Tora Parastina Jinan: Reqs jî berxwedan e

“Xweveguherîna ruhî û afirandina cudabûna her jinê, tişteke ku têkoşîna jinan ava dike û hêrsê vediguherîne têkoşînê ye.”

“Xweveguherîna ruhî û afirandina cudabûna her jinê, tişteke ku têkoşîna jinan ava dike û hêrsê  vediguherîne têkoşînê ye.” 
ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr - Gelek rêxistinên ku mafên jinan diparêzin, di xeta femînîzmê de nîqaşên xwe didomînin lê her wiha ji hunera ku parçeyek jiyanê ye jî sûdê digrin. Ji bo me jinan berdewamkirina jiyana ku jixwe zor e yan jî dema em mafên xwe diparêzin, em cîhana xwe ya manewî, ruhê xwe carna îhmal dikin. Di vê rewşa ku dawî li bêmafiyê nayê, kesên me yên herî tûj jî carna dixwaze wisa raweste bêhnê bigre. Li hemberî hemû zorî û zehmetiyên ku ji her aliyê jiyanê ve li ser me hene, em dixwazin kêfa xwe bi rewşek bînin, heta bi kêfxweşiyê xwe bi rêxistin bikin.  Dema em têdikoşin an jî li ser êrîşên desthilatdariyê li çareseriyan digerin, bêguman em pir diwestin. Ji ber ku em gelek caran xwe îhmal dikin, ev westandin zêdetir dibe. Baş e ku huner tam jî di vê xalê de xwedî roleke ku hêzê dide me ye.  
Tora Parastina Jinan a li tevahiya Tirkiyeyê sê sal e, li Îzmîrê jî salek e xebatên xwe dimeşîne jî; çarçoveya rêxistinbûyînê, bêyî ku kêfxweşiya jinan a bi hev re îhmal bike, dipejirîne. Ji aliyekî ve di navbera xwe de bêyî avakirina hiyerarşiyek, di mijarên îstîsmara zarokan, mafê nefeqeyê de diaxivin, ji aliyekî ve jî bi hînbûna reqsa Balfolk a Swêdê kêfxweş dibin.    
Tora Parastina Jinan a rêxistineke serbixwe ye, xweparastina femînîzmê, ji derveyî parastina fizîkî, afirandina zanabûn û cudabûnê dibîne û dinirxîne. Bi mijarên “Rêbazên têkoşîna bi şîdetê re”, “Em çima li dijî şîdetê ne” bi xebatên komî yên ji 10-15 kesan pêk tê re, bi hev re nîqaş dikin. Ji derveyê vê, dem bi dem atolyeyên beden, zayendî û reqsê jî ava li dar dixin.  
“Bi afrîneriyê em dikarin bimînin”
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun, diyar dike ku nasîna bedena xwe û ya herî girîng jî lihevhatina wan bi reqs û muzîkê temam dikin. Gîzem, li ser sûdên ku ji reqsa Balfolk digrin jî wiha dibêje:
“Em bi vê xebata reqsê ji bedena xwe hez dikin. pêdiviya jinan pir bi xebatên bi vî rengî heye. Xebata parastina jinan di rastiyê de xaleke ku teorî û pratîk dibin yek e. Ji bo tevgera jinan, sekna polîtîk û têkoşîn pir girîng e. Bi vê yekê re, dema ku her jin jiyana xwe ya manewî û cudabûna xwe diafirîne, têkoşîna jinan jî diafirîne û hêrsê vediguherîne têkoşînê. Ji ber vê yekê dema em bi bedena xwe re lihevahatî bin, em xwe nas dikin. Ji ber ku em jin in, tiştên em dijîn wekî hev in. Em dikarin desthilatdariyê, sedema vê yekê bibînin lê divê ji bo serîderketina bi vê rewşê re her jin ji kûrahî bifikire. Ev xebatên hunerî ji ber vê yekê pir girîng in. Heta ku em biafirînin, em ê hebin.”
“Pêdiviya me bi muzîk û reqsê heye”
Tora Parastina Jinan, dema ku li Dîkîliyê kampa havînê çêkirine, bi xebatên atolyeyê yên cur be cur , reqsa Balfolkê nas kirine. Li kampê li ser mijarên ekofemînîzm, di qeyrana gerdûnî de rewşa jinan, greva femînîst û berxwedana jinan a li cîhanê sekinîne her wiha atolyeyên lîstikên gel û reqsê jî hene. Nêzî 300 jin û 60 zarok tevli kampê bûne, ji bo zarokan jî atolyeyên cuda vekirine. Atolyeyên li ser wekheviya zayanda civakî, wekheviya rastîn û wekheviya civakî atolye hene. Gîzem bi gotinên “Em bi hev re kêfxweş bûn, keniyan, me bi hev re nîqaş kir” behsa destpêka reqsê dike. Gîzem bi van wiha behsa wateya reqsa balfolk ku ji dema kampê heta niha ji bo wan tê çi wateyê dike: 
 “Di roja dawî ya kampê de me tenê kêf kir û em reqisîn. Wê rojê hevalek me reqsa balfolkê wekî xebata atolyeyê bi me dabû kirin. Destpêkê hevalên me li Parka Yogurtçu ya Stembolê çalakiyek li dar xistin dûre li Enqereyê di vekirina Mor Mekan de reqsa balfolk hat nîşandan. Em jî îro li Kordona Îzmîrê, ji bo hînî reqsa balfolkê bibin hatin ba hev. Bi van xebatên em dikin, me fam kir ku pêdiviya jinan bi şahî û reqsê heye. Xebatên ku zêdetir me tînin ba hev, muzîk û reqs e.” 
Her wiha endamên Tora Parastina Jinan a xebatan dimeşînin, çenteyan boyax dikin, çîniyan çêdikin û di mîhrîcanan de difroşin, mesrefa xwe derdixin. Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê partiyek bi navê Morfest li dar xistine. Ji derveyî vana jî diyar dikin ku ew ji bo mafên jinan di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan de jî li qadan bûne. 
Ji bo rêxistinbûnê dibe destek
Reqsvana Balfolkê Buket Buldu:
“Em qet xwe ji çavên ku li me mêze dikin aciz nakin. Armanca me ya îro şahî bû, vê yekê jî ne di nava çar dîwaran de, me li kolanan kir. Ev yek ji bo rêxistinbûyîna me jî dibe destek. Em bi hev re xwêdan didin, em bêhna hev digrin dema direqisin. Ev yek têkiliya di navbera me de baştir dike.