Rûxmê êriş û rêgiriyê hewl didin şanogeriyê pêş bixin

Mamoste û endamên Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner a herêma Efrîn-Şehba di bin şertên dijwar a rêgiriya hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk de hewl didin şanogeriyê pêş bixin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Mamoste û endamên Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner a herêma Efrîn-Şehba di bin şertên dijwar a rêgiriya Şamê û êrişên dewleta Tirk de hewl didin şanogeriyê pêş bixin. Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner a herêma Efrîn-Şehba bi armanca avakirina kesayetên lîstokvan perwerdeyek bi navê "Avakirina Lîstokvan" yekem car li Şehabyê vekirin. Ev perwerde ji 16'ê Tîrmehê heya 11'ê Îlonê berdewamkir û bi pêşkêşkirina şanoyek bi navê "Gera Pêşerojê" şagirt hatin xelatkirin.

Piştî derçûna perwerdeyê wê ev şagirt li ser pêşkêşkirina şanoyan kar û xebatan bidin meşandin, her wiha hazirtiyên xwe ji bo festîvala Mîtan dikin. Derbar encama perwerdeyê û xebatên ku tên meşandin di warê qada şano de mamoste û şanogerên Komîna Şano bi ajansa me re axivîn.

'Perwerde ji bo avakirina kesayeta lîstokvan bû'

Mamosteya Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner herêma Efrîn-Şehba Zeyneb Mihemed behsa perwerdeya ku vekirine û encamên ku bi dest xistine û got: "Me perwerdeyek vekir bi navê "Avakirina lîstokvan" ji bo pêşxistina qada şano. Kesayetên ku derbasî perwerdeyê bûne ji bo xwe pêşxistin di warê şano de û hezkiriyên wan ji vê beşê re hebû. Perwerde di bin çavdêriya maosteyek akademî ya şano bû.”

Zeyneb Mihemed a got “Armanca me sereke ew bû ku fêrkirina şano bi zimanê kurdî di bin şertên dijwar de” wiha qala zehmetiyên ku di qda şanoyê de dijîn kir, “Ji ber nebûna paymengehên şano li zanîngehên Rojava de lewra me xwest bi awayek akadimî û bi rêya perwerdeyan asta şano li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind bikin. di heman demê de ev perwerde bingehek ji bo li darxistina festîvala Mîtan bû. Perwerdeya "Avakirina Lîstokvan" bi pêşkêşkirina şanoyek bi navê "Gera Pêşerojê" dawî bû û şagirtên vê perwerdeyê hatin xelatkirin û şanoger hatin erkdarkirin. Şanoya "Gera Pêşerojê" jî li ser bandora teknolojiye bû û çawaniya bikarîna wê ku bandorê li ser exlaq û nirxê mirovahiyê dike. Li kêlek wê ev şanoger wê rolên xwe di festîvala zarokan di demên pêş de bigirin."

'Ger bawerî tune be wê tucarî şanoyek serkeftî dernekeve'

Şanogera Emel Şêxo ku beşdarî perwerdeya "Avakirina lîstokvan" bûye wiha behsa hestên xwe ji bo şano tîne ziman: "Hezkiriyek min ji şano re hebû ku derbasî vê perwerdeyê bûm, tê de gelek sûd girtin û fikirên min ser şano û şanogeriyê zêdetir bû. Demê ji perwerdeyê derketine di her warê de em amade bûn ji bo pêşkêşkirina şanoyan ji milet re. Di roja derçûnê de me şanoyek pêşkêş kir û ruxmî biçûkbûna temenê ku ez tê de min rola jinek temen mezin lîst û hemû hurgiliyên wê baş bi karanî, ev jî encamê perwerdeyê bû. Li gor şertên ku em tê re derbas dibûn me perwerdeya xwe serkeftî qetand. Em ê bi zimanê kurdî şanoyên xwe li seranserî cîhanê pêşkêş bikin û azarên gelê xwe temsîl bikin. Di heman demê de ez xwendevan im jî lê hevsengiyekê di nava xwendin û karê xwe de didim meşandin û demê ku em şano temsîl dikin hemû westandin û astengiyên xwe ji bîr dikin. Ger bawerî tune be wê tucarî şanoyek serkeftî dernekeve."

'Erka me şanogerên kurd li cîhanê bidin nasîn'

Şanoger Evîn Xelîl jî diyarkir ku wê di demên pêş de bi rêya şanoyan helwestên xwe nîşan bidin û got: "Piştî derçûna ji perwerdeyê em hînî gelek tiştan bû yek jê aavakirina kesayeta şanoger û sekina wê li ser dikê. Di warê fikirî û şêwaz de me sûd û agahiyên nû wergirtin di vê perwerdeyê de. Daxwaza me ku şanogerên kurd li cîhanê bi nav û deng bibin û bibin xwedî hebûnek. Em fêrbûn ku bi çi rêbazê nêzî dikê û şano bibin û bi şanoya ku em pêşkêş dikin hîs bikin û bikaribin firkirê ser dikê tê pêşkêşkirin bighînin miletê hember xwe."