Serlêdanên Festîvala Fîlman a Uçan Supurge dest pê kir

Serlêdanên ji bo 27’emîn Festîvala Navneteweyî ya jinan a Fîlman a Uçan Supurge bi sernavê “Hê zêdetir, ne kêmtir: Tu firînê bifikire” dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Ji bo 27’emîn Festîvala Navneteweyî ya jinan a Fîlman Uçan Supurge ku îsal wê di navbera rojên 9-16’ê Gulanê de were lidarxistin serlêdanan dest pê kir. Di festîvalê de bal hat kişandin ku jin weke di her qadê de ji bo di warê sînemayê de jî werin dîtin bi salan e têkoşîna mafan dide meşandin. Îsal weke salên din li dijî bêmafiya ku rastî tên, tevî serkeftinên ku bi dest xistine li dijî newekheviya zayendê wê festîval bi mijara “Hê zêdetir, ne kêmtir: Tu firînê bifikire” were lidarxistin.

Wê têkoşîna jinan were bibîrxistin

Di ragihandina serlêdana festîvalê de, hat diyarkirin ku weke mijar îlham ji helbestvana Îranê Furux Ferruxzad ku dibêje “Tu firînê bifikire” girtine, li dijî hemû nêyîniyan bêyî ku biwestin, bêyî bikevin bêhêvîtiyê, bi hêza têkoşîna ku tê meşandin, wê were lidarxistin.

Weke her sal di çarçoveya mijara ku hatiye destnîşankirin de di festîvalê de metrajên dirêj ên neteweyî û navneteweyî, belgefîlm û kurtefîlmên ku îmzeya jinên sînemager li ser wan wê derbikevin pêşerî temaşevanan. Jinên sînemager ku dixwazin bi fîlmên xwe beşdar bibin dikarin bi riya wep site ya weqfê û hesabê medyaya dîjîtal xwe bigihîjînin forma serlêdanê.

Serlêdan wê heta 29’ê Sibatê berdewam bikin

Sînemagerên jin ên ku dixwazin metrajên dirêj, navend, kurt, fîlmên dukomanter û ceribandinê beşdarî festîvalê bibin, wê bikaribin heta 29’ê Sibatê serlêdanê bikin. Fîlmên ku serlêdana wan were kirin divê di  2023,  yan jî 2024’an hatibin çêkirin û di derhêneriyê de herî kêm jinek hebe.

Xelata ku wê di festîvalê de bê dayîn, ji xelata rêzdariyê, xeleta serkeftinê ya Bîlge Olgaç, xelata Cadiya Ciwan û xelatên temayê xwediyên wê cih digrin û hûrguliyên bernameyê wê di rojên pêş de werin eşkerekirin.