Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk dest pê kir

Di bin dirûşmeya "Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fêzîkî a Rêber Apo misoger bikin", Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk destpê kir.

Hesekê- Bi serpereştiya Desteya Çandê a Herêma Cizîrê, di bin diruşmeya "Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fêzîkî a Rêber Apo misoger bikin" îro li navçeya Til Birakê a girêdayî Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekemîn car e Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk li ser du rojan tê lidarxistin.

Bernameya roja yekem li gorî ku hatiye plankirin dê bernameya hûnerî ji pêşkêşkirina komên mûzîkê, helbest, govendên kurdî û ermenî, şano, stranên dengbêjîyê, pêşandana pêşengeheke mîrateya gelêrî ya pêkhateyên herêmê,  pêşengeha pirtûkên dîrokî û çandî, nîşandana hesp û devan û karê destan û tabloyên hûnerî û xwarinên gelêrî be. Bernameya wêjeyî jî wê bi rengê nîşandana cil û bergên hûnerî, tevlîbûna pêşengeha kelepora pêkhateyan be.

Festîval resenî û şarîstiyaniya herêmê nîşan dide

Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Meclisa Cîbicîkar a Herêma Cizîrê a Rêveberiya Xweser Vîviyan Beho axivî û wiha got: "Ji ber ku em wekî gelek li ser vê axê dijîn, gelek hêvî, nêrîn û hedefên me jî hene, ku em ê bi awayekî azad û aram jiyanê avabikin. Gel dîroka xwe ya dirêjî dîrokê dibe, bi awayekî azad niha tîne ziman û radixe ber çavan. Ev komên ku îro ji gelek bajaran amade bûn barekî pir giran û berpirsiyartîyekî dîrokî hilgirtine ser milên xwe. Ruxmî rewş û pêvajoya ku herêm têre derbas dibe û zehmetiya wê jî, lê belê lidarxistina festîvalekî wiha girîng gavekî dîrokî ye. Ji bo pêşxistina hevgirtina gelan, têkoşîna ji bo wekhevî û aramîyê û rûniştandina wê, em ê li ser asta herêmê û Sûriyê û giştî Rojhilata Navîn berdewam bin. Çandên ku li Sûriyê û Mezopotamiya temenê wê 4 hezar sal zêdetir e û di nava xwe de hûner, dîrok, dengbêjî, wêje, felsefe û wênesazî û hwd. dihewîne. Çalakiyên wiha girêdana netewan bi hevre, rêzgirtina li hember çandên hev ku îro em gihandina vê pêvajoyê û me ji pişaftinê parastî ye, tê nîşandan. Ev festîval wê balê li ser şaristaniya herêm ê bikşîne. Rêveberiya xweser yek laş e, dengê hemû pêkhateyan û dibe sedema eşkerekirina xezîneya dîrokî a hemû çand, ol û mezheban ku ev ev gel ji gelên herî resen ê Rojhilata Navîn in."

Bersiveke herî xurt ji dagirkeran re ye

Heman wextê jî bi navê Navenda Çandê a Mezopotamiya Sûmeya Mihemed jî wiha got: "Lidarxistina festîvaleke wiha di vê pêvajoyê de, dibe bersiveke herî xurt ji Erdogan û hevkarên wî re ku ew çiqasî êrîş bike, em ê neqedin û her çanda xwe zindî bikin. Îro fikrê Rêber Ocalan di vê festîvalê de diteyîse. Em ê her di nav çalakiyan de bin, heta ku em bighêjin azadiya fêzîkî a Rêber Apo. Wê çalakiyên me yê wiha bajar bi bajar û mal bi mal dewam bikin."

Bi pêşkêşkirina helbestvan, Koma Ş.Sosin Bîrhat a Hîlala Zêrîn, Koma Artisax a Ermenî, Şanoya Komîna Cizîrê, Koma Ş.Dîlan a govendê, Koma Ş.Înana ya filiklor a Komeleya Çandê ya Suryanî û hûnermend Peyman roja yekem ji festîvalê bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku wê roja duyemîn piştî pêşkêşkirina komên mûzîkê yên filikolra Aşûrî û koma Esayîl a Tebqa yê,komên şanoyê û çend helbestvanên Kurd û Suryanî, wê Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bi xelatdayînê bi dawî bibe.