Serpêhatiya Cejna Burbara yê

Mêrna Nasir girêdayî çîroka jiyana jina ciwan a bi navê Burbara ya di nava civaka wan de bi serîrakirin û helwesta xwe bûye efsane û weke Cejna Burbara tê pîrozkirin agahiyên giring da. Mêrna Nasir bilêv kir ku ji cejnên wan yek jê jî Cejna Burbara ye ku navê xwe ji serpêhatiya jinek ciwan a ola xirîstiyaniyan hembêz kiriye ji ber baweriya xwe hatî qetilkirine û got: “Burbara keça dewlemendek naskirî bûye ji ber bi ola xiristiyanan bawer kir ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Burbara ji ber vê helwesta xwe ya ku di berdêla mirinê de baweriya xwe parastiye wekî şehîda yekemîn a dêrê hatiye hesibandin. Ew ji bo me semboleke, ji ber wê jî her sal du caran em vê cejnê pîroz dikin.”

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Cejna Burbara (Eid il-Burbara) ya weke Cejina Xiristiyanan tê zanîn û li gelek deverên cîhanê di navbera 4 û 17’ê kanunê de tê pîrozkirin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 30’ê Mijdarê tê pîrozkirin. Ev cejin li seranserî cîhanê û bi taybetî li Sûriyê, Lubnan, Filestîn û Urdunê, ji aliyê xiristiyanan ve tê pîrozkirin. Roja cejna Birbara, di dêrên xiristiyan de yek ji kevneşopiyên herî kevn e. Zarok bi kelecanî li benda hatina cejna Birbara yê ne, ku cil û bergên xwe yên bijare li xwe dikin û li deriyê cîran, xizm û hevalên xwe dixin, da ku çente û selikên xwe bi şekiran, şêranî û gûzan tijî bikin. Ev ji awazên strana "Haşeleh Burbara" ye, ku ji hêla nifşan ve hate parastin û ji bo vê minasebetê ev stran ji aliyê zarokan ve tê gotin.
Saint Burbara kî ye?
Çîroka Sainet Burbara ya kevnare bi gelek awayên cuda tê gotin û nêrînên di derbarê  wê de pir in. Ji ber wê jî ne diyar e ku rastiya wê çi ye. Birbara, keça mirovekî bi navê "Dioscorus" ku bi dewlemendiya xwe navdar bû. Ji ber ku Birbara pir xweşik bû, bavê wê li ser wê ditirsiya ji lewra wê di bircekî bilind de xistibû zindanê û tevahiya ciwaniya xwe li wir mabû. Xizmetkar û mamoste ji bo ku perwerde û xwarinê bidin Burbara yê dihatin serdana wê. Burbara perwerdeya xwe ji zanyarê Misrî Organus digre. 
Ew bi rengekî dizî veguherî Xirîstiyantî û ola wan hembêz kir, ji ber vê yekê zewac red kir û jiyana xwe hemî ji bo xizmeta ola ku ew hembêz kiriye, derbas bike. Biriyara Burbara ya redkirina zewacê, bavê wê xiste rewşeke şermê li ber kesên ku wan birêve dibir. Di vir de bavê wê bi gûman bû ku ola xirîstiyaniyan û bîr û baweriya wan li ser keça wî bandor kiribe. Lê dema ku Burbara ji bavê xwe re behsa baweriya xwe ya bi wê olê dike, bavê wê hewl dide ku keça xwe Birbara yê bikuje. Ji lewra Burbara ji ber bavê xwe reviya, di nav zevî û deştan de beziya heta şopên xwe winda kir. Ji bo xwe ji ber çavên bavê xwe û nobedarên wî veşêre, Burbara bi kincên çiryayî xwe pêçand û rûyê xwe bi boyaxê rengîn kir. Bi vî awayî hewil dida  taybetmendiyên xwe veşêre. 
Burbara û Cûlyana ji ber baweriya xwe hatin qetilkirin 
Burbara ya dinava hewildanên rizgarbûna ji destê bavê xwe yê zilmkar debû xwe di nava genim de vedişêre. Lê tevî vê hewldanê jî ji ber dest û çavên wê yên bedew, şivanekî wê nas kir û agahî da bavê wê. Paşê bavê wê îşkenceyên giran lê dike da ku îmana xwe ya bi ola xirîstiyanan berde, lê wê ev tişt nekir. Bavê wê serî li hukimdarê ku fermana serjêkirina wê da û jê xwest ku ew cezayê xwe bicih bîne. Paşê jineke ciwan a bi navê Cûlyana ku ji Burbara bandor bûbû, xwe gihande wê ku alîkariya wê bike, di wê kêliyê de baweriya xwe bi Mesîh re ragihand. Lê mixabin, her dû jin bi hev re hatin qetilkirin û ew wekî yekem şehîdên dêrê hatin hesibandin. Tê gotin ku piştî Birbara îdam kirine, birûskê li bavê wê xistiye û bûye xewlî.
Zarokan bi cilên xwe yên xweşik Cejna Burbara yê pîroz kirin
Di vê cejnê de ya herî sereke ew e, cil û bergên tirsnak li xwe dikin û boxaya li rûyê xwe dikin, xwe dikin pîr ango xwe dişibînin lawirekî tirsnak. Zarokên Aşûrî yên navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeva 30'ê Mijdarê Cejna Burbara pîroz kirin. Bi wesîleya Cejna Burbara yê ji jinên Aşûriyên Til Temirê Mêrna Nasir ji ajansa me re behsa romana cejna Birbara yê kir.
Ji devê Mêrna çîroka jiyana Birbara yê
Mêrna wiha dest bi axaftina xwe kir: "Burbara wekî semboleke ji bo me û romanên ku behsa çîrkoa wê dikin pir in. Ji ber destanek efsaneyî ye bi gelek awayan tê gotin ya ku ez dizanim jî wiha ye; Burbara baweriya xwe bi Mesîh anî bû, lê dema ku bavê wê nas dike, wê dikuje. Ji ber ku bavê wê bi esnaman bawer dikin. Lê tişta ku bavê wê dixwest, Birbara nekir û ji bavê xwe reviya û di nava genim de xwe veşart. Lê herî dawî ew dîtin û ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Ji bo me jî kevneşopiyeke, her destpêka rojiya sersalê em cejna wê pîroz dikin. Di vê cejnê de zarok ruyê xwe boyax dikin û li kolanan digerin û stranan Haşeleh Burbara distirên. Paşê em şekiran didin wan, ya girîng ku em wan vala venegerînin. Mînak, dema ku em ruyê zarokan boyax dikin, ev rengek ji rengê tirsê ye ji bo zarokên din da ku rojiya sersalê bigrin. Salê de du caran em Cejna Burbara pîroz dikin."
Aşûrî xwedî çand, dîrok û şaristaniyeke kevnar in
Mêrna wiha dom kir: "Ev çanda ku me girtiye, ji dapîr û bapîrê me de ne û kevnar e, ji lewra dema ku îro em wê didomînin, tê wateya ku em çanda xwe ji wendabûnê diparêzin. Her wiha em çanda wan dighînin nifşên nû, da ku dema mezin bibin ew jî bighînin hev. Em netewek in, bi çand, şaristanî û hebûna xwe tên nasîn, divê ku em wan biparêzin û mayinde bikin."
'Şer bandor li cejnan kiriye, lê em bi îsrar in ku bidomînin'
Mêrna got ku ruxmî şer û êrîşan lê ew bi îsrar in ku çanda xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî şerê li Sûriyê dest pê kir, êrîşên DAIŞ'ê li ser gundewarên aşûriyan li qiraxa çemê Xabûrê û êrîşên niha ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêk tên, bandoreke pir mezin li ser pîrozkirina cejnan çêbûye û kêm bûye. Lê, ruxmî vê yekê jî em bi îsrar in ku bimînin û çand, dîrok û şaristaniya xwe biparêzin."