Stranbêja Cezayirî Emal Zan di Roja Cîhanî ya Caz ê de derdikeve dikê

Di 30’ê Nîsanê Roja Navnetewiya caz ê de stranbêj Emal Zan li welatê xwe Cezayirê konser dide.

Cezayîr – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanistî û Çandî (UNESCO) ji bo parastina aleta mûzîkê ya kevnar caz ê 30’ê Nîsana 2011’an bi daxuyaniyekê da zanîn ku her sal 30’ê Nîsanê ewê weke roja caz ê pêşewazî bikin. Li gorî daxuyaniyek UNESCO îsal jî Roja Cazê ya Navneteweyî dê li zêdeyî 190 welatan, bi rêze çalakiyan çandên cihêreng bên nîşandan. Li Cezayir û gelek welatên dinê amadekariyên roja cazê tên kirin.   
Komeleya Çandê Mosaica bi boneya salvegera Roja Mûzîkê ya Navneteweyî, ku her sal di 30’ê Nîsanê de tê pîrozkirin, amadekariyan dike. Stranbêja Cezayîrî Emal Zan dê konserek a ji hêla Komeleya Çandî ya Mosaica ve hatî organîzekirin, 30’ê Nîsanê di 10’emîn salvegera Roja Mûzîkê ya Navneteweyî de bide. Emal Zan dê ji albuma xwe nû "Caz" di heman rojê de derxîne.