Solînê hêvî, xeyal, hezkirin û pêşeroja xwe bi şêwekariyê re pêk anîn

Solîn Osê wêneyan xêz dike, di tabloyên xwe de êşa koçberiyê dertîne holê bi taybetî balê dikşîne ser jin û zarokan, ji ber ku ew pir bandorê ser wê dide çêkirin. Solîn dibejê: “Bila malbat û derdor hêviyan ji bo pîşeyên zarokên xwe xurt bikin, li hezkirin û xeyalên wan guhdarî bikin. Ger hêvî zindî be, teqez dê pêk were.”

ROJDA SEYÎDXAN
Qamişlo –Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jinên ciwan di beşa şêwekariyê de xwe bi pêş xistine û weke derfeteke girîng qezenc kirine ku pîşeyên xwe pêşkêş bikin. Wênesaz di her tabloyê de peyamek didin civakê û xeyalên ku li benda pêkanînê ne radixin ber çavan. Solîn Osê ya bi temenê xwe 23 salî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Solîn di nava 9 salan de dikaribû gelek pêşketinan di aliyê xurtkirina pîşeya xwe ya şêwekariyê de bide avakirin. Gelek armancên xwe pêk anîn û xebatên xwe berdewam dike. Têkildarî mijarê Solên Osê behsa serpêhatiye jiyan û xebata xwe ya şêwekariyê kir û ji me re parve kir.      
Ev 6 sal in hunera şêwekariyê dixwîne
Solîn kurteçîroka jiyana xwe anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji 14 saliya min de hezkirineke min ji xêzkirina wêneyan re hebû lê wekî her zarokekê tenê min wêneyên normal xêz dikirin. Bi demê re pîşeya min xurt dibû û wêneyên xweşiktir min çêdikirin. Min dest bi xêzkirina wêneyan kir, bi dawîbûna xwendina dibistanê re xwesteka min ew bû ez fakluteya hunera şêwekariyê li zanîngeha Şamê bixwînim lê ev xwesteka min bi cih nehat. Paşê li zanîngeha Hesekê   min beşa hunerê xwend lê ne li gorî xeyalên min bû. Piştî demekê li zanîngeha Rojava min navê xwe di beşa fakluteya hunerê de qeyd kir û li wir min pisporiya xêzkirina wêneyan dît û di beşa şêwekariyê de pisporiya min xurt bû. Zanîngeha Rojava derfeteke pir girîng bû ez berhem û pîşeya xwe ya şêwekariyê tê de xurt bikim.”  
Bi îsrar û hezkirin gihîştim vê astê
Solînê bal kişand ser zor û zehmetiyên pê re rû bi rû maye kir û wiha domand: “Ez di nava civakeke girtî de dijiyam, tenê li şêwekariyê weke keyfiyeta mirov dinêrin lê ew nizanin ev rastiyên ser rûyê erdê ne û nameyekê pêşkêş dikin. Kesên derdora min her ji min re dogotin bala xwe bide xwendina xwe û dest ji vê xebatê berda. Di orta vê qerbalixê de tenê dayika min piştgiriya min dikir, ji bo wê di xebatê xwe de her min jê re beşek veqetandiye û wêneyên dayikan û keda wan xêz dikim. Bi îsrar, hezkirin û piştgiriya dayikê ez gihîştim vê astê. Gelek caran zehmetiyan di aliyê peydakirina amûrên pêwîst de dikşînim. Pêşketinên pir berbiçav di navbera wêneyên min de hene û ez ê di xurtkirina vê xebata xwe de hîn jî berdewam bikim.”
Hêvî û hezkirin avakerên pêşerojê ne 
Solîn bal kişand ser naveroka tabloyên ku xêz dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Koçberkirina mirovan ji ser ax wan pir bandor li ser min çêkir, ji bo wê piraniya tabloyên min balê dikşînin ser êşa koçberiya mirovan taybet koçberiya jinan. Bi tabloyên xwe beşdarî gelek pêşangehan bûme, min dikaribû nêrîna derdorê bidim guhertin û bandorê li hestên civakê bikim. Ez dixwazim vê bêjim bila malbat û derdor hêviyan di pîşeyên zarokên xwe de xurt bikin, li hezkirin û xeyalên wan guhdarî bin. Ger hêvî piştgir be teqez wê pêk werin.”