Zarok xwe ji bo festîvalê amade dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn bi perwerdekirina zarokan di warê rêxistinî û hunerî de, amadekariyên lidarxistna Festîvala Hunerî ya Zarokan a 2024’an di 1’ê Îlonê de dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Her sal di 1’ê Îlonê de, Desteya Çand û Hunerê bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, festîvaleke hunerî ya zarokan ku di nav xwe de pêşandanên di warê stran, şano, xêzkirin û karên destan, bi armanca pêşxistina jêhatîbûna zarokan dihewîne, sê rojan li dar dixe.

Zarokên bajarê Til Temirê yên ku xwe ji bo festîvalê amade dikin, ji du komên stranan pêk tên yek Kurd û yek Ereb her wiha koma govendê ya zarokan jî nû tê avakirin.

Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temirê ya Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşa Elo ji ajansa me re behsa amadekariyên xwe yên li ser asta Til Temirê tên kirin û girîngiya lidarxistina festîvalê kir.

Zarok piştî 9 meh perwerdeyan dê beşdarî festîvala xwe bibin

Reşa Elo got ku perwerdeya zarokên ku beşdarî Festîvala Hunerî ya Zarokan ku 9 mehan didome û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di warê rêxistinî û hunerî de em zarokan baş perwerde dikin, da ku bikaribin rengê xwe di festîvala zarokan de bînin der. Zarokên me şitlên îro, dara sibê ne, ji ber em dixwazin civakeke azad û demokratîk ava bikin pêwîst e destpêkê em ji zarokan de dest pê bikin. Bêguman yek ji armancên me weke tevgera Hîlala Zêrîn avakirina zarokan li ser fikrên azad e ku bikaribin demokratîk bifkirin û li ser bingeha jiyana hevbeş a neteweyan bijîn. Li ser vê yekê jî dewreyên perwerdeyê ji bo pêşxistina jêhatiyên zarokan, ligel perwerdeyên hunerî, ji wan re tên pêşxistin. Ji ber berî hunerê çand tê, li ser vê xalê jî em niha di mejî û kesayeta zarokan de vê diçînin ku ya girîng çand e. Bi hev re li gel neteweyên din perwerdeyên hunerî dîtin, gelek bi wate ye û pirrengî û pirçandiya heyî divê were parastin."

'Bi Hîlala Zêrîn ber bi zarokên azad û hezkiriyên huner û welat ve' 

Reşa Elo da zanîn ku îro Navenda Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezpotamyayê dibin dibistana hînbûna çand û hunera neteweyan û wiha pêl da gotinên xwe: "Di bin sîwana navendê de zarokên Kurd û Ereb ji her du neteweyan tên û çand û dîroka xwe bi fêrbûna stranan û govendê dinasin. Ligel rêzgirtina ji çandên cîran re, her neteweyek perwredeya xwe bi ziman û çand û hunera xwe dibîne. Ji lewre îro em dixwazin fikreke wisa di kesayeta zarokan de ava bikin ku dema mezin bibin em bizanibin em êdî nêzî civakeke azad û demokratîk bibin. A herî girîng ku niha em dikin ew e çandina hezkirina welat û welatparêziyê û meşa ber bi azadiyê ku me ji Rêber Abdullah Ocalan girtiye. Li ser vî bingehî jî serdanên me yên malbatên endaman her wiha serdana komîn û hemû zarokan û danasîna Hîlala Zêrîn û armancên wê didome. Hîlala Zêrîn barê rêxistinkirina zarokan hilgirtiye, ji lewre li ser çêkirina baweriya zarok û şikandina dîwarên tirsê û azadbûna wan jî zêdekirina endaman xebat û têkoşîna me jî didome.

Hemû neteweyên li ser axa Mezopotamyayê dijîn, li vir ji hemû neteweyan zarok di Festîvala Hunerî ya Zarokan de bi stran, şano û govendên xwe amade dibin û ev pirrengî û pirçandiya herêmê weke tabloyeke bedew a ji mozayîka gel û çandan pêk tê, ava dibe. Ev jî mezintirîn wateya azadiyê ye."

'Di warê başkirina derûniya zarokan de Hîlala Zêrîn roleke aktîf dilîze'

Reşa Elo êrîşên dagirkeriya Tirk ku bandorê li derûniya zarokan dike bi bîr xist û got ku Hîlala Zêrîn di warê başkirina derûniya zarokan de bi gotina stranan û gerandina govendê jî rola xwe dilîze û wiha domand: "Di nava şer û êrîşan de em hêvî û hezkirina jiyanê û nûbûnê pêşkêşî zarokan dikin, ji ber em baş dizanin zarokên me çiqas ji ber şer bi bandor dibin. Ji ber zarok ên herî zêde bi bandor dibin û nikarin bînin ser ziman û ji derdorê re diyar bikin, em jî rê nadin ku zarok di wê rewşê de bimînin û bikaribin bi wan re alîkar bin. Ji lewre bi bidawîbûna werza xwendinê û girtina dibistanan, me rojên dîtina provayan li navendê zêde kirine. Em dem bi dem ji zarokan re şahiyan li dar dixin, da ku moralê wan her bilind bimîne û hîn bêtir ji hev hez bikin. Divê ku em hemû enerjiya xwe li ser avakirina zarokan xerc bikin, ji ber îro em çi biçînin sibê em ê wê hilînin, ji lewre ev erk destpêkê ji malbat û ji me jî tê xwestin ku em bikin. Dûrî şer, em hewl bidin zarokan bi stranên folklorî bidin naskirin guhdarkirin û gotin, ev bêtir ji mamosteyên muzîk, stran û govendan tê xwestin ku bikin."

Reşa Elo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bikaribin hîn bêtir zarokên xwe perwerde bikin. Da ku em zarokên azad ava bikin. Divê ku sebra me jî hebe, em îro çiqase enerjî bidin zarokan sibê wê ewqas jî li me vegere. Festîvala Hunerî ya Zarokan jî ya ku wê di Îlonê de were lidarxistin, em diyarî Rêber Abdullah Ocalan, gel û hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin."