Stranbêja Brezîlî Marîlîa Mendonça jiyana xwe ji dest da

Stranbêja Brezîlyayê Marîlîa Mendonça ku ji bo Xelata Latîn Grammy namzet hatibû nîşan dan, di encama ketina balafira ku rêwitî dikir de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya Breaking Aviation News’ê, Stranbêja Brezîlî Marilia Mendonça jiyana ji dest da. Hat ragihandin ku Marîlîa Mendonça a Latînî ku di encama ketina balafira ku rêwitî dikir de jiyana ji dest da. Marilia ji bo Xelata Latîn Grammyê namzet hatibû nîşan dan.
Hate hînbûn ku li gel stranbeja ciwan Henrique Ribeiro, apê wê û şêwirmendê wê Abicieli Silveira Dias Filho ku rêwitî dikir jî jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku pîlot û pîlota alîkar a balafirê jî mirine.
Li bendê bû ku Marilia Mendonça beşdarî merasîma Xelatên Grammy ya ku namzêt hatibû nîşan dan a di 18’ê Mijdarê de were lidarxistin bibe. Piştî ku agahiya qezayê hat bihîstin hunermend, futbolîst û siyasetmedarên Latînî peyamên sersaxiyê parve kirin.
Şîrketa balafiran a qezeyê diyar kir ku dê sedema qezayê were lêkolînkirin.