Sadiya El-Isrî îkonek folklorê ye ku hewl dide mîrata Emazîxiyan bide nasîn

Sadiya El-Isrî ji 13 saliya xwe ve tevlî koma folklorê ya "T Zoet" bû. Sadiya El-Isrî çû gelek welatên Erebî û Ewropî da ku performansên hunerî pêşkêş bike ji bo mîrata otantîk a Emazîxî "Ahwaş" bide nasîn.

RECA XÊRAT

Marakeş – Sadiya El-Isrî ya ku ji 13 saiya xwe ve tevlî koma folklorê ya "T Zoet" bû ye, çûye gelek welatên Erebî û Ewropî da ku performansên hunerî pêşkêş bike û bi govenda "Ahwaş" ku di hemû şahî û dawetên gelêrî de tê organîzekirin mîrateya resen a gelek herêmên Emazîxiyan dide nasîn. Ajansa me di çarçoveya 51. Festîvala Neteweyî ya Folklorê de ku di navbera 1 û 5'ê Tîrmehê de li Marakeşê hat lidarxistin de, bi Sadiya El-Isrî re hevdîtin kir û ew li ser komê û beşdarbûna wê ya festîvalê ji me re axivî.

"Jinên ku tevli koma Ahwaş dibin divê berdayî bin an jî nezewicî bin"

Sadiya El-Isrî diyar kir ku ew berpirsa dabînkirina kinca ye ku ew jî cil û bergên kevneşopî yên herêmê ye û wiha pê de çû: "Ez tacek ji gulan jî didirûtim da ku reqsvanan wek şahbanûyên bi tacên kulîlkan bidin serê xwe. Ev mîraseke resen e ku bi kûrahî di dîroka herêmê de maye, lewra şahî û dawetên gelêrî bêyî dîlana "Ahwaş" nayên lidarxistin. Tevî ku xelkê herêmê şanaziyê bi vê mîratê dikin, ku di hemû helkeftan de pêşkêş dikin û di festîvalên neteweyî û cîhanî de beşdar dibin, lê jinên ku di koma “Ahwaş” de direqisin, gelek qedir ji wan re nayê girtin ji aliyê xelkên herêmê ve. Jinek nikare tevlî koma "Ahwaş" bibe heger ew ne berdayî be an jî ne zewicî be."

"Ev mîrateya bedew mîna tiştên din ên kevneşopî bi tunebûnê re rû bi rû ye"

Sadiya El-Isrî anî ziman ku ew ji 13 saliya xwe ve tevî koma "T Zoet" bûye û wiha axivî: "Piştî ku ez zewicîm min dev ji komê berda. Piştî hevberdanê dîsa li komê vegeriyam. Niha ez bi tena xwe keça xwe xwedî dikim. Piraniya jinên ku di van koman de dixebitin ji nêrîna civakê diêşin, nemaze li herêmên Emazîxî yên ku hîn jî hin şêwazên jiyana kevneşopî ya kevnar diparêzin. Kom ji 22 endaman pêk tê, ku tenê 10 ji wan jin in û karê jinan tenê bi pêşkêşkirina dîlanan re sînordar e û destûr nayê dayîn ku li defê bixin, ji ber ku ew mafê mêran e. Ez pir bi vê yekê diêşim ku ev mîrateya bedew mîna tiştên din ên kevneşopî yên otantîk li ser riya tunebûnê ye."

"Hêvîdar im girîngî bi vê mîrateyê û ji bo jinên ku vê dîlanê dikin bê dayîn"

Sadiya El-Isrî eşkere kir ku piraniya endamên komê bi karên din ve mijûl in, ji ber ku festîvalên neteweyî û navdewletî, tevî girîngiya wan jî, ji bo peydakirina debara jiyanê têrê nakin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelek ji jinên ku di komên Ahwaş de kar dikin, berdayî ne û bi tena xwe zarokên xwe xwedî dikin. Di van du salên borî de û ji ber rawestandina cejn û şahiyên gel bi şert û mercên pandemiya Koronayê, gelek endamên komê ji bo lêgerîna çavkaniyên din ên jiyanê ji komê derketin. Lê jiyan vegerî rewşa normal û ji bo beşdarbûna festîvalan dawetname distînin. Hêvîdar im girîngî bi vê mîrateyê û ji bo jinên ku vê dîlanê dikin ku çand û nasnameya herêmê nîşan dide, bê dayîn."