Sînema berhemeke bi dilxwazî ya mirovan e

Dîroka avabûna sînemayê digihîje sala 1889’an. Alîs Gay Balçî jina yekem bû ku di sala 1896’an de li ser şêwaza sînematografiyê derhêneriya fîlman kir.

SOZYAR ELÎ

Navenda Nûçeyan – Dema mirov cara yekem xwe di wêneyan de dibîne, hesteke xweş derdikeve holê. Mirov dikare bibêje wêne û wêneyên bi tevger û sînema berhemên bi dilxwazî yên mirovan e, beriya derketina her amûrê, di çîrokên fîlman de ji bo nîşandana li ser perdeyê sûd ji ronahî û sîberê hatiye girtin.

Bi pêşketina demê re, hewil hatiye dayîn bi riya teknîkê xeyal rast bibin. Di navbera salên 1889-1892’an de amûrek bi navê Kêntoskop derket û bi vê riyê dikaribû temaşeyî wêneyên bi tevger were kirin. Nîşandana yekem a Kêntoskop a ji bo xelkê, di sala 1893’an de bû. Ev amûr bi navê Edîson hatiye nasîn. Lê belê dîroknas dibêjin dahênîna vê amûrê ne tenê ji bo kesek e. Di vê amûrê de tenê kesek dikare bê vê riyê temaşeyî wêneyê bi tevger bike. Ji ber wê hewl dane heta amûrek din çêbikin û Kêntoskop bû bingehek ji bo çêkirina qeydkirina wêne.

Di sala 1895’an de li Parîsê Biryana Lumêr fîlmek bi navê “Karkeran kargeh bi cih hêlan” bi riya amûra xwe ya ku bi xwe çêkirine amade kirin. Ev amûra sînematograf, ev fîlmê bi nav û dengek mezin da. Di roja nîşandana vî fîlmî de di nava bîneran de jineke bi navê Alîs Gay Belîç hebû ku di kampanyayek fotografan de sekreter bû. Dîtina vî fîlmî û balkêşiya wê wisa kir ku bi xwe fîlmek çêbike.

Salek piştî wê di sala 1896’an de Alîs Gay Belîç derhêneriya fîlmê xwe kir ku yekem fîlmê ku weke xeyalî dihat nasîn bû, navê wê ‘ji dayikbûna zarokan’ bû.

Fîlmên destpêkê gelek kurt bûn

Di destpêkê de fîlim gelek kurt bûn, hinek fîlim deqeyek bûn, bi derbasbûna demê re bi pêşketina pîşesaziya fîlman re, dema fîlman dirêjtir bû. Di wê serdemê de fîlm bi awayê çîrokbêjî bû. Heta gel zêdetir pere pê dane ji bo dîtina fîlman, pişesaziya fîlman jî zêdetir bi pêş ketiye. Şerê cîhanê yê yekem bandorek zêde li ser pîşesaziya fîlman, bi taybetî li Ewropayê kir. Ji ber wê pîşesaziya fîlman li Amerîkayê bi pêş ket. Yek ji van xalên cîhanî rastî ji fîlman cuda dikir û bi reng bû, di destpêkê de fîlm reş û spî bû, piştre bi çend riyên cuda hewl dan rengê wan zindî bikin.

Fîlmê yekem di sala 1908’an de hat kişandin

Fîlmê yekem ê heşt deqe bû, di sala 1908’an de bi navê “Serdanek ji bo aliyê deryayê” hat kişandin û piştî wê gelek fîlmên bi reng hat kişandin.

Di nava fîlm de deng tune bû, beşek ji wan diyalogên ku pêwîst bû bi dîmen bûn, ger muzîk di fîlm de nebûye, di dema nîşandanê de parçeyek muzîk ji aliyê çend jenerîkan datanîn ser, yan jî çîrokbêj behsa diyaloga fîlm dikir, piştre hewl dan deng û reng li gel fîlm hebe.

Fîlmê yekem ku dîmen û diyalog tê de hebû, di sala 1927’an de bi navê ‘Stranbêja Caz’ hat kişandin. Bi pêşketina teknîka fîlman re, di naveroka fîlman de jî guherîn hat çêkirin, ji ber dirêjiya dem tenê belgenameya fîlmê nebû. Gelek çîrok û jenerîkên cuda jî çêbûn, pêşketina di fîlm û şêwaza çêbûnê de tu caran nesekinî û her dem di pêşketinan de ye. Niha fîlm ne tenê wêneyê jiyana me radixe ber çavan, jiyanek din jî ji bo mirovan ava dike.