Serra Yilmaz xelata Minerva-Anna Maria Mammoliti girt

Lîstikvan Serra Yilmaz, ji Îtalya xeleta Minerva-Anna Maria Mammoliti girt.

Navenda Nûçeyan-  Xelata Minerva- Anna Maria Mammoliti ku li welat di qadên cûda de jinên ku serkeftin bi dest xistiye vê xelatê digrin da Lîstikvan Serra Yilmaz. 

Serra Yilmaz li Îtalya ev 19 sale di qada tiyatro û sînemayê de imza li bin pirojeyên cûda daye, der barê xelatê de ev daxuyanî da û got: “Li Îtalya ji ber xelatek wisan min girtiye ez gelek keyfxweşim, ez gelek serbilindim ku di qadên xwe de min cûdahî avakiriye û weke jinek serkeftî hatime dîtin. Weke jin di hemû cîhanê de di qadên xwe de çûyînên paşde jiyan dikin, nerînên ku me zorê bikin tu caran em çavtirsî nebûn. Em neçarin ku têkoşînê berdewam bikin û em jin divê hertim li kêleka hev bin. Em bi hevre gelek bi hêzin û emê mafdariya xwe divê rêyê de nîşan bidin.”

Hunermenda ku li Îtalya xebatên xwe ên tiyatro û sinema berdewam dike, îsal lîstoka herî dawî bi ‘Don Kişot’ li Îtalya ji zêdeyî 200 dikan, derket pêşberî bîneran.

 

Mînerva-Anna Maria Mammoliti yekemîn xelata diyarî jinên welat e ku di bin sîwana Serokatiya Îtalyayê de cihêtî çêkirine û di sala 1983’an de bi pêşengiya Klûba Jinan ji aliyê rojnameger Anna Maria Mammoliti a ku di sala 2009 de li Îtalyayê jiyana xwe ji dest daye ve hatiye avakirin.