Zarokên Silêmaniyê ji bo barîna baranê buka baranê gerandin

Zarokên taxa Şêxana Silêmaniyê bi gerandina buka baranê daxwaza barîn barînê kirin û xwestin li herêma Kurdistanê dawî li hişke saliyê were.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Buka baranê çandek kevin a Kurdane û dema ku hatina baranê direng dibe, zarok kom dibin bukek bi dar çêdikin, paşê cil lêdikin û li malan di gerinin. Di ber de jî stranên dibêjin, her mala digihin ber derê wê sitlek av bi serê buka baranê de dike û şekirina didin zarikan. Ev yek jî li gora kevneşopiya Kurdî dawî li hişke saliyê tîne û baran dibare. Zarokên taxa Şêxanî ya bajarê Silêmaniyê û rêxistina şemal ya Kurdistan ji bo parastina jingehê bi diruşma ‘Li dinyayek paqij zarok kernevala Buka baranê saz dikin’  karnavalek taybet ya buka baranê li darxistin. Kerneval bi bejdarbûna komek zarokên taxa Şêxan hat li darxistin û komê buka baranê mal bi mal gerandin da ku îsal jî weke sala par li herêma Kurdistanê nebe hişke salî.
Buka baranê çanda kevin a Kurdane 
Berpirsa rêxistina Şemal Şîlan Ehmed di derbarê parastina jingehê de got: “Buka baranê kevneşopiyek ya demê berê ye, ji bo parastina kevneşopî ber bi tunebûnê ve diçe û barîna baranê me pêdivî bi çalakiyaek wiha dît. Ji ber hişkesaliyê me wek rêxistin xwest bi berdewamkirina kevneşopiyê bi rêya destê paqij yê zarokan da ku baran bi bare û daxwazên zarok qebul bibe. Hişkesalî û barana kêm bandor li ser jingehê û avhewaya cîhanê û herêma Kurdistanê kiriye. Divê ev cûrên kevneşopiyan werin dubarekirin daku daxwazên me werin pejirandin û hişkesalî li welatê me xilas bibe.”
“Em bi gerandina buka baranê re daxwaza barîna baranê dikin”
Yek ji koma zarokên ku buka baranê di gerinin zaroka bi navê Saye Sedîqe jî dibêje: “Em buka baranê ji bo baran bi bare li hemû malan di gerînîn û avê bi bukê de dikin daku daxwazên me qebul bibe û baran were.”
Jina bi navê Şîrîn Xwakerim a roniştavana taxa Şêxane ku dema zarokan berê xwe dan mala wê sitlek av bi buka baranê de kir dibêje: “Di demên berê de ev kevneşopî di nava Kurdan de hebû, hemwelatî hertim dema ku baran direng dihat buka baranê li malan di gerandin. Ne tenê buka baranê divê nimêja baranê jî were kirin da ku baran bi bare û hişkesalî nemîne.”