Xebatên Rewşen Bedirxan ên ji bo ziman û nasnameya Kurdî

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevana keda wê di pêşdebirina zimanê Kurdî de gelek çêbûye Rewşen Bedirxan bi nasnameya xwe ya Kurdî tevlî kongreyên navnetewî bûye û peyamên Kurdan gihandiye raya giştî ya cîhanê.

AYFER YILDIZTAN
Kobanê - Di sala 1957’ an de li Atînayê kongreya Antî-Kolonyalîst a rêgezên Derya Spî û Rojhilata Navîn hat lidarxistin. Rewşen li ser navê Kurdan beşdarî vê kongreyê bû û bi van gotinan wê pêvajoyê vedibêje: “Sala 1957’an beşek mezin Kurdên ji Başûrê Kurdistanê hatibûn li Şamê diman, têkiliya di navbera min û rojnamevanên Lubnanê de dizanîn. Celal Telebanî, Hebîb Kerîm û yên din dixwestin ez bi rêya van rojnamevanan re, li ser navê Kurdistanê tevli kongreya li dijî mêtîngeriyê ya ku vê salê li Atînayê pêk were, bibim. Di encamê de me bi hevalên xwe yên rojnamevan re li hev kir û li ser navê Kurdistanê me derfeta wergirtina pênc vexwendnameyan bi dest xist. 
Hema piştî wê vexwendname ji me re hatin. Li ser sêyan nav hebûn, vexwendname li ser navê Celal Telebanî, Nûreddîn Zaza û Rewşen Bedirxan hatibûn. Du vexwendname jî vala bûn diviyabû me dagirtana. Lê belê şertek hatibû danîn, di nava me de wê komunîst tune bin û mesrefa me ya li Atînayê me ye bi xwe bikira, ji ber kongre ne ji aliyê dewletê ve, ji aliyê partiyan ve dihat lidarxistin. Di komîteya amadekar de sosyalîstek jî tunebû. Vexwendname bi postayê hatin mala min, di wê kêliyê de min gazî Celal, Nûreddîn Zaza û Hebîb kir ji bo ez vexwendanameyan nîşanî wan bidim. Nureddîn û Celal Telebanî bi bahaneyeke ji rêzê dan diyarkirin ku ew tevli civînê nabin. Min jî Hebîb Kerîm pêşniyar kir lê mixabin wî jî nepejirand. Min jî li ser vê yekê ji wan re got hinek kesên din pêşniyar bikin ku em tevli kongreyê bibin lê belê kes jî pêşniyar nekirin. Piştre min biryar da ku ez ê bi tena serê xwe beşdarî kongreyê bibim. 
“Min hîna helwest û tevgera karkerê ji Paloyê ji bîr nekiriye”
Di vê navberê de çûyîna me ya kongreyê li Şamê hatibû bihîstin. Min hîna helwest û tevgera karkerê ji Paloyê ji bîr nekiriye. Ji bo çûyîna me pere pêwîst bû, karkerê Paloyê ev yek bihîstibû, hat cem min, tam 100 lîrayê Sûriyeyê da min. Pere hemû yek lîrayê hûr bûn, dema hat gel min got; ‘Min pere ji peredanka (kumbereya) zarokan derxistiye, ji kerema xwe re bipejirînin.’ Min pere girt, ez pir hestiyar bibûm. Ez heya emrê xwe yê dawî welatperweriya vî Kurdî ji bîr nakim.”
Bi tena serê xwe nûnertiya Kurdan kir
Rewşen Bedirxan wiha gotinên xwe didomîne: “Di encamê de min bilêt peyda kir û tevli kongreya Atînayê bûm. Lê hezar car mixabin kursiyên ji bo Kurdan hatibûn veqetandin heya kongre bi dawî bû vala man. Hevalên me bi sedemên ku aqilane nayên hesibandin tevli kongreyê nebûn. Min di kongreyê de bi tena serê xwe nûnertiya Kurdan kir. Tevî bertekên delegeyên Ereb, min roja dawî ya kongreyê mafê axaftinê xwest û axaftina ku min metna wê li Şamê amade kiribû girt û axivîm. (Ji daxuyaniyek a rojnameya Armanc, yek ji kesên di nav delegeyên Ereban de li dijî Rewşenê bertek nîşan daye, avakerê partiya Baasê Mişel Eflaq jî hebû.) Min axaftina xwe bi Fransî bi awayê nivîskî li delegeyan belav kir. Ji ber ku ev kongre navneteweyî bû ji bo me pir bikêr bû.” 
“Kongre di aliyê me de serkeftî bû”
Rewşen bilêv dike ku piştî axaftina di kongreyê de peyamên erênî girtiye û wiha dom kir: “Wê demê Kamuran Bedirxan û rêveberê Yekitiya Xwendekarên Kurd zavayê min Selah Sedullah telgraf rêkirin û gotin: ‘Ev kongre di aliyê me de pir serkeftî bû.’ Piştî sala 1957’an têkiliyên min û Başurê Kurdistanê re zêdetir bûn. Di sala 1957’an de li Moskovayê mîhrîcana Ciwan û Xwendekarên Cîhanê hat lidarxistin. Keça min Sînemxan, bi Hejar Mukriyan û Ebdulrehman Zebihî re çûn ji bo tevlîbibin, lê mixabin keça min hîna negihîştibû Moskovayêê ji tixûbên Çekoslovakyayê hat zivirandin. Dema Sînemxan hat vegerandin Hejar û Ebdulrehman jî biryar dan ku neçin û ew jî zivirîn.”
“Carek be jî li Kurdistanê henaseyek bigirim”
Rewşen Bedirxan di sala 1971’ê de li ser daxwaza Mustefa Berzanî diçe Başurê Kurdistanê. Çûyîna xwe ya ji ber hesreta welat pêk tê wiha tîne ziman: “Li ser daxwaz û vexwendina Mustefa Berzanî, min biryara çûyîna Başûrê Kurdistanê da. Her çiqas nikarim bigihîjim Cizîra Botanê, jiyana li ser axa Mezopotamyayê, wê cigerên min bêhin û hewayek cuda bigirta. Ger ez li Kurdistanê carek jî be henaseyê negrim, wê stêrk yek bi yek biketana û wê jiyan reşetarî bûbûya. Wê sirgûn bigihîşa armanca xwe.” 
Li Hecî Umranê Yekitiya Jinên Kurd ava kir
Di pêvajoya li Başurê Kurdistanê dimîne li Hecî Umranê Yekitiya Jinên Kurd ava kir. Rewşen dibe endama akademiya bi navê Korî Zanyarî Kurd ku di sala 1970’an de hatiye avakirin. Li ser daxwaza vê akademiyê, ji bo berhevkirina nivîs, belge û pirtûkên li ser Kurdan ên di arşîvên Tirkiyeyê de diçe Stembolê. Di sala 1971’ê de li Başûr tevli kongreya sêyemîn a Yekitiya Jinên Kurdistanê dibe. Di sala 1972’ an de ji Şamê derbasî bajarê Banyasê dibe.
“Bibin yek, ji hev belav nebin”
Berî Rewşen xanim jiyana xwe ji dest bide bi demek kin di sala 1992’an de ji xortek Kurd re wiha gotiye: “Kurê min, dema em hebûn hûn hîn negihayîbûn, îro hûn gihayî ne lê mixabin em nemane. Kurê min ji hev hez bikin û bi hev re alîkar bin. Kurê min bibin yek, ji hev belav nebin… Kurê min, yekitiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistana azad bidim te.” 
Di 1’ê Hezîrana 1992’an de li bajarê Banyas ê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Şêx Xalidê Neqşîbendî ya Şamê li kêleka hevjînê wê Celadet Elî Bedirxan û kalikê wê Mîr Bedirxan spartin axê. Gotina dawî û wesiyeta wê ew bû ku Kurd bibin yek. Têkoşîna jinên Kurd li ser şopa xebatên Rewşen xanimê didome.