‘Rojnivîska Kardelenê’ bi çapa xwe ya duyemîn derket

Pirtûka Bermal Kardelen a bi navê “Rojnivîska Kardelenê” bi çapa xwe ya duyemîn bi pirtûkhezan re gihişt hev.

Navenda Nûçeyan- Çapa duyemîn a pirtûka Bermal Kardelen (Sacîde Kara) ya bi navê ‘Rojnivîska Kardelenê’ derket. ‘Rojnivîska Kardelenê’ ku cara yekem di sala 2012’an de li Çapxaneya Azadiyê derket, ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve cardin ji bo çapê hat amadekirin. Pirtûk ji aliyê Weşanên Meymanê ve ji meha Sibatê û vir ve bi pirtûkhezan re gihişt hev.

Pirtûka ku bi helbestên ku di rûpela yekem de hestên dijwar ên gihîştina welatê wê vedibêjin dest pê kir, wekî rojnivîsk hat belav kirin. Di pirtûka 233 rûpelî de, ji bilî helbestan, nivîsên ku ji Bermal re hatine nivîsandin û nameyên ku ji hevalên xwe re nivîsandine jî hene.

Di pirtûkê de bi gotina Bermal ya “Em li tîrêjên rojê yên di navbera dîwarên bilindbûyî de digerin. Em li Mezopotamyayê ji nû ve avakirina agirê ji xweliya xwe digerin.” heyraniya xwe ya ji bo felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman.

Bermal Kardelen kî ye?

Bermal li gundê Hellexî yê Navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayik bû, di zarokatiya xwe de hat şandina gel apê xwe yê li Elmanyayê û li wir mezin bû. Bermal ya ku Tevgera Azadiya Kurd li vir nas kir, di sala 1997’an de û di temenekî biçûk de li Ewropayê tevlî xebatên rêxistinî dibe. Di sala 1999’an de tevlî PKK’ê dibe.