xwe berdaye ser axê û afirandina gerdûnê temam bûye.

Roja dilpakî û aştiyê ye

Roja cejnê, roja efûkirina sûcên li hemberî hev in. Roja ku li şûna kîn û nifrînê, roja aştî û biratiyê ye. Bihatina Nîsan û Biharê re, hêza xêr û xweşiyê bi serdikeve, şer û xerabî têk diçe. Ji ber vê yekê jî di vê roja pîroz de, bi cejn û şahî ji hêza afirînêr re, rêz têgirtin.

Çarşema Serê Nîsanê bi boneya wê baweriya dibêje, wê rojê dinya hatiye afirandin û wê rojê her sal dîsa Xwedayê aleman Dîwana heft melekên xwe dicivîne ji bo ku qedera dinyayê û ruhberan ji bo sala li pêşiyê diyar bike, di nava Êzîdiyan de yek ji rojên herî pîroz ên cejnan e.

Hêk temsîla avakirina gerdûnê ye

Di vê cejnê de hêk tê kelandin û wan rengoreng dikin. Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ne. Lewma di qewlên Êzîdiyan ên derbarê afirandina dinyayê de, teşbîha dureyekê mîna hêkê tê kirin ku bi şikestina wê derya û dinya, pê re jî tevahiya gerdûn û jiyanê peyde dibe.

Civaka Êzidî tevî hemû komkujiyan jî dev ji bawerî û pergala xwe ya ku ji bo baweriya wê hatiye avakirin berneda. Êzidî avabûna dinyayê û hemû qonaxên guherînê pîroz dibînin, her pêkhatina ku di gerdûnê de çêdibe, pêşketina xwe temam kiriye di atmosfereke cejn û şahî de pîroz dike. Çarşema Serê Nîsanê jî yek ji van cejnan e. Yek ji 6 cejnên ku di civaka Êzidî de girîng tê dîtin e. Her rituela ku di cejnê de tê kirin, bi wateya xwe ya felsefîk dihewîne ji me re deriyê zanistê vedike.

Hêk rengoreng tên kirin

Hêk bi rengên ku ji xwezayê tên girtin tên boyaxkirin. Hêk bi esasî ji 7 tebeqayan pêk tên. Dema qeşa dihele şeklê ku cîhan digre dişibe şeklê hêka piştî dipije. Roj diyarker dibe, ji rûyê erdê re ronî tê. Heyv û stêrk ava dibin. Piştre li ser rûyê erdê ax, av û di nava ahengek de bi pêş dikeve. 7 tebeqeyên hêkê van avabûnan vedibêje. Zerika hêkê roj û tebeqeyên derdora wê, avabûnên li ser erd û ezmanan, ango cîhanê di nava tevahiyek de vedibêje. Cîhan li dora rojê avabûna xwe temam dike. Di Cejna Çarşema Serê Nîsanê de bi hêkên rengîn tên boyaxkirin çêbûna cîhanê tê vegotin. Hêk tên kelandin, tên boyaxkirin û li quncikek malê tên hiştin û pêşkêşî mêvanan tên kirin. Hêk tevlihev tên kirin. Di heman demê de lîstoka girtina şikandina hêkê tê lîstin û yên ku bikaribin hêkê bişkînin dibin alîkara çêbûna cîhanê.

Kulîlka Nîsanê reng dide cejnê

Di mîtolojiya Êzidatiyê de tê gotin ku destpêkê ax, piştre av, hewa û bi wan re hêşînahî, ajal û herî dawî jî mirov ava dibe. Kulîlkên sor ên ku di meha Nîsanê de di axê de şîn dibin, yek ji sembolên esasî yê vê cejnê ye. Ev kulîlk xwîna ku diherike laşê mirov û hemû zindiyan temsîl dikin. Kulîlkên sor ên hatine berhevkirin bi heriyê yan jî hevîrê li deriyên xaniyan ve tên zeliqandin û qalikên hêkan ên rengîn bi wan ve tên zeliqandin. Ev jî bi sala nû re ji bo hatina bereket, bextewarî û aramiya malê tên kirin.

Di baweriya Êzidiyatiyê de, her tiştê ku ronahiyê ango rojê temsîl dike, pîroz e. Ji ber vê sedemê rojek beriya cejnê danê êvarê çira tên pêxistin. Beriya ku roj biçe ava jî hemû mal şêrînahiyê, hêkên rengkirî û kulîça ku ji cejnê re çêkirine li cîranan belav dikin. Di sibeha cejnê de ber bi avabûna rojê dua tên xwendin û ji hemû cîhanê re aştî û kêfxweşî tê xwestin. Piştî nimêja tavê bi çûyîna qubeyê gor tên ziyaretkirin. Piştre vegera malan dest pê dike, bi kesên li mal û cîranan re cejn tê pîrozkirin û şahiyên cejnê dest pê dikin.

Bûka salê Nîsan e

Di tevahiya meha Nîsanê de kes nazewice. Tê gotin ku meha Nîsanê bi baran, keskahî û kulîlkên xwe yên şîn dibin re bihuşta hemû demsalan e. Divê ji xeynî vê tu bedewî nebe. Mînak zewicandinê di meha Nîsanê de guneh e. Nîsan dibêje ez im bûka salê, bila kesek xwe nexemilîne weke min. Bi biharê re her tişt nû dibe. Xweza bedena mirov û her tişt nû dibe.

Girêdana ku Êzidî di cejnan de bi xwezayê re pêk tînin, xwedî wateyeke kûr a felsefî ye. Wateya her tevgerê ku di cejnê de tên kirin ruhê civakî yê baweriya Êzidiyan vedibêje. Guhertin û êrîşên baweriya ku civaka Êzidî hewl dide zindî bihêle, di fermanan de îfade dibîne. Di her cejnekê de xemgîniyên heye, acizî û cûdabûn ji ortê radibe. Hemû civak bihevre civakbûnê ava dikin û xêrê li hemû zindiyan belav dikin.

Çarşemba Sor ne navekî rast e

Li gorî baweriya Êzidatiyê pêwîst e ya rast were kirin. Ji bo me gelekî girîng e ku civaka Êzidî xwedî ruhekî hevpar û baweriyê be. Berê her tiştî ji vê cejnê re ‘Çarşemba Sor’ tê gotin. Lê ev ne navê rast e. Êzidiyan ev nav bi fermaneke ku hevdemî Cejna Çarşema Serê Nîsanê tê girtine. Lê Êzidî naxwazin vê cejnê bi xwîn, şer û komkujiyan pîroz bikin. Ji bo destpêka sala nû bi çêbûna cîhanê dest pê dike û Êzidî jî vê yekê wek cejn pîroz dikin.

xweza bêyî jin nikare rengîn bibe

Li Laleşê, roja cejnê ya ku meclisa Ruhanî pêşwazî dike jin e. Di pêşengiya jinan de ketina qada pîroz tê kirin. Ji bo xatirê dayik û xwişkên Êzidiyan. Ev pîrozahiya jinan nîşan dide. Di dîroka Êzdayetiyê de vê pîroziyê xwe parastiye lê îro di encama êrîşên dijmin de jinên Êzidî di bin zextên giran de ne. Têkiliya vê cejnê bi jinan re jî ji dilsoziya wan a bi xwezayê re tê. Girêdana jinan a bi felsefe û axê re jinan jî dike pêşengên vê cejnê. Jin bêyî xwezayê nikarin bijîn û xweza jî bêyî jinan nikare rengîn bibe. Jin û xweza hev temam dikin.

Cejna Çarşema Serê Nîsanê di çarşema yekem a Nîsanê de ye. Lê niha tenê Eşîra Feqîran di vê dîrokê de yanî 10’ê mehê pîroz dikin Feqîr li gorî hesabê xwezayê li gorî heyv û rojê, roja cejnê dizanin. Ji hesabê feqîran re dibêjin hesabê Mergehê, mergeh jî Şengal e. Lê di 60 salên dawî de Babe Şêx li gor hesabê Laleşê diçin, ji bo wê ew hefteyek şûnde pîroz dikin. Lê ya rast ji aliyê tevahî Êzidiyan ve tê pejirandin ku hesaba Feqîran e.

‘Adarê reşand nîsanê neqişand’

Edlê Ilyas ji me re li ser rêwresmên cejnê axivî û wiha got: “ Îroj roja çarşembê ye, roja ku duniya kemilî yanî avabûna wê bi encam bû. Her kes hêkan renge reng dikin û xweşiya insanê jiyan dikin. Gotinek heye dibêje adarê reşand nîsanê neqişandi. Cejnekî bi xêr û berekete. Erd û ezman kesk dibin her der dibe gul û çîçek. Dilê her kesî xweş dibe û geş dibe. Kesên ku jihev acizbin di vê rojê de lihev tên. Di vê rojê de her kes kêfxweşe û ji bo pêşwazîkirina wê bi coş bê kirin her kes rojek beriya wê hêka dikelînin û renge reng dikin. Kulîçan çêdikin û şekirokan amade dikin.”

Bihêviya bibe cejna aşitiyê’

Edlê Ilyas da zanîn ku cejna xêr û bereketê ye û li hemû civaka êzidî pîroz kir û wisa got: “Her kes xêrekê dike û xwarinê derdixin. Xêr xwedanê xwe nas dike. Ger kesek bêje xêr jibo xweda ye hemû bela jê dûr dikevin. Cejna xwşiyê ye. Her kes gul û çîçekan di heman demê de qaşilkên hêka bideriyê mala xweve vedikin. ji bo diyar bibe ku di vê malê de kes jiyan dike û ji bo pêşwaziya her kesî jî amade ye. Ew qaşûlkên hêka li nava erd û zeviyan jî tên belav kirin ji bo xêr û bereketa wê zêde bibe. em vê cejnê li hemû hevalan civaka Êzidî û her insanekî pîroz dikin. bihêviya bibe sala aşitî û bidawî anîna şeran.”