Strana jinan berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nemir dike
Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê, bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê klîbek li ser berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêdike. Klîb dê di çend rojên pêş de bê weşandin.

SERÎN MIHEMED
Heleb – Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê yê Sûriyeyê, bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê klîbek li ser berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bi navê "Şêx Meqsûd Keleha Berxwedanê” çêdike. Ev klîb, berxwedana şêniyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî dorpêç û êrîşan digre dest.
Strana klîbê ji aliyê Koma Vajîn ve bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê tê gotin. Hunermend Sûzan Bîlan jî gotin û awazên stranê çêkirine. Stran li galeriya Hikûmet Mîlan hatiye tomarkirin û nêzî 70 jinên ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di klîbê de cih digrin.
Endama Tevgera Hîla Zêrîn û endama koma "Delîla" Selwa Mihemed, spasiya hemû beşên di xebatê de ked dane kir û diyar kir ku ev xebat armanc dike qehremaniya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nemir bike û berxwedana wan dîtbarî bike.
‘Mînakek mezin a hebûna jinan di qadên huner û berxwedanê de’
Yek ji berpirsyarên medyayê ya tevgerê Saya Osman, wiha got: "Peyama vê stranê ne tenê têkildarî berxwedana çekdarî ye; di heman demê de bi bîr dixe ku bîra dîtbarî jî cureyekî ya berxwedanê ye. Berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê veguherî semboleke nû ya di ferhenga wêrekî û rûmetê ya gel de cih digre.
Saya Osman, destnîşan kir bikaranîna ewqas jinan a li gel hev ne hêsan bûye, da zanîn rastiya ku stran ji aliyê jinek ve hatiye nivîsandin jî hêza herî mezin e. Saya Osman, diyar kir ev mînakek girîng e ku hebûna jinan di qadên huner û berxwedanê de nîşan dide.
Saya Osman, bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: “Em weke jin û ciwanên ciwan ên Tevgera Hîlala Zêrîn, amade ne ku her cureyê li ber xwe bidin. Tu hêz nikare îrade û berxwedana jinan bişkîne.”