Li Hewremanê Cejna Pîrşalyar hat pîrozkirin

Di serî de li Hewremanê, Cejna Pîrşalyar li herêmên Rojhilatê Kurdistanê û çend bajarên başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin. Ev cejna qedîm, ji baweriya Zerdeştiyê tê û koka wê digihîje beriya bi hezaran salan.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Cejna Pîrşalyar bi şahiyan hat pîrozkirin. Duh piştî saat 15.00’an tevî berfê jî cejn bi kêfxweşî hat pîrozkirin. Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema serê Sibatê de tê pîrozkirin û sê rojan didome. Ev cejn li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 Zerdeştiyan e; di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin. Di şahiyên cejnê yên duh de gelek kesan li ser berfê govend girtin. Jin bi kincên xwe yên neteweyî tevli pîrozbahiyan bûn. Ji ber rewşa heyî ya li Îranê û Rojhilat, pîrozbahî bi rengê şermezarkirinê lê bi awayê bêdeng bûn. Jinan di pîrozbahiyan de ji bo şermezarkirina sergirtina bi zorê, serê xwe vekirin.

Di dema ketina cemreyan de du caran tê pîrozkirin

Cejna Pîrşalyar, a li Hewremanê dest pê kir; li Sine, Kirmanşah, Merîwan, Pave, Ciwanro, Bane, Seqiz, Tehran û bajarên li bakurê Îranê, bajarên herêma federal a Kurdistanê Silêmaniye, Hewlêr û Kelarê jî hat pîrozkirin û gelek kesan berê xwe dan Hewremanê. Di pîrozbahiyan de destpêkê her kesê selam da hev dûre jî Hewremaniyan şekir îkramê kesên ji bo pîrozbahiyan hatibûn kirin. Derwêşên Hewremanî, rîtuelên aydê Cejna Pîrşalyar pêşkêş kirin. Sema hat gerandin, zikir hatin kirin.

Cejna Pîrşalyar a ku çavkaniya xwe ji Zerdeştiyê digre koka wê digihîe beriya hezaran salan. Di roja me de hinek be jî mirov şopên îslamê jî di nava vê cejnê de dibîne. Ev cejn salê du caran, heye û pîrozbahiyên wê, bi govend û şahî 3 roj didomin.