Şengal û Şîna bêdawî…

Gundê Koço yê Şengalê gundê ku herî zêde di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de windahî lê zêdebûne. Çeteyên DAIŞ’ê di 3 yê Tebaxa 2014’an de ketin gund û 12 rojan gund dibin dorpêçê de hêlan. Kiriyarên ola îslamê yên ku DAIŞ’ê ser wan ferz dikir, red dikirin. Ji ber serî li ber çeteyan nedanîn, jin û zarokên keç re vandin, jin û mêrên temenê wan mezin jî qetilkirin û di gorên komî de veşartin. Heta niha li gundê Koço di 18 gorên komî de 407 cenazeyên Êzidiyan hatine dîtin.
Piştî 7 sal ser qirkirinê re derbasbû di gorek komî de 104 cenazeyê Êzidiyan hatin dîtin. 104 cenazeyên mêran ên di nîsana 2019’an de hatibûn derxistin 6’ê sibatê bi merasîmek girseyî sipartin axê.