Rose Îbrahîm: Divê hemû zarokên keç bi pey xeyalên xwe bikevin

Tevî zext û têgihîştinên civakî jî Rose Îbrahîm a Lîbyayî, li dijî zehmetiyên mezin têkoşiya, di warê şanoyê de xwe bi pêş xist. Li ser rewşa jinan dibêje: “Li bajarê min jin êdî qels nîn in divê hemû zarokên keç bi pey xeyalên xwe bikevin.”

IBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Rose Îbrahîm a ji Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Bîngaziyê mezûn e, di heman demê de lîstikbana şanoyê ye, li ser nêzîkahiyên civakê ji bo zarokên keç dibêje ku wê nêrîna civakê ya di wê mijarê de derbas kiriye. Rose Îbrahîm ji şano û sînemayê hedefa wê ew e ku ber bi derhêneriyê ve biçe.

Rose Îbrahîm diyar dike ku ji bo bibe şanoger bi gelek pirsgirêkan re têkoşiya ye û wiha dibêje: “Ji bo beşa şanoyê li Bîngaziyê bixwînim min gelek zehmetî kişand. Malbata min jî nedixwest ez beşa şano û sînemayê bixwînim lê ez li dijî wan derketim. Ji bajarê xwe Al-Marcê ji bo biçim Bîngaziyê serê sibehê di saet 05.00 de ji xew radibûm, ji malê derdiketim. Tevî riya dirêj rojê 10 kîlometre jî dimeşiyam û bi şev saet di 23.00 de digihîştim malê. Çûnhatin gelek zehmet bû, lêçûnên rê jî zehmetiyek din bû. Tevî vê jî çêjeke cuda ya zorî û westandina ku min didît hebû lewre min dixwest ez bigihîjim xeyala xwe û derkevim ser dikê. Di encama hewldana xwe de ez ji Beşa Sînema û Şanoyê ya Zangîngeha Bîngaziyê mezûn bûm.”

Hezkirina şanoyê di dema dibistana seretayî de pê re çêbû

Rose Îbrahîm behsa destpêka şanoyê dike û wiha dibêje: “Min li dibistana seretayî dest bi şanoyê kir û heta lîseyê domand. Di sala 2015’an de ji bo xwendina şano û sînemayê çûm, piştî azmûna li zanîngehê ez hatim qebûlkirin. Dûre di sala 2017’an de ji bo temamkirina perwerdeyê çûm zanîngehê. Di sala 2019’an de di televîzyonê de min rol girt û provaya çend lîstikan kir. Di sala 2021’ê de hevala min a polê hunermend Suha Al-Hunî xwest em bi hev re derkevin ser dikê. Em bi hev re lîstika bi navê ‘Bubjî’ lîstin.”

Ji lîstikvaniyê ber bi derhêneriyê ve

Rose Îbrahîm diyar dike ku tevî lîstikvaniyê wê derhêneriya lîstika bi navê “Nouq” kiriye û got: “Dûre li Tunisê min di lîstika ‘Pictures in Memory’ de rol girt. Ruhekî kolektîf bi wê lîstikê bi me re çêbû. Dûre min xelat girt û vê yekê ji bo berdewamiya wê xebatê min motîve kir. Em dixwazim di lîstikên xwe yên nû de jinan bigrin rojeva xwe. Em niha amadekariya lîstika bi navê 'Hallusa' ya ku min nîvîsandiye, derhêneriya wê kiriye û lîstiye dikin.”

‘Ji bo bigihîjim armanca xwe gelek têkoşiyam’

Rose Îbrahîm bi gotinên “Ez ji vê xebatê hez dikim û dixwazim bigihîjim armanca xwe. Civaka Lîbyayê di warê şanoyê de baş li jinan nanihêre. Destpêkê vê nêrînê min pir aciz kir û ez bi zextên civakê re rûbirû mam. Malbata min nexwestin ez şanoyê bikim. Ez ketim depresyonê heta ku malbat neçar ma pejirand. Vê yekê cesaret û hêzê da min. Di warê şano û lîstikvaniyê de min dixwest ez bigihîjim astekê û min têkoşîna xwe domand.”

‘Nêrîna civakê ya li hunermendan dê wisa zû neguhere’

Roje Îbrahîm da zanîn ku di çeneya wê de pirsgirêk heye û mirov ji ber vê yekê neyînî nêzî wê dibin û wiha domand: “Di çeneya min de pirsgirêk heye û tedawiya wê dê dirêj bidome. Gelek caran ji ber wan nêzîkatiyan aciz bûm ji malê derneketim lê piştî demek bi ser xwe ve hatim û bi jiyanê ve hatim girêdan. Nêrîna civakê ya li hunermenda û rojnamegeran dê wisa zû neguhere. Hinek be jî guheriye lê ev yek bes nîn e. Malbata min di vî warî de guherîn û êdî dipejirînin.”

‘Jinên li bajarê min êdî wisa qels û bêhêz nîn in’

Roje Îbrahîm diyar dike ku xwendina li zanîngehê ji rastiya pratîk cudatir e û got: “Li zanîngehê agahiyên têkildarî şanoyê em tenê bi teoriyê hîn dibin. Tevî şanoyê, eleqeya min ji sînemayê re jî heye. Ez dikarim bibêjim ku ez ji her du beşan jî weke hev hez dikim. Min di gelek fîlmên metraj dirêj û kurt de cih girt. Li gorî fikrên xwe min hewl da hinek senaryoyan binivîsînim. Jinên li bajarê min êdî qels nîn in. Divê hemû zarokên keç bi pey xeyalên xwe bikevin.”