“Xelatkirina jinên wêjevan destpêka riyeke din a xebata afirîner û zanistî ye”
Di merasîma pêşbaziya wêjeyê ya Zubeyda Beşîr de jinên wêjevanên Tûnisî yên berhemên wan serkeftîbûn hatin xelat kirin.
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Kesên ku di xelata Zubeyda Başîr de bi ser ketin gotin ku xelatkirina wan a ku nivîskariya jinên Tûnisî di şeş beşên wê de xelat dike, destpêka riyeke din a xebata afirînerî û zanistê ye. CREDIF’ê çalakiyê xelatdayînê ya Zubeyda Beşîr di sala 1995'an de dest pê kir, ji bo rêzgirtina ji nivîskarên jin ên Tûnisî yên navdar ku di warê çîrok, roman û helbestê de bi zimanê Erebî û Fransî dinivîsînin. Ev çalakî, bi helbestvana Tûnisî ya yekem ve girêdayî ye (1938 - 2011) ku pirtûka xwe ya bi navê "Haneen" di 1968'an de çap kir.
“Şeş beşên xelatan hene”
Rêvebera Giştî ya Navenda Lêkolîn û Ragihandina Jinê "CREDIF" Soraya Balkahiya di çarçoveya şevbuhêrka ku ji aliyê Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Ragihandina Jinan ve di 14'ê Nîsanê de hat lidarxistin de û bi riya wê xelata neteweyî ya "Zoubeyda Beşîr" ji bo nivîsên jinên Tûnisî di sala 2021'ê de ji ajansa me re axivî û got ku xelata Zubeyda Beşîr xelata neteweyî ya herî bi prestîj e ku bi lêkolîner û afirînerên jin re têkildar e. Her wiha da zanîn ku ev çalakî şeş beşên xelatan dihewîne, ya yekem xelata Afirîneriya Wêjeyî bi zimanê Erebî û Fransî ye. Xelata Afirîneriya Rewşenbîrî ya Lêkolînî bi Erebî û Fransî ye. Xelateke din a darayî ya giranbuha bi 10 hezar dînarên Tûnisî ji baştirîn lêkolînên zanistî yên girêdayî jinan û nêzîkatiya zayendî re tê dayîn. Xelatek jî ji bo baştirîn senaryoya ji bo kasetên kurt ku bi pirsgirêkên jinan ve girêdayî ne tê dayîn.
Soraya Balkahiya diyar kir ku ev xelat bi zagona jimare 585 a sala 2020'an ve girêdayî ye ku girêdayî afirandin û organîzekirina xelata neteweyî ya "Zoubeyda Beşîr" ji bo baştirîn berhemên jinan ên Tûnisî ye. Tê de her du cinsên pispor di warê nivîsandina senaryoyên di warê hunerî de cih digrin. Ew xelat ji bo jinan teşwîqeke mezin e ku bêtir dahêneriya rewşenbîrî ya jinan were dayîn.
Bi nivîsên xwe ji bo jinên Tûnisî bûye çavkaniya îlhamê
Ji aliyê din ve, nivîskar û xwendekara zanîngeha Tûnisê û endama juriyê Amna El-Ramilî, di rûniştina 28’emîn a dabeşkirina xelatê de, piştrast kir ku xelata Zubeyda Beşîr ji aliyê her afirîner û helbestvana Tûnisî ve tê xwestin û amaje bi wê yekê jî kir ku ew berê du caran hatiye xelatkirin. Da zanîn ku sala borî bi romana xwe ya bi navê "Şat El-Rûh" bi ser ketiye, gelek serkeftin bi dest xistiye û niha li zanîngehê dixwîne û ji bo lêkolînerên jin ên Tûnisê çavkaniya îlhamê ye.
Amna El-Ramilî di dawiya axaftina xwe de got: "Ji demên kevnar ve, li gorî diyalektîka wêjeyê û xelatkirina wê, vê xelatê cesaretê dide nivîskar û helbestvanên jin ku vê yekê di çapemenî û medyayê de deng vedaye. Amna El-Ramilî da zanîn ku xelatkirin ji bo raya giştî girîngiya tevkariya jinan bi awayekî ku bala xwendevanan bikişîne ser xwe nîşan dide, nemaze ku xelat ji aliyê kesayetên akademîk ên navdar ve tê çavdêrîkirin.
“Xelata Zubeyde Beşîr ji bo lêkolînerên jin gelek hêja ye”
Endama jûriya senaryoyên herî baş, Suniya Belşêx diyar kir ku xelata Zubeyde Beşîr mekanîzmayek e ji bo handana lêkolînerên jin, ji ber nirxa wê ya bi nav û deng, ji ber ku ew xelat ji aliyê kesayetiyên akademîk ve tê çavdêrîkirin û tenê ji jinên afirîner re tê dayîn. Di rûniştina berê ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan de hat dîtin ku daxwazek mezin ji bo pirtûkên ku di salên borî de xelata Zubeyda Beşîr wergirtine heye. Ev yek jî jinên ciwan teşwîq dike ku binivîsin û afirîner bin.
Umama El-Zayer ku bi pirtûka xwe ya helbestan a bi navê "Yanzdeh temrînên ji bo vejînê" xelata Afirîneriya Wêjeyî ya bi zimanê Erebî wergirtibû, got ku xelatkirina wê weke naskirina pêvajoyeke afirîner a berdewam ji aliyê saziyeke bi nav û deng wek CREDIF’ê ve tê dayîn ku mafên jinan diparêze û ji bo bidestxistina wan li dijî şîdeta sîstematîk dixebite, dibe serkeftinek rastîn ji bo wê.
Bi xelatdayînê jinên nivîskar di bîra nifşên pêşerojê de dimînin
Îptîsam El-Weslatî ku ji ber lêkolîna xwe ya bi navê "Mehmûd Bayram El-Tûnisî: Wêne û sekna Xeyalî" bi zimanê Erebî Xelata Lêkolîna Zanistî wergirtibû, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê xelatê anî ziman û got ku xelat xwedî nirxek mezin e. Da zanîn ku weke jinek wê dixe nava rêza nifşên lêkolînerên jin ên ku ew xelat wergirtine. Ew dibîne ku çavdêriya CREDIF’ê ya hewl dide bîranîna jinan ji bo nifşên pêşerojê biparêze û nemir bike, nirxek mezin dide xelatê. Her wiha pesnê xebatên ji bo pêşxistina nivîskariya jinan, weşandin û firotina berhemên wan dide.
“Girtina xelatê destpêkeke nû ye ji bo xebat hilberîn û têkoşînê”
Malika Maysom, xwediya xelata Zubeyda Beşîr di lêkolîna zanistî bi fransî, ji bo lêkolîna xwe "L'Enfant qurbane de SA famille: essai comparé sur le parcours Délinquant" got ku pirtûka wê der barê mijara jirêderketina zarokan de ye. Da zanîn ku pir caran malbat sedema vê yekê ne û bal kişand ser girîngiya guhertina qanûnan ji bo pêşvebirina zarokatiyê. Her wiha da zanîn ku wergirtina vê xelatê dijwariyek din e û ji bo wê, hem jî destpêkek e ji bo xebat, hilberîn û têkoşînê ji bo pêşvebirin û guhertina qanûnan.
Berê jî xelat girtibû
Sîham El-Dababî El-Mîsawî ku di beşa lêkolîna li ser jinên Tûnisî de yan jî pejirandina nêzîkatiya zayendî ya ji bo lêkolîna xwe ya bi navê "Rêûresm û sembol" xelat wergirtibû, got ku wê berê xelat girtibû lê vê carê cuda ye. Da zanîn ku ji ber girêdana wê ya bi jiyana xweş ve ku ew jî zayinek e, tê de hemû rêz û hêman hatine lêkolînkirin.
Senarîst Selmî El-Hubî jî li ser dayîna xelata senaryoyê, senaryoya bi navê "Jiyana Azad" nirxand û got ku "Xelat berpirsiyariyek kesane ye. Da zanîn ku bi xebatê mirov ji xwe dipirse gelo dê bikaribim di asta afirîner de kar bikim, bi pêş ve bibim û fîlm bikşînim.Selmî El-Hubî got: “Ev firsend e ku jin bi serê xwe û bi amûrên xwe derbikevin, cudahiya xwe îsbat bikin û pirsgirêkên xwe derbixin holê.”