Sêyemîn Mîhrîcana Ş.Stêrvan a jinên ciwan li Qamişlo hat lidarxistin

li Stadyoma Heysem Kiço a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bîranîna Şehîd Stêrvan û parastin çandê ji qirkirin û helandinê, her wiha ji bo zindîkirin çandê di nav civakê de, Yekîtiya Jinên Ciwan, di bin dirûşmeya “ bi rengên jinên ciwan em ê şoreşa çandî pêş bixin” sêyemîn mîhrîcana Ş. Stêrvan, bi tevlîbûn tîmên werzîş, Fotbol, Govend, Şano, Huner û dîlanê hat li darxistin. hêjayî gotinê ye ku yekemîn mîhrîcan di sala 2017’an de hat lidarxistin û duyemîn jî di sala 2019’an de hat lidarxistin û dê her sal berdewam bike.

Qamişlo-  Endama  koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Ferîda Nesan derbarê vê mîhrîcanê de wiha got : “ sêyemîn mîhrîcana Şehîd Stêrvan a jinên ciwan salane tê lidarxistin. Yekemîn festîval di sala 2017’an de de hat lidarxistin û duyemîn festîval jî di sala 2019’an de hat li darxistin. di şexsê şehîd Stêrvan de, em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li hember wan ditewînin. Her wiha em vê festîvalê li rêber apo pîroz dikin û li tevahî jinan pîroz dikin. Îsal jî me bi dirûşmeya“ bi rengên jinên ciwan, em ê şoreşa çandî pêş bixin” ev festîval li dar xist ku li ser asta herêma Cezîrê û di heman demê de li herêmên rizgarkirî de wekî Tebqa Minbic û Reqayê tê lidarxistin. Çalakiyên ku tên lidarxistin di hundirê vê Mehrêcanê de, yên cuda û cur be curin bi tevlîbûna gelek tîmên werzîş, folklor, huner, govend û şanoyê.”
“Yê ku xwedî li çandê derkevin, bê guman jinên ciwan in"
Ferîda Nesan da zanîn ku yê ku xwedî li çandê derkevin, jin in û wiha bi dawî kir: “Ji bo asta ku em gihiştinê ku rojana di herêman de ciwan rastî qirkirin û helandinê tên, pêwîstî bi mehrîcanên bi vî rengî hene, di wextekî de ku pêwîstî bi parastina çandî heye, ev çanda ku bi hezarê salan hatiye parastin û afrandin, bê guman yê ku xwedî lê derkeve, jinên ciwan in. Jinên ciwan dê bikaribin qirkirina ku li ser gelan tê meşandin red bikin û li hember wê bisekinin. Em wekî yekîtiya jinên ciwan , armanca me ji vê mîhrîcanê ew e ku em bikaribin xwedî li mîraseya hezal sala derkevin û di nav civakê de, her dem zindî bikin û ji bo pêşketina rola jin di hemû beşan de em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. şoreşa Rojava bû derfet ji jinan re û bi taybet ji jinên ciwan re ji bo wê yekê, banga me ji hemû jinên ciwan re heye ku xwe bi rêxistin bikin da ku em rê li ber şerê taybet û helandina çandê bigrin.”
“Ev mîhrîcan moral û hêzê dide me”
Sîlva Ebdê ji tîma Serdem ya Gogê ku beşdarî Mîhrîcanê bûye, derbarê mîhrîcanê wiha kêfxweşiya xwe anî zaiman: “ez ji tîma Serdem a gogê me û em îro li vir amade bûne da ku em gogê bileyizin û tevlî vê çalakiyê bibin. Ev yekemîn care ku ez  tevlî çalakiyên bi vî rengî dibim, ez pir kêfxweşim û mîhrîcanên bi vî rengî ji bo me weke jinên ciwan bi nirx e û moralê me zêde dike her wiha hêz dide me û ez bi hêvî me ku her sal werê lidarxistin û serkrftinê ji hemûyan re dixwazim.”