Weqfa Çand û Hunerê ya Barah ji hunermendên jin re pencereyek e

Weqfa Çand û Hunerê ya Barah li Bîngazî jinan teşwîq dike ku bikevin qadên hunerê, di nav hunerên plastîk, stran û pêşangehên hunerî de cih bigrin.

ÎBTÎSAM EL-XİFÊR

Benxazî - Weqfa Çand û Hunerê ya Barah li bajarê Bîngazî cihek ji jinan re peyda kir ku afirîneriya xwe nîşan bidin, ji ber ku ew pêşangeha duyemîn "Tra Tanî" li dar xist. 7 hunermendên plastîk ji 18 hunermendên li Lîbyayê beşdarî pêşangehê bûn.

"Weqfa Barah jinan li ser cureyên amûrên mûzîkê perwerde dike"

Li ser çalakî û fikra pêşangehê, endama Weqfê Nûran El-Qilal wiha got: "Fikra pêşangehê ji aliyê çar hunermendên ku çar tablo xêz kirin û lîstikek ku bi rêya wê sepanek e di mobaylê de pêk anîn û pê re lîstin ve hate destpêkirin. Paşê hunermendan biryar da ku lîstikê careke din bikin û armanca wê ew bû ku hunermendên li ser asta Lîbyayê wek derbirîna hevgirtina niştimanî li hev bicivînin û peyama aştî û yekgirtinê bighînin hunermendên Lîbyayê. Weqfa Çand û Hunerê ya Barah jinan li ser cureyên amûrên mûzîkê, di nav de qanûn, piyano û kemanê perwerde dike."

"Hebûna me wek malbat di Weqfê de jinan teşwîq kir ku bikevin nav xebatên wê"

Endamek damezrîner a Weqfê Meysûn El-Borî diyar kir ku Weqf li ser esasê wê yekê hat damezrandin ku divê cîhek ji civaka sivîl re were vekirin da ku hobiya xwe bikin û jêhatîbûna xwe pêş bixin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Weqf gelek beşan dihewîne, di nav de beşa plastîk, pirtûkxaneyek giştî û beşa muzîkê. Hebûna me wek malbat di Weqfa Barah de jinan teşwîq kir ku bikevin nav xebatên wê, serdana pêşangehên hunerê bikin û beşdarî konseran bibin. Çend tiştên me hene ku beşdarî berdewamiya Barah bûne, di nav de cîhê me li navenda welêt li bajarê Bîngazî, dema ku em çalakiyên xwe li dar dixin em malbatê digirin ber çav û em rojên cîhanê ji bo pîrozkirina wan hildibijêrin."