Dîroka herêmên Şehbayê ya li bakurê Helebê

Herêmên Şehba di warê çandî, dîrokî, aborî, çandinî û jiyanî de xwediyê gelek mîrateyan e.

HESNA MIHEMED

Şehba - Herêma Şehbayê yek ji herêmên Bakurê bajarê Helebê ye. El-Şehba bi hewaya xwe ya nerm û deştên xwe yên ku ji sînorên quntarên çiyayê Efrînê û quntarên çiyayê Lîlûnê li rojava, heta sînorên herêma Seman li başûr û li rojhilat jî herêmên Bab û Minbicê ber bi sînorên dewleta tirk ve li bakur, tê nasîn. Herêmên Şehbayê wekî girêdanek di navbera şaristaniya Heyva Berdar (Mezopotamya) û Rojava de tên hesibandin û ew dergehê sereke û deşta berdar a rêzeçiyayên çiyayê Toros û çiyayên peravê yên Deryaya Navîn in. Herêmên Şehbayê navnîşana dîrokî ya şaristaniyên li pey hev ên Sûriyeyê ye û li gelek bajar û metropolên girîng rewş û nasnameya xwe diyar dike.

Hemû belge îsbat dikin ku herêmên Şehbayê ji sedsala 15'an heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, yanî dema ku Sûriye serbixwe bû li gorî peymana Sykes-Picot a ku herêm ji bo berjewendiyan parçe kir, girêdayî dewleta Helebê bûn. Welatên hevalbend ên ku di şer de bi ser ketin û ew kirin warên bandorê li gorî berjewendiyên wan welatan, ji bo desteserkirina şiyanên gelên herêmê bi hilberandina sîstemên girêdayî bazarên aboriya wan a yekdestdar û parastina jêderên enerjiya wan di wê hezar salê de. Şeş bajar û nêzî 600 gund girêdayî herêmên Şehbayê ne ku mezinahiya wan ji mezin heya biçûk diguhere û bajarên herî girîng ev in; Ezaz, Til Rifet (Til Arvad), Cerablûs, Minbic, El Bab, El Safîra, Til Aran û Til Hasil.

Herêm û cihên şûnwarî yên Şehbayê

Şehba yek ji zengîntirîn deverên ku ji aliyê şûnwarên arkeolojîk ve dewlemend e û bi girên ku li piraniya bajarên mezin belav bûne navdar e, wek bajarê Ezazê ku di nîvê wê de girekî arkeolojîk heye ew jî yek ji girên arkeolojîk ên ku li Sûriyê hatine tomarkirin, tê hesibandin. Her wiha di nava bajarên El Bab, Til Hasêl û Til Aran de girên arkolojîk tên peydakirin. Li bajarokê Til Rifet jî bi navbeynkariya girekî ku ji hêla kevnar û vedîtinên arkeolojîk ve dewlemend e, di heman demê de ew rêza şaristaniyên herêmê nîşan dide. Şaristaniya bajarê Til Rifet vedigere salên 883-359 berî zayînê û heta niha bi navê Arvad jî li ser bajêr tê gotin.

Qenalên avê yên binerdî

Bajarê El Bab jî di dîrokê de yek ji bajarên kevnar tê hesibandin, îhtîmal heye ku dîroka wê vedigere serdema Romayê. Gelek dîroknas û gerokan di pirtûkên xwe de behsa wî kirine. Rêwî Ibn Cebîr di pirtûka xwe ya Rêwî de behsa wî kiriye. Li bakurê bajêr ji bilî hebûna qanalên avê yên binerdî yên windabûyî vedigere serdema Romayê. Her wiha çemê Zêrîn di nava bajêr re derbas dibû. Li bakurê bajêr girekî bi navê "Til Batnan" heye ku li ser rûyê wî parçe û berhemên ku ji serdemên Hîtît û Aramî, tên peydakirin.

Girên dîrokî

Til Qaramêl li herêmên Şehbayê yek ji girên arkeolojîk ên herî girîng e, ne tenê li Sûriyeyê li seranserê cîhanê tê hesibandin, ji ber ku mîsyonên arkeolojîk ên polonî berhemên kevnar ên vê girê di navbera salên 12000 û 9400 berî zayînê de eşkere kirin. Di heman demê de tîmek ji Mîsyona kolandinê ya Polonî di navbera salên 1999 û 2009'an de pênc bircên kevirîn ên pêşneolotîk li Tilê Qeramêl vedîtin. Bi vê vedîtina mezin temenê bircên hatine keşfkirin bi 1000 sal ji dîwarên Erîhayê li Şerîeya Rojava ya Filstînê ku beriya vedîtina vî gundî dihat bawerkirin kevintirîn bajarê niştecihbûyî yê cîhanê ye, kevintir e.

Qereqola El Muslimiyê ya ku dikeve bajarokê Ehdas a gundewarê Helebê yê Şehba, yek ji girîngtirîn rawestgehên berê ye ku rojhilat ji rojava veqetandibû. Yekem rawestgeha derve ye ku li derveyî bajarê Helebê li gundewarê wê yê bakur tê dîtin. Ji aliyê din ve jî ber bi riya hesinî ya "Orient Express" ku bi Ewropaya Rojhilat bi paytexta Almaniya Berlînê ve girê dide.

Jiyana Aborî ya herêmên Şehbayê

Beşek mezin ji xelkê li deverên Şehbayê di warê çandiniyê de kar dikin û çandinî bi barîna baranê ve girêdayî ye. Herêm bi çandina genim, pembo û sebzeyên havînê dewlemend e. Her wiha niştecihî darên bi berhem diçînin ku herêm ji demên kevnar ve bi taybetî çandina darên zeytûn, tirî, hêjîr û gilyazan tê nasîn. Her wiha der barê çandiniya avdanê de ew li herêmên başûrê Şehbayê tên peydakirin bi taybetî li gund û bajarokên Til Aran, Til Hasêl û El Safîrê ku bi berbariya zeviyên wan diyar in. Bi taybetî piştî gihîştina ava çemê Firatê ji wan deveran re di sala 1992'an de ku çandinî di demeke kurt de bû şahidê vejîneke mezin. Her wiha herêm bi çandina nîsk, nok, fistiq Helebî ku hilberîna bingehîn di herêmê de ye, dewlemend e.

Eşîrên li herêma Şehbayê û demografiya wê

Demografiya herêmên Şehbayê mîna mozaîkeke cihêreng e ku Ereb, Kurd û Tirkmenan di nava xwe de dihewîne û li tevahî erdnîgariya Şehbayê belav dibe. Li gorî êl û eşîrên hemû pêkhateyan hatiye belavkirin. Deverên Şehbayê bi demografiya xwe ya êlan navdar in.

Di kronolojiya dîrokî de herêmên Şehba

Ev herêm ji ber girîngiya stratejîk a cihê xwe bûye şahidê gelek şaristaniyên ku yan li wan bi cih bûne yan jî ji bo armancên xwe yên leşkerî derbasî wan bûne. Hinek ji şaristaniyên ku li herêmên Şehbayê di serdemên dîrokî de hatine dîtin ev in; Hûrî, Padîşahiya Marî û Êbla, Akadî, Padîşahiya Yemhadê, Hîtît, Mîtanî, Metaniyan, Firewnên Misrê, Aramî Aşûrî, Medi, Hexemenî, Îskenderê Mezin, Romayî, Emewî, Abbasî El Hemathanyun, Bîzans Mirdasiyan, Selçûkî, Xaçperest, Îmade dîn, Eyûbî, Mongolan û Temûr, desthilatdariya xwe di demên cur bi cur li ser herêmê meşandin.

Çanda herêmên Şehbayê

Li gorî pêkhateyên ku di herêmên Şehbayê de ji Ereb, Kurd û Tirkman bigire her pêkhateyek li gorî adet û kevnşopiyên xwe hewl dane çanda xwe heya roja îro biparêzin. Her herêmek ango gundek bi çanda xwe dijî.