Xwedawend ‘Mînerva’ yekem car hat pêşandan

Parçeyên 2 hezar û 600 salî ya xwedawend Mînerva ku di encama erdkolên li Bajarê Kevnar Smyrna de hat dîtin bi awayekê nûjenkirî, yekem car li Muzeya Arkeolojî ya Îzmîrê hat pêşandan.

Navenda Nûçeyan – Parçeyên pêykera xwedawend Mînerva ya ku di mîtolojiya Etruskê de weke ‘xwedawenda aqil, hikmet, şer, hûner, dibistan û bazirganiyê’ tê zanîn di sala 2012’an de di encama erdkolên li Bajarê Kevnar a Smyrna hat dîtin. Ji sala 2012’an û şûnde van parçeyan yek bi yek bihev ve kirin û xebatê nûjenkirinê hat meşandin.

Ev parçeyên pêykera Mînerva ya 2 hezar û 600 salî ku bi hev ve kirin yekem car li Muzeya Arkeolojî ya Îzmîrê tê pêşandan. Ev figura ku tê payîn taybetmendiyên serdema arkaik dihewîne, him bi rûyê gilover balê dikşîne, him jî di vê figurê de dev, difin û erzînk bi awayekê diyar xuya dibe.

Di nav camê de tê pêşandan

Hat zanîn ku figura Mînerva ya xwedawenda şer û aşitiyê ji axa pijiyayî hatiye çêkirin û bejna wê 28,5 metre ye. Peyker di rojên cejnê de li Muzeya Arkeolojî ya Îzmîrê di nav camê de hat pêşandan û gelek kes ji bo dîtina wê hatin muzeyê.

Xwedawend Mînerva ji ber gelek şibandinên xwe weke Athena jî tê bilêvkirin. Mînerva li Smyrna weke xwedawenda Etrusk tê pênasekirin. Wisa tê fikrandin ku Mînerva însanan ji xirabiyan diparêze.