Wênesaza Filistînî: Wêneyên min qîrîna li dijî bêdengiyê ne

Wênesaz Reham Şaqura ku bi wêneyên xwe şerê li Filistînê vedibêje got ku huner zimanekî gerdûnî ye di nava şer de tiştên ku nayên gotin tîne ziman û teqez kir ku di wêneyên xwe de li kêleka êş û wêraniyê berxwedana gelê xwe jî nîşan dide.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Li Xezaya ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên Îsraîlê bênavber berdewam dikin, gel biryardariya xwe ya berxwedanê didomîne. Hat diyarkirin ku li Filistîna ji destpêka şer û vir ve nêzî 37 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 83 hezar kes birîndar bûne û 2 milyon kes jî mexdûr bûne, hê jî cenaze di bin xirbeyan de û li ser riyan hene. Li hemberî vê rewşê gel bi hêviya “Filistîna Azad” berxwedana xwe didomîne.

Hunermend Reham Şaqura ku di nava şerê Xezayê de bi firçeya xwe û boyaxên dawî yên di destên xwe de li ber xwe dide, di tabloyên xwe de wêranî, nezanîn û qirkirina ji ber şer derketiye holê her wiha biryardarî û berxwedana gel nîşan dide.

‘Wêneyên ku ez xêz dikim têkoşîna hevpar a Filistîniyan nîşan didin’

Hunermenda ku bal kişand ser berxwedana gelê Filistînê ya li hemberî şert û mercên dijwar û wiha got: “Ez ne tenê li ser wêrankirinê disekinim, di heman demê de ruhê biryardarî û vîna Filistîniyan jî nîşan didim.” Reham Şeqûra, da zanîn ku ev wêneyên wê di nava xirbeyên avahiyên hilweşiyayî û tirsê de hestên wê û kesên derdora wê baş dikin û hêviyê didin û got: “Wêneyên ku ez xêz dikim têkoşîna hevpar a Filistîniyan nîşan didin. Ev yek hêviya yekitiyê dide gel. Huner amûreke hêzdar e ku rastiyan nîşan bide. Cîhan bi  wêneyên me dikare bibîne ka li Xezayê çi diqewime. Huner bi gelek zimanan diaxive. Tenê huner zirera ku şer dide giyanê me nîşan dide û derbas dike. Huner zimanekî gerdûnî ye ku di nava şer de tiştên nayên vegotin tîne ziman.”

‘Reng û dengê bêdengiyê ne’

Reham Şaqura bal kişand ku kesên li wêneyan dinêrin dikarin êşa dayik û zarokan fam bikin û xeyalên wan jî bibînin lê ya herî girîng ew e ku berxwedana gelê Filistînê ya li hemberî van êşan nîşan didin û wiha got: “Min bi wêneyan serpêhatiyên zarokek Filistînî yên wekî tirs, koçberkirin, birçîbûn û windabûnê şênber kir. Di wêneyek din de min jinek bi kincên gundiyan xêz kir û nîşan da ku jin parçeyek bingehîn a doza Filistînê ne. Her çiqas ez di warê psîkolojîk de nebaş im jî bi biryar im rastiya li Xezayê nîşan bidim. Di vî şerî de hunera min bû çeka min. wêne ne tenê ji kaxiz û rengan pêk tên. Huner dikare cîhanê biguherîne, li dijî bêdengiyê dengekî bilind e.”

‘Piştgiriya hunermendên li Xezayê tê wateya piştgirîkirina berxwedanê’

Reham Şaqura ji xeynî wênesaziyê, ji bo debara malbata xwe bike daran kom dike. Reham Şaqura, anî ziman ku ji bo vegotina serpêhatiyên gelê xwe û ji aliyê psîkolojîk ve rehet bibe wêneyan çêdike û wiha berdewam kir:

“Cihê mixabiniyê ye ku bihara ciwaniya me, beriya ku em bigihîjin armanc û daxwazên xwe di şeran de winda dibe. Ez nizanim em çawa dikarin ji vê dojehê xilas bibin. Huner dibe ji bo hinekan tenê navbeynkara îfadeyê be lê ji bo gelê Filistînê navbeynkara jiyan û berxwedanê ye, piştrast dike ku rihê wan tune nabe û ew ê hêvî û îradeya xwe biparêzin. Piştgiriya hunermendên li Xezayê tê wateya piştgirîkirina berxwedanê. Ev jî girîngiya hevgirtina mirovî ya li hemberî neheqî û êrişan tîne bîra cîhanê.”

‘Gelê Filistînê mûcîzeyan afirand’

Di wêneyên Reham Şaqura de bang li cîhanê tê kirin ku tevî zilma şer û êşan bi çavên mirovî li Xezayê binêre û êşa gelê wê kûrtir fêm bike. Di xêzkirinê de şiyana mirovî ya veguheztina êşê di afirînerî û hilweşandinê de nîşan dide. Reham Şaqura di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Filistînê mucîzeyan afirandiye û wiha bi dawî kir: “Divê em hemû guh bidin peyama ku huner bi her cureyî dide û di têkoşîna azadî û rûmetê de piştgiriyê bidin gelê Filistînê.”