TAJÊ bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand. TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got, “Bi wesîleya 8’ê Adarê li dijî êrîşan em ê berxwedana xwe hîn mezintir bikin.”

Navenda Nûçeyan – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand û bernameya xwe aşkere kir. TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got, “Di çarçoveya pêngava “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ” ya ji aliyê KJK’ê ve hat ragihandin de, em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên qetilkirina jinan, qirkirin û êrîşên dagirkeriyê bidomînin.”

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Roja 8’ê Adarê di têkoşîna azadiya jinên cîhanê de rojeke girîng e. Di heman demê de ji bo avakirina wekheviya jin û mêr û derxistina têkoşîna azadiya jinê ji rojekê û her rojê veguherandina têkoşînê jî dîrokek girîng a berxwedanê ye. Di têkoşîna azadiya jinê de her destkeftî di encama ked û bedelên mezin de hatiye bidestxistin.

Bi destkeftiyên têkoşîna jinê re, îro li çar aliyê cîhanê jin bi dirûşma “jin jiyan azadî” li dijî pergala dewleta mêr ber bi şoreşa jinê ve dimeşin û bingehê jiyana xwe ya azad ava dikin. Ji ber ku pergala dewletê ya mêr li pêşberî têkoşîna azadiya jinê bê çare ye, li her qadên jiyanê êrîşên xwe zêde dike û di şexsê jinê de êrîşî hemû civakê dike.

Em îsal 8’ê Adarê di demeke ku êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarê wê PDK’ê li ser Şengalê zêde bûne de pêşwazî dikin. Temsîlê pergala dewleta mêr a AKP-MHP’ê, êrîşên xwe yên li dijî gel, jin û baweriyên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo veşartina têkçûna li pêşberî têkoşîna azadiyê û astengkirina wê didomîne.  Dixwaze bi van êrîşan berxwedana me bişkîne.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) êrîşên li ser Şengalê weke êrîşeke li dijî nasnameya jina azad û berxwedana jinê dinirxînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê  ji bo pûçkirina van êrîşan em ê berxwedan û rêxistinbûna jinan hîn mezintir bikin. Ji bo azadiya jinên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin em ê her cure têkoşînê bidin meşandin. Em ê heta pêkanîna Şengala azad û xweser bênavber têbikoşin.

Di çarçoveya pêngava “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ” ya ji aliyê KJK’ê ve hat ragihandin de, em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên jinan, qirkirin û êrîşên dagirkeriyê bidomînin. Em wek TAJÊ 8 Adarê di serî de li Rêber APO, şehîdên qehreman û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.

Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên me yên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ!”, semîner, civîn, sînevîzyon û nîşandana belgefîlma Hêza bên lidarxistin. Dîsa ji bo bilindkirina berxwedana jinan û şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê em ê di 8’ê Adarê de meşekê girseyî li dar bixin.”