'Wêne zimanê hevbeş ê hemû netewan e'

Solîn Osê ya ku di zarokatiya xwe de wêne xêz dike û tabloyan çêdike der barê xêzkirina wêneyan û çêkirina tabloyan de wiha dibêjê: "Her mirovekê bi şewazekê xwe îfade dike, ez bi riya wêne û tabloyan hestê xwe tînim ziman"

VIYAN AMED

Qamişlo- Her mirovak bi hunerê re hestên xwe tîne li ser ziman û her mirovek bi şêwazekî dikare xwe îfade bike. Yek ji wan kesan şêwekar Solîn Osê ye ku bi riya xêzkirina wêneyan hestên xwe tîne ziman. Solîn Osê ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji zaroktiya xwe ve dest bi xêzkirina wêne û tabloyan kiriye. Solîn Osê di derbarê xêzkirina wêne û tabloyan de nêrîna xwe parve kir.

Bi hezkirinek mezin wêneyan xêz dike

Solîn Osê destpêkirina xwe ya xêzkirina wêneyan wiha tîne ziman: "Min di zarokatiya xwe de ji xêz kirina wêneyan hez dikir, ji lewra dema min rûpêlekî didît min yekser wêne xêz dikir. Ew taybetmediya min bala mamosteyê min kişand, loma her digot tu bibe şêwekarekî pispor. Ev gotin hêz dida min, ji ber vê min evînekî mezin wêneyan xêz dikir. Hem hezkirina min û hem jî qabiliyeta min di wêneyan de diteyisî. Dema wêneya min bal dikişand, ev yek jî hezkirinek mezin di xêzkirina min de ava dikir."

‘Hesta herî bi wate xêz kirina xeyalan e’

Solîn Osê diyar kir ku pênûs û lênûsa wê xeyalê wê xêz dike û wiha got: "Dema mirov ji karekî hez bike dikarê hemû amûran bi kar bîne. Carina ji bo xêzkirina wêneyan ez tenê pênûs û lênûs peyda dikim, ev yek jî min rehet dike, ji ber ez xeyalên xwe dikarim xêz bikim. Dema ez zarok bûm, min di televîzyonê de her temaşe dikir ku jin reqsên balê xweş dikin û min her dixwast biçim li gel wan û xêz bikim, lê ji ber derfet nebû, ew jî ne pêkan bû. Min dikarî bi riya wêneyan jinên ku reqsa balê dikin xêz bikim û ev yek di dilê min de nema, ji ber xeyalek bû. Hêsta herî xweş ewe ku mirov bikaribe xeyalên xwe xêz bike."  

'Wêne û tablo zimanê hemû hesta ye'

Solîn Osê wiha pênaseya çêkirina tablo û xêz kirina wêneyên xwe dike: "Her mirovekê bi şewazekê xwe îfade dike. Ez jî wek şêwekarekî bi riya xêzkirina wêne û tabloyan hestên xwe tînim ziman. Gelek curêyen xêz kirina tabloyan heye, mînak bala min herî zêde jî şewazê tabloyên derbirin (xwe îfade kirin) dikişîne. Ez di şêwaza derbirîna tabloyan de azadiyê dibînim, ji ber hestê herî zelal û xweş di wan tabloyan de tê dîtin û tablo zimanê hemû hestane. Mirov dikare di tabloyê xwe de hemû hesta biteyisîne. Di welatê me de şer heye, ji lewra ez di wêneyê xwe de rewşa şer û encamê şer xêz dikim. Bi riya tabloyan ez rewşa welat ji hemû cihanê re radigihînim. Wêne zimanê hevbeş a hemû tewan nîşan dide.”

'Daxwaz û xeyalê min di zaningeha Rojava de pêk hat'

Solîn Osê da zanin ku ew di Zanîngeha Rojava de karibû di aliyê wênexêziyê de gav bavêje û wiha domand: "Her çiqas heskirin û qabiliyeta min a wêneyan hebe jî, lê di warê pisportiyê de ne têrker bû. Min di Zaningeha Rojava de gavê xwe yên pisportiyê ya wênexêziyê avet.  Ez li wir hînî pivanê xêzkirina wêne û tabloyan bûm. Her wiha daxwaza min hertim xêz kirina tabloyekê zeyit bû. Ew daxwaz min li zanîngeha Rojava pêk anî. Min di zaningeha Rojava de 25 tabloyên zeyit çêkir. Her wiha min di Zangeha Rojava de gelek xwe pêş xist ku ez îro dikarim xeyalên ku çêdibim bi riya wêne û tabloyan neqiş bikim." 

'Li darxistina pêşengehê, asoyê mirov fireh dike'

Solîn Osê wiha beşdarbûna xwe ji pêşengehê re tîne ziman: "Ez bi tabloyê xwe beşdarî gelekî pêşengeha hunerî bûme. Her wiha ez di asta cîhanê de bi riya medyaya civakî beşdarî peşengehê bûme û ew pêşengeh gelek rê ji pêşketina min re vekir. Pêşengeh asoye mirov berfireh dike û çanda çav pêş dixe û çanda çav jî ew e ku tişta herî xweşik û balkêş yekser bibîne.”

'Projeya min ew e ku em bi rengan bajarê xwe bixemlînin'

Solîn Osê herî dawî diyar kir ku projeya wê ya demê pêş ewe ku hunera xwe bixe xizmeta gelê xwe û wiha bi dawî kir: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek derfet li pêşiya jinê vekir ku îro ez bi dil rehetî xeyalên xwe li ser tabloyan xêz dikim. Daxwaz û hêviya min ewe ku ez hunera xwe bixim xizmeta civaka xwe. Gelek projeyên min a pêşerojê heye ku yek ji wan ewe ku ez bajarê xwe bi rengan bixemlînim. Bandora rengan li ser jiyana mirovan dike ku ez herdem tabloyên xwe bi rengên cur bi cur dixemlînim.”