Rojbîn bi temenê xwe yê biçûk xwedî hestên mezin e

Rojbîn Utun a ku weke zarokek ji wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dibe şahida berxwedana ku gel di nav de dijî, bi dîtin û vegotina xwe rastî û hestên ku dibe şahidê wan li ser helbestên xwe vedibêje.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Huner tevgereke ku jiyana mirovan xweş dike ye. Huner çavkaniyeke pir girîng e ku mirov hêza xwe ya afirîner bi kar tîne, hestên cihêreng bi mirovan re derdixe. Huner çi dide me? Huner, hêza afrîneriya takekesî, rêxistinkirina raman û hişmendiyek estetîk dide. Ji bo sererastkirina têkiliyên civakî huner pêwîst e. Huner heqîqetê vedibêje, mirov ji cîhana ji derve dûr dixe û ji tengezariyê rizgar dike. Huner, di wateya xwe ya giştî de, weke îfadeya afrînerî û xeyalê tê fêmkirin. Mirov û civaka ku bi hunerê re mijûl dibe êşa xwe, xemgîniya xwe, kêfxweşî û hestên xwe bi şêweyên cuda cuda yên çand û hunerê tînin ser ziman, bi muzîk, helbest, wêne, peyker, mîmarî, şano û sînemayê, çêkirina kel û pelên berê û hwd. Mirov û civak bi hunera xwe çand û zimanê xwe jî diparêze û bi pêş dixe. Nêrîna mirov a li cîhanê û jiyanê berfireh dike. Mirov û civakên ku bi çand û hunerê re mijûl dibin dikarin baştir bifikirin û giyana xwe bi pêş bixin.

Gelê Kurd jî bi saya ziman, çand û hunera xwe heya roja îro hebûna xwe parastiye. Çanda gelê Kurd dewlemend û berhemdar e. Dîrok û çanda xwe bi riya hunera xwe belav dikin, çi bi riya stranan be, çi bi riya helbestan be. Di wêje û jiyana civaka Kurd de roleke girîng a helbestan heye. Hest û ramanên xwe bi riya helbestan anîne ser ziman. Ji bo wê cihê helbestê di jiyana civaka Kurd de pir girîng e. Helbest parvekirina hest û xeyalan e.

Hestên xwe bi riya helbestên xwe tîne ser ziman

Li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî çand û huner cihekî xwe yê girîng heye. Di hemu qada jiyana wargehê de huner cihê xwe digre û xwedî li destkeftiyên civaka xwe, ziman, çand û hunera xwe derdikevin. Bi taybet jî jinên wargehê bi hemu karên çandî û hunerî re mijûl dibin, di hemu kêliya jiyana wan de huner heye. Bi hunerên wek mûzîk, wêne, çêkirina kel û pelên kevin û helbestan zanista xwe û jiyana xwe pêşdixin, yek ji wan jinên ciwan jî Rojbîn Utun e. Rojbîn Utun bi çêkirina helbestan hunera xwe belav dike û dixemilîne. Ji bo xwe baş bide îfadekirin helbestan dinivîsîne, kêfxweşî, êş, xem, xwestek û hestên xwe bi riya helbestên xwe tîne ser ziman.

‘Ji şehîdbûna apê xwe pir bi bandor bûm’

Rojbîn Utun, diyar kir ku bûyera ku jiyaye, bû sedem ew di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina helbestan bike û wıha destbi gotinê xwe dike: “Dema min dest bi helbestvaniyê kir ez 8 salî bûm, di sala 2016’an de du apên min şehîd ketin ez pir jê bandor bûm û min xwest ji bo wan helbestek binivîsînim. Min bi bandorbûna wan helbestek çêkir û bi vî şêweyî min dest bi helbestvaniyê kir, piranî helbestên min li ser şehîd û gerîlayan in. Helbesta min a yekem li ser şehîdan bû, heya niha min pênc helbestên pir dirêj nivîsandine.”

‘Her ku dinivsînim hezkirina min zêdetir dibe’

Rojbîn Utun, bal kişand ser piştgiriya bapîrê xwe û wiha got: “Piştî ku min xwest helbest çêbikim, min ji bapîrê xwe re got ez dixwazim helbest binivsînim, ji ber ku ez ji apên xwe pir bandor bûm û bapîrê min jî piştgiriya min kir. Jixwe hestên nivîsandina helbestan bi min re hebû lê mamosteyê min Sofî Sîdar jî gelek bi min re bû alîkar, got tê çawa destpêk, naverok û encama wê binivîsînî û bi vî awayî min xwe fêrî nivîsandina helbestan kir. Her ku min helbest nivîsand min digot ez ê yek din jî binivsînim û her ku çû hezkirina min a li hemberî helbestan hîn zêdetir bû.”

‘Divê mirov ji karê ku dike hez bike’

Rojbîn Utun da zanîn ku huner ne kareke demkî ye kareke girîng e û wiha didomîne: “Dema ku mirov ji tiştek bandor dibe yan jî jê hez dike dikare li ser helbestek çêke, ev lawir be, mirov an jî gulek be. Çêkirina helbestan, ne tenê kareke ku tu bêjî hema ez ê bikim û derbas bikim pêwîst e tu berdewam bikî, berfireh bikî. Divê mirov ji karê ku dike hez bike, niha dema ez helbestan çêdikim pêwîst e ku ez jê hez bikim û bi xwestek bim.”

‘Divê jinên ciwan hunera xwe pêş bixin’

Rojbîn Utun, di dawiyê de bang li jinên ciwan kir û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Ez jî wek jinek ciwan a li wargeha Mexmûrê bang li hemû ciwanan dikim ku bila xwe nexin bin zilma dewletê, bila huner û çanda xwe pêş bixin. Min jî di temenek biçûk de helbest nivîsand û pêwîst e ew jî çand û zimanê xwe ne dibin zora kesê de pêş bixin divê bi berfirehî pêş bixin. Bi taybetî jî bangawaziya min ji bo jinên ciwan in bila di huner û çanda xwe de, mînak di helbestên xwe de fikrên xwe bi pêşbixin.”