Hizrê zarokan ê pak

Zarok her tiştî zindî dibînin û hizrê wan ê pak gelek tiştan bi bîra mirovan dixin. Weke mirovên despêkê hînî fêlbaziyan û xirabiyan nebûne. Ew dikarin tasa avê danin ber serê sewalan ê jêkirî û difikire ku ew dijî û dikare avê vexwe. Dikare ji bo jêkirina çiqek darê bi rojan bigirî û cardin wî şaxê hatî jêkirin biçîne. 
Zarokê 4 salî Silêman dema ji nava zarokan dihat dît li ber derî bavê wî tuya wan dikezêxe ji bo li xwe bide û baştir çêbibe dest bi girî kir û ji bavê xwe re got jêneke. Bavê wî çikir nekarî pê bide bawerkirin ji bo çî jêdike. Silêman jî nekarî bavê xwe bide sekinandin bi înad çu ew tayên jê kirî cardin li erdê çand. Darê jî Silêman vale dernexist û ji nû ve şîn bû. Li cihê darek tuyê gelek darên Silêman ên tuyê çêbûn.
Ev zaroka milê xwe li van peyîkeran jî gerandiye kî dizane dibe ku bi wan re daxive û ketiye nava sohbetê. Di be ku ji wan daxwaz dike rabin û pêre biçin nava lîstikê.
Ev wêne li Parka Şanîdar a Hewlêrê hatiye kêşan.
Wêne: Şehrîvan Tunc