Ziman nasnameya bingehîn e

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî nivîskar Hesîna Ehmed a ku ji zarokatiya xwe ve daxwaza wê ya fêrbûna zimanê dayikê hebûye û piştî Şoreşa Rojava dest, bi xwedina zaravê Kurmancî kiriye, niha dikare bi zimanê xwe hestên xwe vebêje.

Qamişlo - Di 21'ê Sibata 1952'an de li paytexta Bangladeşê xwendekarên Tevgera Zimanê Bengalî ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê perwerdeyê, gelek mîtîng li dar xistin. Di wê demê de Bangladeş di bin desthilatdariya Pakistanê de bû, ji ber vê zimanê wan hatibû qedexekirin. Polîsên Pakistanê êrîş birin ser xwendekaran ku mîtîng li dar xistibûn, di ecnamê de 11 xwendekar hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn. Ji bo bîranîna xwendekarên ku hatin qetilkirin, her sal 21'ê Sibatê wekî salvegera qetilkirina xwendekarên xwepêşander dihat pîrozkirin. Vê bûyerê li hemû cîhanî deng veda, gelek sazî û rêxistinên cîhanî hikûmeta Pakistanê şermezar kirin. Piştî helwestên gelên Bangladeşê û civakên navdewletî, hikûmeta Pakistanê neçar ma û zimanê Bengalî kir zimanê fermî. Li ser vê bingehê di 1999'an de UNESCO’yê ji bo piştgiriya bi zimanê dayikê re û ji bo bîranîna xwendekarên ku hatin qetilkirin, 21'ê Sibatê wekî roja zimanê dayikê ya cîhanê pejirand. Di nava Kurdan de jî wekî tê zanîn 15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî tê pejirandin û her sal ev roj bi awayeke girseyî tê pîrozkirin.
Piştî avabûna netew-dewletan erdnîgariya cîhanê ji aliyê hêzên dewletên desthiladar ve li hev hat parvekirin û Kurdistan jî di hevpeymana Lozanê de bi çar parçeyan di navbera dewletên Tirk, Ereb, Fars û rejîma Iraqê de hat parvekirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî hat qedexekirin û çanda gelan hat pişaftin. Li Rojavayê Kurdistanê jî hikumeta Baasê ziman û çanda gelê vê herêmê bi her awayî desteser kir. Lê Kurdên van herêman di salên kevin de bi awayekî veşartî di malên xwe de alfebeya Kurmancî fêrî zarokên xwe dikirin. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re Kurdan bi awayek fermî li gelek deveran dersxaneyên Kurdî vekirin. Di sala 2007’an de bi amadehiya hin rewşenbîr û zimanzanan, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat ragihandin. Desthiladariya rejîma Baasê nikaribû li dibistanan dersan bide. Piştî hilweşîna desthiladariya dewleta Baasê di 9’ê Gulana 2012’an cara yekemîn bi awayekî fermî li dibistanan waneyên bi zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî hatin dayîn. Li gorî xweseriya her bajarî li Bakur Rojhilatê Sûriye û Rojava netew bi zimanê xwe dixwînin û zimanê neteweyên li vê herêmê jî di dibistanan de wekî derseke fermî tên dayîn.
Bi boneya roja zimanê cîhanê nivîskar Hesîna Ehmed a 45 salî ku ji zarokatiya xwe ve daxwaza wê ya fêrbûna zimanê dayikê hebûye û piştî Şoreşa Rojava dest, bi xwedina zaravê Kurmancî kiriye, niha dikare bi zimanê xwe hestên xwe vebêje. Hesîna ji me re behsa salên xwe yên xwendinê kir.
Bi azweriyek mezin xeyalên xwe pêk anî
Zarokên van xakan di dema desthiladariya rejîma Baasê de neçar bûn bi zimanê Erebî bixwînin û di her kêliya jiyanê de xeyala wan ew bû ku rojekê bi zimanê dayika xwe, bixwînin û bijîn. Hesîna jî yek ji van jinan e û wiha têkoşîna xwe ya ji bo ziman vedibêje: “Di malên xwe de em bi Kurmancî diaxivîn û piştî me dest bi dibistanê kir em neçar bûn bi Erebî bipeyîvin û bixwînin. Bêguman ev ji bo me gelekî zehmet û bi êş bû. Min ji neçarî heya dibistana amadehî bi zimanê Erebî xwend. Di dibistanên rejîma Baasê de hemû ziman û zaravayên neteweyên li van herêman qedexe bûn. Her çendî zimanê me qedexe bû jî ez li mala xwe wekî gelek hevalên xwe, bi awayek veşartî fêrî zimanê xwe dibûm. Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2011’an re şansê me û neteweyên din yên li herêmê çê bû ku em bi zimanê dayika xwe, bixwînin, biaxivin û bijîn.” 
‘Ez bi şans im ku fêrî zimanê xwe bûme’
Bi avabûna sazî û dibistanên xwecihî re, hemû kesên ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriye û Rojava dijîn bûn xwedî şansa fêrbûna zimanê xwe. Hesîna jî salên xwe yên fêrbûna ziman rave dike û wiha pêde çû: “Cara yekem di sala 2013’an de, li herêmên me bi awayek fermî Saziya Zimanê Kurdî hat vekirin û min jî di wê demê de xwe li saziyê qeyd kir û bi awayek fermî fêrî ziman bûm. Ji ber destpêka şoreşê bû mamostayên me yên Kurdî tunebûn. Ji ber wê ji kampa Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê gelek mamoste hatin herêmê û di saziyê de ders dan. Bêguman ji ber me Kurdî baş nedizanî me baş ji mamosteyan fam nedikir û ev jî gelekî zehmet bû. Lê bi kedeke mezin min asta yekemîn a saziya ziman derbas kir û piştre min sê astên Kurdî xwendin û xeyalên xwe pêk anîn.” 
Ziman rengê vehûnandina hestan e 
Ji bo baştirîn vegotina hestan pêwîstiya her mirovî bi zanîna zimanê xwe yê zikmakî heye. Hesîna di dawiya gotinên xwe de bal dikşîne ser girîngiya fêrbûna ziman û roja ziman a cîhanî li her kesî pîroz kir û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Berê ji ber ku min nedizanî ez bi Kurdî binivîsim bi awayek neçarî, min bi alfabeya Erebî lê bi hişmendiya Kurdî hestên xwe vedigotin. Piştî ku ez fêrî Kurdî bûm êdî min bi awayek gelek rehet û bi dil aramî helbestên xwe nivîsandin û niha jî ez bi Kurdî helbestan dinivîsim û dikarim xwe b Kurdî baş bînim ziman. Ez bi hêvî me ku her kes bikaribe bi zimanê xwe bipeyîve û binivîse. Bi vê boneyê ez roja ziman a cîhanê li her kesê pîroz dikim.”