Wênekêşa herî biçûk û serkeftî ya sala 2021’an: Esma Emcdûd

Esma Emcdûd ku di cîhana wênekêşiyê de bi xurtî riya xwe vedike û tevî temenê xwe yê ciwan ê ji 19 salî biçûktir, di demek kurt de dikaribû di nav mezinan de bi nav û deng bibe. Esma serenavê wênekêşa herî biçûk û baş a sala 2021-2022'an wergirt. Her wiha hêviyek wê heye ku di warê wênekêşiyê ku tê de mêr serdest in, bi pêş ve biçe û şopa jinan tê de bihêle.

HENAN HARIT
Mexrib - Jina ciwan a Mexribî Esma Emcdûd beşdarî pêşbirka wênegiriyê ya navneteweyî li Lubnanê bû, serenavê baştirîn û ciwantirîn wênekêşa sala 2021'an bi dest xist. Ajansa me bi Esma re hevdîtin kir da ku ji me re behsa çîroka xwe û hezkirina xwe ya ji wênekêşiyê re bike.
Esma diyar kir ku ji pêncsaliya xwe ve ji kamerayê hez dike û wiha got: "Min ji zarokatiya xwe ve ji wênekêşiyê hez dikir. Dema min li bavê xwe yê ku ji wênekêşiyê hez dikir û wêne dikşandin, temaşe dikir, meraqa min a li hemberî vê makîneyê roj bi roj zêdetir dibû. Min dixwest ez jî kamerayê bigrim destên xwe û lê mêze bikim bê çi di hundrê wê de heye. Bavê  min kamerayê dida destên min û min fêr dikir ka mirov wê çawa digre, dixebitîne û wêneyan dikşîne."
“Tevî temenê biçûk jî ez li dîmenên xweş digeriyam da ku wêneyê wan bikşînim”
Esma anî ziman ku xewna wê ew bû ku kamerayeke wê hebe û wiha pê de çû: "Dema ku ez bûm xwediya kamerayê, min kêf û şahiyek ku nayê vegotin hîs kir. Ji wê rojê ve heya niha ez diçim ku derê kameraya min bi min re ye, ji xeynî saetên xewê û saetên ku ez li dibistanê me."
Esma got ku tevî temenê wê biçûk bû jî ew li dîmenên xweş digeriya da ku wêneyên wan bi awayekî cuda bikşîne û wiha berdewam kir: "Awayê wênekêşandina min û çawaniya mijûlbûna min bi kamerayê di dema kişandina wêneyan de, bala bavê min kişand û ez teşwîq kirim, ji min xwest ku ez girîngiyê bidim xwendina xwe da ku jêhatîtir bibim û dema ku ez mezin bûm bikaribim behremandiya xwe mezintir bikim."
“Di festîvala navdewletî de wênekêşa herî biçûm bûm”
 Esma hevsengiyê di navbera wênekêşiyê û xwendina xwe de çêkiriye, niha xwendina xwe di asta sêyemîn a amadeyî de didomîne û ji bo fêrbûna mekanîzmayên wênekêşiyê jî beşdarî kursên perwerdeyê dibe. Esma destnîşan dike ku piraniya kesên wênekêş ji dayikbûnê ve jêhatî ne û kişandina wêneyan bi baldariya li ser wênekêşiyê ve girêdayî ye.
Li ser riya xwe ya di warê wênekêşiyê de û çawa bûye profesyonel jî Esma wiha axivî: "Bûyera herî girîng di riya min de beşdarbûna min a Festîvala Hefteya Moda ya Navdewletî ya Agadirê bû. Ez wênekêşa herî biçûk bûm û erka min wênekirina modelan bû. Wêneyên ku min kişandin, organîzator û modelan pir ecibandin, vê yekê hişt ku baweriya min bi min, kalîteya wêneyên ku min kişandin û têkiliya min bi kamerayê re zêde bibe û ji wir min dest pê kir ku ez karsaziya xwe ava bikim û projeyên wêneyan ên min bi xwe hilberandî saz bikim. Modelan û organîzatorên çalakiyên herêmî ji bo hin bûyerên ku li seranserê bajarê min Agadir tên organîzekirin bi min re peymanan datînin."
“Tu carî nedifikirîm ku ez ê sernavek bigrim”
Esma da zanîn ku rojekê rêvebera Festîvala Moda ya Agadirê pê re têkilî daniye û wiha pê de çû: "Wê ji min xwest ku ez beşdarî pêşbirka navneteweyî ya wênekêşa herî baş li Londonê bibim. Di rastiyê de, beşdariya min, di vê rêwîtiyê de pêlikek bû. Ji ber ku ez bi wêneyên xwezayî û wêneyên portreyê beşdarî festîvalê bûm. Tevî ku ez bi xwe û xebata xwe bawer bûm jî tu car nedifikirîm ku ez ê sernavek bigrim."
Esma behsa hûrguliyên beşdarbûna xwe ya di pêşbirkê de kir û wiha got: "Ji ber belavbûna vîrusa koronayê min nikaribû li pêşbirkê amade bim û ez ji dûr ve beşdar bûm. Di nav beşdaran de wênegirên çend welatên wekî Brîtanya, Arjantîn, Fransa, Îspanya û hin welatên din hebûn. Min serbilindiyê hîs kir ku beşdarî pêşbirkekê bûm û tê de wênekêşên xwedî ezmûn û bi salan di warê wênekêşiyê de dixebitîn, hene. Beşdarbûna vê pêşbirkê bûyerek girîng bû di jiyana min de."
“Di dema tacdayînê de serenavê wênekêşa herî biçûk ji bo min hesteke bê pênase bû”
Esma got ku dema di roja tacdayînê de serenavê wênekêşa herî biçûk û baş a salê 2021-2022'an wergirtiye, bextewarî hîs kiriye û wiha berdewam kir: "Ez nikarim hestên xwe yên dema ragihandina xelatan vebêjim, wergirtina sernavê ku ji min re weke rûmet û erkek e ku ez bi hemû hêza xwe bikaribim nûnertiya welatê xwe di hemû çalakiyên navneteweyî de bikim."
Der barê zehmetiyên ku rastî wê hatine de Esma wiha got: “Di destpêkê de ez rastî awirên xerîb û gotinên wekî; ‘tu hîn zarok î û kamerayeke ku ji te mezintir xuya dike te hilgirtiye û tu nikarî bi mêran re pêşbaziyê bikî yan xwe îsbat bikî’, dihatim. Her wiha min gelek gotinên bi êş bihîst ku bandorê li derûniya min kirin lê xwesteka min a mezin a wênekêşiyê, hemû dengên acizker ên ku dixwazin min bêhêvî bikin, derbas kir. Ji ber ku ez di riya ku dixwazim tê de bi pêşve biçin de me û ez ê navê xwe bi mezinan re nemir dikim."
Hewl dide portreyên çîrokan ên ku bi hin pirsgirêk û rewşên rojane re mijûl dibin çêbike
 Esma bi lêv kir ku ew hewl dide karê xwe yê wênekêşiyê bi pêş bixe û wih lê zêde kir: "Her çendî ez niha di festîvalên piçûk, şahiyên dawet û rojbûnan de karê wênekêşiyê dikim jî ez hewl didim portreyên ku çîrokan nîşan didin û bi hin pirsgirêk û rewşên rojane re mijûl dibin, bikşînim. Her wiha ez portreyên jinên Mexribê jî dikşînim. Di yek ji potreyên ku min kişandine de, pîrejineke Mexribî hebû, êzing hilgirtibû, bi riya vê wêneyê min xwest bêjim ku jinên Mexribî bi hêz in û di her cih û wextê de xwedî şiyana berpirsyariya her karê ku ji wan re hatiye dayîn in. Hewldana min a wênekêşandina portreyan belgekirina bûyer, hest û ramanan e."
Esma di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinan re şand û wiha got: "Ez bang li hemû jinan dikim ku di her şert û mercî de xwe bigihîjînin xeyalên xwe û ji bo pêkanîna wan têbikoşin. Ez nedifikirîm ku ez ê bigihîjim tiştê min xeyal dikir lê biryardarî, armanc û piştgiriya malbata min kir ku ez hewl bidim hobiya xwe di warê ku ez jê hez dikim de bi pêş bixim. Ji ber ku ew balkêş e û fersendek peyda dike ku meriv jêhatiyên veşartî kifş bike. Tevî temenê min ê biçûk jî hêviyek min a mezin heye ku ez di vî warê ku tê de mêr serdest in de bi pêş ve biçim û şopa jinan tê de bihêlim."