Xelatên Oscarê yên 95’emîn xelatgirên xwe dîtin

Xelatên Oscarê yên 95’emîn xwediyên xwe dîtin. Xelata fîlma herî baş ji fîlmê "Everything Everywhere All At Once" re hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Xelatên Oscarê yên 95'emîn ku ji aliyê Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ve tê organîzekirin, di merasima ku li Şanoya Dolby ya Los Angelesê hat lidarxistin de xwediyên xwe dîtin. Di merasima ku ji aliyê Jimmy Kimmel ve hat pêşkeşkirin de, "Everything Everywhere All At Once/Her Tişt Li Her Derê Di Heman Demê De" Xelata Fîlma Herî Baş wergirt.

Daniel Kwan û Daniel Scheinert xelata derhênerê herî baş bi fîlmê "Everything Everywhere All At Once" wergirtin. Xelata Lîstikvanê Herî Serketî Brendan Fraser bi rola xwe ya di fîlma "The Whale" de, Michelle Yeoh jî bi fîlma "Everything Everywhere All At Once" Xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt.