Xêza Mexribî bi hunera jinan nûjen dibe

Di van salên dawî de jina Mexribî hebûna xwe di warê xêza Erebî û Mexribî de da îsbatkirin ku berê tenê bi mêran ve girêdayî bû, jinan bi rêya karên xwe yên hunerî karîne ruhê xwe bixe nava hunera xêzê de

.
HENAN HARÎT
Mexrib - Li Mexribê dû saziyên giştî yên fêrkirina xêza Mexribî hene. Yek li bajarê Dar EL-Beyda ye ku bi navê Akademiya Hunerên Teqlêdî ye û di sala 2012 an hatiye nûkirin, ya din jî dibistana EL-Sehrîc li bajarê Fas zêdebarî ya navenda taybet a li bajarê Wijde. Di vê raporê de Ajansa me NUJINHA giranî bide li ser xêza Mexribî da ku sedema fêrkirina jinan ji vê hunerê re were zanîn.
“Ev kar ne tenê yê mêrane”
Serokê navenda hînbûnê ya xêza Erebî li bajarê Wijde Mihemed Emîn Bohîd dibêje: “Êdî ev kar ne tenê ji bo mêrane ne, em îro hejmarek mezin ji jin û keçan da ku fêrî xêza Erebî bibin dikin. Ew fêrî rêgezên serke dibin. Îsal hêjmara xwendevanên ku hatine navendê 45 kesin ji  perwerde vana jî 38 ji wan jinin.
 “Di van salên dawiyê de êdî jin jî beşdar dibin” 
Xêzkar Mihemd Emîn Bohîd di derbarê rola jina Mexribî de wiha dibêje: “Hêjmara bejdarbûna jinê di qada xêza Erebî de rêjeyek mezine. Jin bi rêya hunera xêzê girîngî dide huner,mîrat û dîroka xwe. Di salên berê de tenê hejmara mêran di vî warî de zêde bûn, lê di van salên dawiyê de êdî jin jî beşdar dibin. Ji ber jin xwedî sebrin di karên destan de gelekî jêhatî ne.” 
 “Di navbera xêzkara xwendî û ya nexwendî de cudahiyeke mezin heye”
Li bajarê Wijde, xêzkar Letîfa Hedadî ev çar salin di hunera xêzê de kar dike û jiyan dike bi bîr dixwe ku: “Di dema îro de jin bi awayekî mezin berê xwe didin qada xêzkiinê. Derbasbûna min ya vî karî wek tesaduf ne pilankirî bû. Dema ku ez derbasî vî warî bûm min texmîn dikir ku nîgarî ye, lê belê min pişra dît ku deryayeke kûre. Ev çar salin ez di hunera xêzkirinê  de dixebitim, heta niha ez xwendina xwe jî  berdewam dikim da ku fêrî cureyên xêzên Erebî û Mexribî bibim. Di fêrkirina vê xêzê de, wek ku min nû dest pê kiriye ez xwe wisan dibînim, di navbera xêzkirinên ku rêgezên xêzê nizane û yên xwendî de cudahiyeke mezin heye.”
“Pêvajoya nîgakirina tîpan afîrneriyeke mezin dixwaze”
Latîfa ji karigrafiya Sols ya Mexribî hez dike û dibêje: “Xêzkar nabe hunermendek baş be heta ku xêza Sols bibe. Divê xêzkar baldar be da ku di nîgariyê de şaş nebe. Behremendî tena xwe têrê nake ku mirov fêrî hunera xêzê bibe. Ez bang li jinan dikim ku xêza Erebî û Mexribî bixwînin û mohra xwe li vê qadê bidin. Xêza Mexribî li gelek bajaran hatiye belevakirin wek,Qeyrewan,Fas û Qortuba.”
 “Ez hunera xwe ji nû ve vejîn bikim” 
Esmaa EL-Meitawî ya 25 salî ji bajarê Wed Zemyê ye di derbarê destpêkirina xwe ya nivîsa xêza Erebî û Mexribî de wiha dibêje: “Bi rêya internetê min nivîs û cureyên xêzê nas kir. Dîtina min ji tabloyên ku li pêşengehan dihat pêşkêşkirin di hundirê min de hezkirina xêza Erebî çêkir. Ji ber nebûna dibistana li bajarê ku ez lê niştecih bûyîm, min li ser interentê reklamek ji navenda fêrbûna xêza Erebî dît. Min biryar da ku ez bi berpirsan re peywendî bikim û vê fêr bibim. Xewn û hêviya min ew e ku navê min têkeve nav xêzkarên ku dîrok her tim wan bi bîr tîne. Armanca min ewe ku ez vê hunera xwe ji nû ve vejîn bikim.” 
“Jin bêtir ji êşa tîp û bedewbûnê fam dike”
Hunermend, şêwekar û xêzkar Tekfe EL-Unî dibîne ku jin bêtir dikarin êş û wateya tîpên Erebî û Mexribî nas bikin, di derbarê destpêka  cîhana xêz û rengan de got: “Ji zaroktiyê ve  ez ji şêwekariyê hez dikim. Hunera xêzkirinê bi hêza xwe ya mezin û şirovekirina dilan hişt ku ez derbasî hunera xêzê bibim, di ferbûna xêza Erebî û Mexribî de min ji perwerdeyan gelekî bi bandor ditiye û jê sûd wergirtiye.” 
“Jin xwedî afrînerin”
Di derbarê rastiya jina Mexribî di aliyê hunera xêza Mexribî de Tekfe EL-Unî dibêje: “Di warê xêzkirinê de ne tenê mêr afrîner e, lê belê jin jî xwedan afrîneriyek mezin e. Hesta wê ji ya mêr bêhtir e, ew bêtir xwe dispêrse rengên vekirî ku mêyatiya wê derdixe holê. Ew dayikên ku şîretan dike da ku li ser behramendiya zarokên xwe balder bin û li ser kar bikin û  pêş bikvin. Hêjmara mezin a jinan da ku fêrî xêza Mexribî bibin, gaveke girîng e ji bo hunerê û divê her kes xwedî lê derbikeve.”