‘Stranên Keziya Sor’ dê li gelek navendan bê pêşandan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn Filma muzîkal a bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ a hatiye kişandin, wê li gelek navendan were pêşandan.

Navenda Nûçeyan – Yekemîn Filmê muzîkal ê bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Wê li gelek navenda were pêşandan. Film balê dikêşe ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê.

Film wê sibê saet di 18.30’an de li navendên çand û hunerê yên li kantonên Reqa, Tebqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê were pêşandan. Di heman demê de dê li ser înternetê were weşandin.

Bi tevlîbûna 200 jinan hat amadekirin

Filmê ku ji 7 beşan pêk tê ku bi tevlîbûna 200 jinan hatibû amadekirin, ji jiyan û têkoşîna yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz îlham hatiye girtin û di 7 mehan de bi dawî bûye. Film li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.