Di navbera esaret û azadiyê de hewldana xwedîtinê!

Bajarê evîndarên Botanê Cizîra Botan, piştî ku di dema qedexeyên derketina derve de bi sedan mirov lê hatin kuştin, di nava şîn û xemgîniyê de ma. Cizîr li aliyekî bi xirabî, durûtî, fitne û fesadiya Beko re, li aliyekî jî bi Mem û Zîn ên sembolên esaret û azadiyê ne, di navbera paşeroj û pêşerojê de hewl dide ji nû ve xwe bi têkoşîna xwe biafirîne.

PİNAR URAL 
Şirnex- Cizîr, li herêma ku jê re dibêjin Botan, li axa bi bereket a Dîcle û Firatê, li cihekî ku pişta xwe daye Cûdî û Gebarê hatiye avakirin. Li gorî ayeta 44’an a Sûreya Hûd Keştiya Hz. Nûh, piştî tofanê li ser Çiyayê Cûdî sekiniye. Cizîra ku bajarê evîndarên Botana dergûşa şaristaniyê ye; di navbera şer û aştiyê de, paşeroj û pêşerojê de, di navbera esaret û azadiyê de, di navbera efsane û rastiyê de hewl dide xwe ji nû ve bibîne. 
Di salên 4 hezar Beriya Zayînê de Cizîr ji aliyê Gutiyan ve hatiye avakirin. Di nava Cizîrê de qesr û zindan hene, ji Keleha Birca Belek û bermahiyên wê, diyar dibe ku ew birc bi rengê Keştiya Nûh, hatine avakirin. Ev bircên xwedî dîroka 6 hezar salan in û dewlemendiyên çandî yên Cizîrê ne; ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj xirab dibin. Ev bircên dîrokî nêzî 3 kîlometreyan dirêj in, ji keleha ku li keviyên Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin dest pê dikin, digihîjin heta Goristana Asrî. Cizîrê ji şaristaniyên Med, Pers, Roma, Sasanî, Ebasî û Merwaniyan re malavahî kiriye.  
Cara pêşîn di sala 298’an de dema ku dîroknasên romayî hatine Mezopotamyayê navê “Bircên Bezabdeyê  (Beriya îslamiyetê navê Cizîrê Bezabde bûye) wekî navenda girîng a Zabdîkenan cihê xwe di çavkaniyan de girtiye. Li van bircan ji derveyî Medreseya Sor 8 birc hene. 5 ji wan li başûr 2 ji wan li bakur yek jî li ser bircên rojhilat hatiye avakirin. Birc, ligel nexşên bi îhtîşam û kevirên spî yên kilsê (kirêc) bi kevirên xwe yên bazalt jî balê dikşînin. Aliyê derve bi kevirên birandî û bazaltê yên baş hatine birîn hatine çêkirin û bilindahiya wan bi tevahî 14-15 metre ye. Gelek deriyên ku berê di nava bircan de hebûne, ji aliyê dewletean ve hatine xirakirin. Deriyê Deştê û Deriyê Torê ji van deriyan in. 
Mem û Zîn: Destana evîna ne mumkun
Cihê çîroka evîna Mem û Zînê ya di sala 1690'an de hatiye nivîsîn ev ax e. Mem û Zîn yek ji destanên neteweyî yên gelê kurd e. Di 854’3e hicrî, 1451’ê mîladî de di serdema kurê Emîr Abdal (Ebdullah) Emîr Zeynuddîn de hatiye jiyîn. Wêjevan, helbestvan, dîrokzan û zanyarê îslamê Ehmedê Xanî, 240 sal piştî mirina Mem û Zînê hatiye Cizîrê û di sala 1690’î de berhema xwe ya Mem û Zînê nivîsiye. Jiyana wê serdemê, rewşa civakê û çanda wê derê bi şarezahiyek mezin vegotiye. Ehmedê Xanî, xirabî, durûtî, fitne û fesadiyê bi Beko, rastî, başî, mehsûmiyet û bêçaretiyê jî kesayetên Mem û Zînê vegotiye. Di berhema xwe de kesên baş û xirab, mafdar û bêmaf aniye hemberî hev, gelek taybetmendiyên wêjeya kurd ên bi evîndarî, qehremanî, şer, dîrok, wêjeyêbi zimanê destanî vegotiye. Di vê destana ku tê de balê kişandiye ser kevneşopiyên kurdan, rengê jiyana wan de, mijara evînê jî hem ji aliyê jinan hem jî yê mêran ve nivîsiye. Ev destan evîna Mem û Zînê ya roja Newrozê dest pê kiriye vedibêje. Evîna wan pir mezin e lê ji ber ku Bekoyê xayîn bi dek û dolaban dikeve navbera wan nagihîjin hev. Mem, ji aliyê birayê Zînê Mîr Zeynudîn ve dikeve zindanê û li wê bi jehriyê tê kuştin. Zîn jî ji ber ku dizane bi mirinê dikare bigihîje Mem xwe davêje Çemê Dîcleyê.
   
Şîna bêdawî ya jinên cizîrî
Gelê Cizîrê yê piştî vê evîna bi êş, xemgîn bûye; piştî mirina Mem, ji bo şînê xwe bi rengê reş girê dide. Heta wê demê li Cizîrê çarşevên reş tunebûne lê piştî wê rojê gelê jinên cizîrî çarşevên rewş li xwe dikin. Ji ber wê, wateya lixwekirina çarşevê li Cizîrê cuda ye. Ne ji ber olê yan jî ji bo mêr jinan nebînin. Ji wê rojê ve nifş bi nifs gelek jinên ku temenê wan ji 15-17 salî mezintir e tenê dema derdikevin derve ji bo şîna Zînê bigrin çarşeva reş li xwe dikin lê ev şîneke wisa ye ku di kesayetiya Zînê de dibe sembola li dijî feodalîzmê û vediguhere têkoşîna jinan a ‘xwe bi xwe hebûnê.’ 
Ji bo evînê bûye cihê dua û daxwazan
Gorên evîndarên ku li vê cîhanê negihîştine hev; li kêleka hev çêdikin da ku hesreta wan bi dawî bibe. Lê Beko di gorê de jî Mem û Zînê bi tenê nehiştiye. Bekoyê ku ji ber hîleyên xwe ji aliyê Tacdîn ê hevalê herî nêz ê Mem ve tê kuştin, li ber serê her du evîndaran tê definkirin. Li gorî efsaneyê, her bihar gulên ku li ser gorên Mem û Zîn şîn dibin ji ber striya ku ji ser gora Beko bilind dibe nagihîjin hev. Gorên her du evîndaran berî sedan salan dibe cihê serdanê. Kesên êşa evînê dikşînin û dixwazin bigihîjin evîna xwe diçin serdana gorên wan. Her roja pêncşemê ciwan, extiyar, bi sedan kes, diçin ser gorên wan, ji bo evînê dua dikin û daxwazên xwe tînin ziman. Heta îro cihê gorên wan nehatiye restorekirin. Ji aliyê Serokatiya Lijneya Bilind a Berhemên Kevn û Abîdeyan ve Mizgefta Mîr Ebdal hatiye parastin û tescîlkirin. Ji ber ku gorên Mem û Zînê di bin vê mizgeftê de ye, tên parastin.