Wênesazî hestê hindirîn e

Wênesazên Wargeha penaberan a Mexmûrê azweriya wan a ji bo wêneyan we kiriye ku hina di temên biçuk de dest bi xêzkirina wêne bikin û niha ji tabloyên wan li deverên cuda rastî eleqeyên mezin tên.

 
HÊVÎDAR TALΠ
Musil - Li wargeha penaberan a Mexmûrê ya girêdayî bajarê Musilê di sala 2004’an de komek ciwanan atolyeyek ya wêne ya bi navê Şehîd Delîla ava kirin. Ev atolye bi çend kesan destpê kir, niha ji nêzî 100 endamên wê hene û hertim ev atolye xwendevan û zarokan perwerde dike. Endamên atolyê di derbarê heskirina xwe ya ji bo wêneyan ji ajansa me NUJINHA re axivîn û gotin: “Di temenê biçuk de me dest bi wênexêzkirinê kir û niha ji tabloyên me li deverên cuda rastî eleqeyên mezin tên.” 
Ew kesên perwerde ditîne, xwendevanan perwerde dikin
Hêvî Buldan yek ji wan endamane ku hîna di temenê biçuk de dest bi karê hunerê kiriye û ev 12 sale di vê Atolya Şehîd Delîla de cihê xwe digre. Hêvî ya gelek tabloyên wê di pêşengehan de hatiye pêşkêş kirin di derbarê Atolye ya wêneyan de wiha ev agahî da: “Atolya me di sala 2004’an de ji aliyê komek ciwanên Mexmur ve hatiya avakirin. Ruxmê hemû bê derfetiyan jî em di karê xwe de dilxwazbûn û me xwe gihandine vê astê. Bi derfetek kêm me xebatên baş kirin û tabloyên me yên bi bandor derketin. Tiştên tên jiyîn û tîştên ku hatine jiyan kirin bi hunera xwe dirijînin li ser tabloyê.  Ji dema atolye hatî vekirin heta niha ew endamên ku atolye avakirin bi demê re bûn mamostayên atolyê. Heta niha hêjmara endamên me nêzî 100 kesane. Ew kesên ku perwerde ditîne bi demê re pêşketin û niha endamên din perwerde dikin.”
‘Min tabloya xwe ya yekem di 2012’an de temam kir’
Hêvîyê da zanîn ku hina di zarokatiyê de eleqeya wê li beramberî wêne hebû û wiha behsa bejdarbûna xwe ya Atolya wêneyan dike: “Xwestekek cuda ya min li beramberî wêne hebû. Dema ev xwesteka min ji aliyê malbatê ve jî hate ferq kirin, êdî malbatê ez teşwîqî wêne çêkirinê kirim. Her wiha mamosta jî ez ferq kiribûm ku her tim dixwest ez derbazî atolya wênesaziyê bibim. Ji ber min fedî dikir hertim min xwe paşde dikêşa. Bi demê re dema min dît ku malbat alikariya min dike, ez tevlî xebatên Atolya Şehîd Delîla bûm. Nêzî salek dû salan bi pênusa reş û boyaxên avê ez xebitîm. Pîştî ku destê min tam ket ser, ez derbazî tabloyan bûm. Min tabloya xwe yekem di sala 2012’an de temam kir.”
‘Alikariya malbat û hevalê min ji bo min piştgiriyek bû’
Hêviyê bal kişand li ser eleqeya ji bo tabloya wêya yekem û wiha pêdeçû: “Tabloya min ya yekem di pêşengeha zarokên dibîstanên wargeha Mexmûrê ya 4’ê Nisana sala 2012’an de hate pêşkêş kirin. Hem ez û hem jî malbata min gelek bi pêşkêşkirina tabloya min keyfxweş bûn. Dema min eleqeya mezin li himberî pêşangehê dît, ez hîn zêdetir bi karê xwe ve hatim girêdan. Alikariya malbat û hevalê min ji bo min piştgiriyek bû.”
‘Bi pênusa reş di xebitîm’
Herî dawî jî wênesaz Hêvî Buldan behsa bejderbûna xwe ya ji bo pêşangehan kir û got: “Heta niha nêzî 15-20 tablo berhemên min hene. Ji derveyî wê jî ez li ser pênusa reş jî di xebitîm. Heta niha ez bejdarî pêşangehên hevbeş yên wargehê, Hewlêr û Silêmaniyê bûme. Ji derveyî Başurê Kurdîstanê pêşangehên me yên hevbeş ji derve li Ewrupa jî hatine pêşkêşkirin.”
‘Mereqa min a wêne ez kêşam karê hunerê’
Ronahî Tok jî yek ji wan wênesazene ku di temenê xwe yê 12 salî de destpê kiriye û heskirina wê wisa kiriye ku di nava atolyê de cihê xwe bigre. Ronahî behsa heskirina xwe ya hunerê dike û dibêje: “Min di temenê 12 salî de dest bi karê hunerê kiriye. Mereqe min ya wêne ez kêşam karê hunerê. Dema min temaşeyî hevalên xwe yên li dibistanê dikir ku diçin wêne, hertim min ji dixwest biçim. Ji ber vê jî min serlêdan kir û min ji dest bi fêrbûna wêne kir. Berîya ez derbazî atolyê bibim li dibistanê jî kêm zêde min wêne xêz dikir.”
‘Mirov cîhana xwe ya hindirîn dirêje ser tabloyê’
Ronahiyê dest nişan kir ku di wêne de mirov hestên xwe yên hindirîn xêz dike û wiha domand: “Huner yek ji ew beşên ku mirov tîştên ku nekare bi gotinan îfade bike bi rêya wêne hemû kêfxweşî û acizyan dide xêz kirin. Di wêderê de jî ji reng bigre heta şikla wê ew tiştên ku mirov difikire radixe ber çavan. Di destpêkê de min bi pênusa reş dest bi xêzkirinê kir. Tiştên ku me didît me wan hemûyan di resimand. Beriya wê jî me xwe fêrî tona kir. Weke karê malê jî tişta ku me didît me di resimand. Pîştî wê jî me bi boyaxa avê û boyaxa pastel û pênusên reng û pîştî wê jî boyaxa bi yax me dest bi tablo çêkirinê kir. Piranî di wêneyan de em hestên xwe xîz dikin, cihana hindirin hemû mirov dirêje li ser wê kaxeza sipî yan jî li ser tabloyê.”
Ronahî da zanîn ku ew beşdarî pêşangehan bûne û wiha dom kir: “Heta niha me gelek pêşangeh li darxistene û ev pêşangehane jî rastî eleqeyek mezin tên. Dema ku mirov bejdarî pêşangehan dibe divê ew tabloya hatî çêkirin li ser kijan esasî be pêwîste were zanîn. Tîşta herî giring ewe ku tu bikarî wê tabloyê şîrove bikî. Di pêşangehên me de dema bi awayek zindî me wêne xêz dikir ev ji bala gelek zarokan dikêşa û wan jî dixwestin xwe fêrî wêne xêz kirinê bikin.  Di vê tabloya ku min çêkirî de min xwesteye ez pir rengiya jinê bidim diyarkirin.”