Selama EL-Salihî: Nivîskar dibe mizgînî û berbangeke nû diafirîne

Nivîskar û helbestvana Iraqî Selama El-Salihî bi van gotinan behsa taybetmendiyên nivîskariyê dike: “Nivîskar ew kes e ku her gav fikar û pirsgirêkên kesên din vedibêje lewre dema ku sînorên ezezîtiyê derbas dike, xwe û xemên xwe li her deverê vedibêje, bi vî rengî derbasî qonaxa hişmendiyê dibe û her wiha dibe mizgînî û berbangeke nû diafirîne.” Bi vê hevoka xweş, dîtina xwe ya der bare wijdanê nivîskar de vedibêje.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexdad- Selama El-Salihî di 1964’an de li Parêzgeha Dîwaniya ji dayik bûye, beşa Koleja Veterîneriyê li Bexdayê xwendiye. Ew îro di beşa veterîneriyê de bûye şêwirmend û ji ber zanîn û kûrbûna  wê ya di warê nivîsê de bû yek ji helbestvanên herî girîng.
Selama El-Salihî ji ajansa me re wiha behsa azweriya xwe û destpêka xwendinê û bandora hawirdorê li ser xeyalên nivîskar dike; "Min di temenekî biçûk de dest bi xwendinê kir, ji ber vê yekê hişyarî li gel min di temenekî biçûk de çêbû. Dibistanan girîngî didan behremendiyê." Ew teqez dike ku piştgiriya malbatê û hevalên wê di jêhatîbûna wê de xwedî roleke mezin in.”
Mirov an nivîskar an helbestvan ji dayik dibe
Der barê behremendî û avakirina wê de Selama EL-Salihî dibêje ku behremendiya mîratgir bi rewş û bûyerên ku ramanên tevlihev ên nivîskar an helbestvan pêk tînin re temam dibin. Ew piştrast dike ku mirov an nivîskar an jî helbestvan ji dayik dibe dema ku behremendî di genên mirov de hebin, jixwe dema ku mercên guncav hebin ev nivîskar zêde têgihîştî dibe û ramanan diqerisîne û wiha axaftina xwe domand; “Nivîskar dikare şert û rûdanan li dora xwe biafirîne di navbera hawirdorê de ahengê çêbike. Mêjî rûpelek spî çêdike ku hest û serpêhatiyan lê zêde dike û ramanên sade dibin yek da ku ramanên tevlihev çêbibin.”
Selama El-Salihî dibîne ku nivîskar û wêjevan wijdan û hişyariya neteweyî ne û riya derbirîna xeman a li pey civakê ne û dibêje: "Nivîskar qasidek e ku her dem xemên kesên din vedibêje. Ger ku sînorên ezeziyê derbas bike ew xwe û xemên xwe li her deverê vedibêje.”
Selama El-Salihî girîngiya mîrata çandî ya nivîskar destnîşan dike ku hewce ye ew bi pêdiviyên jiyanê û geşedana wê ve werin girêdan û dibêje; "Her nivîskarek xwedî mîrateyek çandî û şaristanî ye ku vê aliyê xwe ji neteweya xwe girtiye. Dema ku ev mîrate bi rengekî mirovî were veberhênan, wê bi hewcedariyên heyî ve girêdayî be. Ew ê hewesek firehtir îfade bike, ne tenê ji gelê xwe re, ji tevahî gelan re.”
Di metnên jinên helbestvan de jî rista cesaret û tirsê heye
Selama El-Salihî dibîne ku tixûbên li ser nivîs û hûrguliyên wê bi taybetî dema ku nivîskar an helbsetvan jin be, taybetmendiyek civaka Ereb û Iraqê ye. "Di metn û nivîsên jinan de jî rista cesaret û tirsê heye.
Ew teqez dike ku tirs û guman hîn jî di civakek ku çekan li ber gotinê bi kar tînin re heye, nivîskar bi riya êşa xwe, êşa giştî û hevpar a di navbera beşên civakê de dinirxîne. Ji ber ku geşta hişyariyê û peyama dide zehmet e lê bi sebr û wêrekiyê gengaz e ku mirov tiştên bixwaze pêşkêş bike.
Der barê hembêzkirina pirsgirêkên jinan û wêneyê mezin ê kesayetiya wan û girîngtirîn metnên wan de Selama EL-Salihî dibêje; "Wêneyên mezin ên jinan hene ku bêhnfirehiya wê, israr, wêrekî û rûbirûbûna wê bi mirinê re temsîl dike. Min hewl da ku van wêneyan di nivîsên xwe de nîşan bidim û helbestên ku wijdanê civakê têr dikin binivîsînim da ku nivîs bibe çerxa guherîna erênî ya civakê.”
12 dîwanên helbestan weşandine
Wekî din, Selama El-Salihî dibîne ku dema ciwan dixwazin ziman û peyam werin guhertin, çerxa geşedana nivîsê pir zû dizivire û dibêje; "Tecrubeyên ciwanan xwedî dilsozî ne û di nav baskên xwe de hêviyek mezin dihewînin.”
Selama EL-Salihî di dawiya axaftina xwe de dibêje; "Nûbûna di nivîs, raman û dîtinê de û şikandina tabûya mîratî ya girêdayî dê bibe sedema ramanên ji bo jiyana azad.”
Helbestvan Selama El-Salihî 12 dîwanên helbestan weşandine, yên herî berbiçav "Bîra Birîn”, “Xewnên Axê”, “Şaytan”, “Kincên wê av in”, “Çadira avê”, “Azara bîranînê”, “Daristana dilşahiyê”, “Gunehên Adem” û “Çola ku di xwîna min de digere.”