Sureya El-Îlêwî: Festîvala Fîlmên Jinan tîrêja hêviyê ye

Duh dewreya 14'emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Jinan li bajarê Sila li Mexribê, piştî ku dewreyên wê yên borî gelek caran hatin taloqkirin, dest pê kir.

HENAN HARIT
Mexrib- Şahiya vekirina 14'emîn dewreya Festîvala Fîlmên jinan a Navneteweyî  ku bi pêşengiya Komeleya Civakî ya Ebî Riqraq li qada Fîlman a Holywoodê ya li taxa Kerîma hat organîzekirin, bi xelatkirina du lîstkvanên Mexribî ji bo karê wan ê hunerî û tevkariya wan a ji bo qada sînemaya Mexribê, lîstikvan, nivîskara senaryoyê û derhênera Mexribî Samiya Aqriyo û lîstikvan Sureya El-Îlêwî, dest pê kir.
 "Huner di civakê de navgîneke din a ragihandina rola çalak a jinan e"
Lîstikvan Sureya El-Îlêwî di daxuyaniyek ji ajansa me re wiha got: "Ev xelat ji me re rûmet e û di heman demê de erkek e. Xelatkirina min di festîvala sînemaya jinan de, tê wateya naskirina rola mezin a jinan di civakê de. Dema em dibihîzin ku wê fastîvala fîlmên jinan çêbibe, em weke lîstikvan dibêjin tîrêjek hêviyê heye û têkoşîna tevgerên femînîst û civaka sivîl vala derneketiye. Eleqeya festîvalê bi fîlmên jinan re girîngiya wê zêdetir dike. Jin ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe pêwîstiya wan bi hewldan û têkoşînê heye. Huner navgîneke din a ragihandina rola çalak a jinan di civakê de ye."
“Fîlmên ku tên nîşandan dibin sedema guhertina ramanên mirovan”
Sureya li ser serpêhatiyên xwe yên sînemayê ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibû axivî û wiha got: "Ez bi hemû karên xwe serbilind im lê hin ji karên min hene ez dibînim ku herî zêde pirsgirêkên jinên Mexribê îfade dikin û wan di kariyera min de şopek mezin hiştin." 
Der barê nêrîna xwe ya li ser fîlmên ku di festîvalê de hatine nîşandan de wiha dibêje: "Bi nêrîna min fîlmên ku tên nîşandan dibin sedema guhertina ramanên mirovan. Ji ber ku huner riya herî hêsan e ji bo guhertina wijdanê wirovan. Di gelek fîlman de bal tê kişandin ser pirsgirêkên civakê û windakirina mafên jinan di fîlmê "Erîdû Helen (Ez çareseriyê dixwazin) ku hunermend Fatin Hemama balê dikşîne ser mafên jinan ên hevberdanê."
Di şahiya vekirina dewreyê de ku sînemaya Swîsreyê wek mêvan pêşwazî dike û fîlmên Swîsreyê yê bi navê "Emrê Xwedayî" yê derhêner Betra Bolpe ku di sala 2017'an de hatiye çêkirin, hat nîşandan. Ev fîlm balê dikşîne ser mafê jinan ê windayî ango mafê jinan ê xebatê.
Di bernameya festîvalê de pêşbirkek fermî ji bo fîlmên dirêj ên li ser mijara rewşa jinan heye û pêşbirkek fermî ji bo belgefîlmên ku têkoşîna jinan ji bo wekheviyê û li dijî hemû cureyên cudakariyê têdikoşe heye. Her wiha wê ji bo cureya belgefîlmên Mexribê wê 6 belgefîlm werin pêşkêşkirin ku derhênerên her 6 belgefîlman jî jin in. Ji bo cureya fîlmên Mexribê yên dirêj ku wê derhênera Mexribê Meryem Ado bi fîlmê xwe yê bi navê "El-Mieleqat" de beşdar bibe ku ev fîlm ji berhemên Fransî û Qeterê ne.
Her wiha fîlmên Mexribî yên ku ji derveyî pêşbirkê ne di sala 2018'an û 2019'an de hatine pêşkêşkirin dê ji gel re bên nîşandan.
Festîval bi armanca pêşxistina sînemaya jinan û rola wan a di sînemayê de tê lidarxistin
Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya li Selayê ku ji sala 2004’an ve ji aliyê Komeleya Ebî Reqraq ve tê organîzekirin, bi armanca pêşxistina sînemaya jinan û balkişandina ser rola jinan a di sînemayê de tê lidarxistin.
Festîvalê di dewreya xwe ya 13'emîn de ku di sala 2019'an de hat organîzekirin bal kişandibû ser wekheviya di navbera herdu zayendan di beşa sînemayê de. Her wiha 4 jinên ku di sînemayê de dixebitin xelat girtin .
Ji ber pandemiya koronayê organîzatorên festîvalê neçar mabûn ku festîvalê taloq bikin lê dewreya xwe ya 14'emîn di rewşek awarte de û di nav tedbîrên pêşîgirtinê de di 8'ê Mijdarê de dest pê kirin û wê heya 13'ê Mijdarê bidome da ku di hemû waran de piştgiriyê bide.